Qada tenduristiyê gav bi gav têk diçe

În 20 Sibat 2026 - 03:15

Bajar û gundewarên Kobanê ji 20`ê Çileya îsal ve di dorpêçê de ne. Di nava şert û mercên dorpêçkirinê de niha jiyana 600 hezar mirovî di xetereyê de ye. Saziyên tenduristiyê ji ber peydanekirina dermanan êdî ji xizmeta civakê derdikevin. Li gorî agahiyên nûçegihanên li Kobanê dane, dibe ku Laboratuwara Navendî ya Kobanê ji ber ku derman derbasî Kobanê nabin, ji xizmetê derkeve.  Nexweşxane û navendên tenduristiyê li gorî dermanên li ber destê wan mane hîna dixebitin, dermanên nexweşiyên wekî dil, şekir, tansiyonê derbas nabin û dermanên destwerdana destpêkê li Kobanê gelekî kêm bûne. Nûçegihanan da zanîn ku li dermanxane û bazara Kobanê êdî peydakirina şîr û dermanên zarokan gelekî zehmet bûye. Jiyana hemû zarokên di pêçekê de di xetereyê de ye. Her wiha ji ber madeyên sotemeniyê nayên peydakirin, gel nikare sobeyên mazotê bi kar bîne. Pirsgirêkên av û elektrîkê jî gelekî zêde bûne. Niha li bajarê Kobanê û gundewarên wê gel li gorî derfetên di destê xwe de jiyana xwe berdewam dikin û pirsgirêkên wan yên tenduristî, xizmetguzarî û aborî her ku dorpêç dirêj dibe, girantir dibin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.