Divê doza Werîşe û Pexşan bibe navnetewî
Pêncşem 8 Gulan 2025 - 03:20
Rojnamevan Peryan Ehmed Zerdeşt da zanîn ku rejîma Îranê ji jinan ditirse loma gefa darvekirinê li wan dixwe û got:"Divê doza Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî bibe pirsgirêkeke navneteweyî, da ku cezayên li ser Îranê zêdetir bibin.”
Birîna cezayê darvekirinê ya li jinên çalakvan ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya ji aliyê rejîma Îranê ve didome. Di vê çarçoveyê de, ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn. Di vê derbarê de rojnamevan Peryan Ehmed Zerdeşt axivî.
Peryan Ehmed Zerdeşt der barê armanckirin a jinan ji aliyê rejîma Îranê ve û sepandina cezayê darvekirinê ya li ser wan de wiha got : “Rayedar û berpirsên Îranê ji dengê jinan tirsiyane û hewl dane dengê wan bibirin. Ji ber ku ew bawer dikin ku eger jin hişyar be, ew ê pêşengiya şoreşê bike, wek şoreşa Jîna Emînî, ku dirûşma wê ‘Jin Jiyan Azadî’ bû û paşê ev dirûşme bû dirûşmeyek cîhanî.”
Rojnamevan Peryan Ehmed di dawiya axaftina xwe de got, “Divê doza Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî bibe pirsgirêkeke navneteweyî, da ku cezayên li ser Îranê zêdetir bibin.”
SILÊMANÎ-ROJNEWS