Cezayê Werîşe Muradî hat betalkirin

În 12 Kanûn 2025 - 03:15

Cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd a ji herêma Sine (Sine) û endama Komeleya Jinên Azad ên Kurdistanê (KJAR), hatiye betalkirin. Ew li Zindana Evînê tê girtin û doz ji bo nirxandineke nû ji dozgeriyê re hatiye şandin.

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw wergirtiye, Şaxa 9'emîn a Dadgeha Bilind vê dawiyê ji ber lêkolînên nebaş cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî betal kiriye. Doz ji bo ji nû ve nirxandinê ji Şaxa 15'emîn a Dadgeha Tehranê re hatiye şandin.

Parêzerê Werîşe Mûradî, Mistefa Nîlî got; “Dadgeha Bilind a Îranê piştî lêkolîna li ser dosyaya muwekîla min kir, Şaxa 10’emîn ya Dadgeha Şoreşê ya Îranê, cezayê darvekirinê ku li muwekîla min hatibû birîn, rakir."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.