Nimûneya îrade dilsozî û milîtaniyê

Pêncşem 4 Îlon 2025 - 03:55

  • Koordînasyona PAJK’ê got:“Hevrêya me Bêrîtan berxwedaneke pir mezin, têkoşîn, hezkirina hevrêtiyê, dilsozî, îrade û gelek taybetmendiyên din ên bedew tevlî 33 salan kir û 27’ê Tebaxa 2025’an tevlî karwanê şehîdên nemir bû.”

Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê (PAJK) ji bo Bêrîtan Amed a ji ber nexweşiyê şehîd bû, ev tişt got:“Bêyî ku kêliyekê jî raweste, bêyî ku kêliyekê jî bêje of, ev 33 salên bi berxwedan û têkoşînê derbas bû, di serî de jin ji bo hemû gelê me berxwedaneke mezin, xwestek, îrade, dilsozî û tecrubeya jiyanê hiştiye. Dîroka berxwedanê ya jinê ku Rêbertiya me dibêje hîna li benda nivîsandinê yê, bi jiyana bêhempa ya hevrêyên me yên mîna Bêrîtan Amed tê nivîsandin.” Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê bi vî rengî ye:“Li Kurdistanê yekane rêya jiyaneke azad û bi rûmet têkoşîn û berxwedaneke mezin e, vê heqîqetê bi xwe re kesayetên hêja yên fedayî jî derxistiye holê. Bi taybetî jinên Kurd li aliyekê rû bi rûyê êrîşên faşîst ên dijmin dimînin û li aliyê din jî bi zexta taybetmendiyên feodal ên civaka Kurd rû bir û maye. Lê belê Tevgera Azadiyê ya ku li Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo pêş ket, ji bo bi deh hezaran jinên evîndara azadiyê bûye ronahiya hêviyê û jinan ref bi ref berê xwe dan vê ronahî û çiyayan. Yek ji van jinên pêşeng jî, hevrêya me ya hêja Bêrîtan Amed e. Weke hevrêyên wê di serî de malbata hêja ya welatparêz a hevrê Bêrîtan Amed, em ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Çinar û Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe nû dikin ku xeyal û armancên hevrêya xwe Bêrîtan teqez bigihînin serketinê.

33 salan yek kêliyê jî ranewestiya

Hevrê Bêrîtan di sala 1980’an de li gundê Mûserik ê navçeya Çinar ê Amedê di nava malbatek welatparêz de hate dinê. Mîna bi hezaran zarokên ku li Kurdistanê rûyê hovane yê dijmin di temenek pir biçûk de dît, hevrê Bêrîtan jî di temenek pir biçûk de rû bi rûyê vê rastiyê ma û sala 1992’yan biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Tevî ku di zarokatiyê de beşdar bû jî, her tim berpirsyariyên mezin girt ser xwe. Lewma her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî ya 33 salan, ji bo cîhan û Kurdistaneke ku zarok bikarin lê azad bilîzin, têkoşiya û temenê xwe wiha tejî derbas kir. Bêyî ku kêliyekê jî raweste, ev 33 salên bi berxwedan û têkoşînê derbas bû, di serî de jin ji bo hemû gelê me berxwedaneke mezin, xwestek, îrade, dilsozî û tecrubeya jiyanê hiştiye. Dîroka berxwedanê ya jinê ku Rêbertiya me dibêje hîna li benda nivîsandinê yê, bi jiyana bêhempa ya hevrêyên me yên mîna Bêrîtan Amed tê nivîsandin.

Li hemû qadên lê dima mezintirîn armanc û xwesteka wê gihandina fikir û parêznameyên Rêber Apo bû ku bi taybetî jî ev yek ji bo jinan dikir. Dilsoziya wê ya ji bo Rêber Apo hemû caran di asta herî bilind de bûye, hemû caran ev dilsozî zêdetir bûye û berdewam kiriye.

Ew hertim hîndekar bû

Hevrêya me Bêrîtan a ku di sala 1992’yan de tevlî nava refên têkoşînê dibe, ji Amedê heya GAP’ê, ji Cûdî heya Heftanînê, ji Zagrosan heya Garê, ji Qendîlê heya Mexmûrê li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat têkoşîn daye meşandin. Tevî ku di nava pratîka şer de gelek caran birîndar bû ye jî tim û tim berê xwe da ye qadên ku lê pratîka zêde û şerê dijwar heye. Bûye yek ji wan hevalan ku di pêşketina Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê de xwedî kedeke mezin. Prensîbên îdeolojiya rizgarbûna jinan hem li gel xwe û hem jî li gel hevrêyên xwe û hemû jinan pêş xistine, ji bo xwegihandina jina azad gelekî hewl daye. Xwe gihandiye asta jineke ku dixwaze têkildarî felsefeyê di hemû mijaran de bi Rêber Apo re nîqaş bike û biaxive û bi xeyala ku rojekê li gel Rêbertiya me van yekan nîqaş bike û bi vê hêviyê tevlî jiyanê bûye. Dema ku hewce bûye li qadên şer ên herî dijwar bi  çeka xwe li hemberî dijmin şer kiriye, ji bo avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan di nava xebatên qada civakî û xebatên birêxistinkirinê de cihê xwe girtiye. Li gel jiyan, hevrêtî, dilsozî, fedekarî, xwesteka têkoşînê û kesayeta xwe ya jina sade bûye hevrêyeke ku weke hevrêyên wê tim ji me re bûye hîndekar û me ew şopandiye.

Heta kêliya dawî bi bawerî û bi hêvî bû

Hevrêya me Bêrîtan ku ew demeke dirêj bû tedawî dibû, tu caran teslîmî nexweşiya xwe nebûye û bêyî jidestdana hêviya jiyanê bi hêviya sax bibe û vegere çiyayan ev pêvajo derbas kiriye. Tevî ku nexweşiyeke giran û pêvajoyeke tedawiyê ya giran derbas kiriye jî ji bo tevlîbûna pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêbertiya me înîsiyatîf standiye û daye destpêkirin, hêviya xwe tu caran ji dest nedaye û heya kêliya xwe ya dawîn bi vê bawerî û hêviyê jiya. Hevrê Bêrîtan tam evîndara çiyê bû, çend saet beriya şehîd bibe di peyameke bi dîmen a ji me re şandî de hêvî û xwesteka xwe ya ji bo di demek nêz de vegere çiyê anî ziman. Car din nîşan da ku dilsoziya wê ya bi çiyê û hevrêyên wê re pêşiya her tiştî tê.

Hevrêya me Bêrîtan berxwedaneke pir mezin, têkoşîn, hezkirina hevrêtiyê, dilsozî, îrade û gelek taybetmendiyên din ên bedew tevlî 33 salan kir û 27’ê Tebaxa 2025’an tevlî karwanê şehîdên nemir bû. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê vê mîrateya ku wê ji şehîdan wergirtî û dewrî me kirî, mezin bikin û bidin jiyîn.” Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Bêrîtan Amed a şehîd bûye, bi vî rengî ne:

Bêrîtan Amed (Semra Duva), li Amedê jidayîk bûye, 27’ê Tebaxa 2025’an şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.