Jinên Kobanê xwedî li Şerîfe derketin
Pêncşem 21 Tebax 2025 - 03:38
Kongra Star biryara darvekirinê ya dadgeriya Îranê ya li dijî aktîvîsta Kurd Şerîfe Mihemedî şermezar kir. Endamên Kongra Star li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê heta dawiyê bi jinên ji Rojhilatê Kurdistanê re bin.
Endama Kongra Star Xunav Xelîl daxuyanî da û got:“Şerîfe Mihemedî ji bo tevahî jinan rabû, ji bo mafên jinan li ber xwe da. Bi sedan jin li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin, lê va ye berxwedana wan jinan li hember wê desthilatdariyê hîna mezintir û zêdetir dibe, bi hezaran jin radibin, israr û berxwedana wan li hember sîstema qirker û dagirker zêde dibe. Em jî wek jinên Kobanê em ê heta dawiyê bi jinên ji Rojhilatê Kurdistanê re bin. Jin wê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî desthilatdariyê ji holê rakin, wê jin bibin pêşengên tevahî cîhanê û bibin pêşengên azadiyê.” Piştî xwendina daxuyaniyê, sêdarek hate şewitandin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
ANHA/KOBANÊ