Xeterî li ser Werîşe, Pexşan û Şerîfe heye
Pêncşem 4 Îlon 2025 - 03:50
Berdevka Komîteya Azadî ya Girtiyên Siyasî bal kişand ser xeteriya li ser girtiyên siyasî Werîşe, Pexşan û Şerîfe û got: “Rewşa li herêmê pir hestiyar e, her ji roja piştî ‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kirî heta niha zexteke zêde li ser Rojhilatê Kurdistanê heye. ”
Salvegera ‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya sala 2022’yan ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû destpêkirin nêzîk dibe. Piştî vê serhildanê û şûnde rejîma Îranê her kesê azadîxwaz girt cezayê darvekirinê lê birî. Di vê çarçoveyê de cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî hat birîn. Di derbarê Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û rewşa girtiyên siyasî Çalakvana Mafê Jinan û Berdevka Komîteya Azadî ya Girtiyên Siyasî Şîwa Mehbûbî axivî.
Şîwa Mehbûbî bal kişand ser Şoreşa Jin, Jiyan Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê û got: “Niha li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê şoreşa jinan cihekî xwe yê girîng û rola xwe heye. Şoreşa ‘Jin,Jiyna,Azadî’ bû sedem ku jin yekgirtî bin. Bû bingeheke werçerx ya azadiya jinan, civak û yeksanî jiyan, edalet û mirovatî ava kir. Jin û bi taybet jinên Kurd salên borî di hemû astên civakê de çalak bûn û di nava karên siyasî de jî xwedî roleke mezin bûn.”
Berdevka Komîteya Azadî ya Girtiyên Siyasî Şîwa Mehbûbî qala zextên rejîma Îranê ya li ser jinan û dayikên azadîdxwaz kir û wiha pê de çû: “Rewşa li herêmê pir hestiyar e, her ji roja piştî ‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kirî heta niha zexteke zêde li ser Rojhilatê Kurdistanê heye. Rojane welatî tên binçavkirin, îşkencekirin û destdirêjiya li ser jinan zêdetir bûye.”
Şîwa Mehbûbî da xuyakirin ku divê çalakiyên nerazî yên jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêdetir bibin.
SILÊMANÎ-ROJNEWS