Bidarvekirina neteweyekê ye
În 2 Gulan 2025 - 03:20
Zêdebûna cezayên darvekirinê yên ku li ser çalakvanên jin ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê têne birîn, berdewam dike. Rejîma Îranê taybet zext û êrişek tund li ser jinên çalakvan, dide meşandin. Hinek jinên ku bi xebatên xwe yên di nava civakê de bûn hedefa rejîma Îranê jî Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî ne ku bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin.
Têkildarî mijarê Civaknas û Femînîsta Rojhilatê Kurdistanê Arêz Mihemed axivî. Arêz Mihemed balkişand li ser hedefgirtina jinên çalakvan ji aliyê rejîma Îranê ve û got:“Yasayên Îranê li dijî jinan in û ji Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azad’ vir ve, cezayên li dijî jinan zêdetir bûne. Ji ber ku pêşengên Serhildanê jin bûn. Ji bo wê Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî cezayê darvekirinê li ser birîn. Li gel vê, li gorî daneyan di navbera salên 2010 û 2025’an de, zêdetirî 100 jin bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin. Îran bi darvekirina sê girtiyên siyasî yên jin, dixwaze tola xwe ji jinan û şoreşa Kurdî hilîne. Darvekirina wan darvekirina civakê ye, ji ber ku tenê nûnertiya xwe nakin her wiha nûnertiya neteweyekê jî dikin.”
Jin jiyan azadî werçerxek bû
Civaknas Arêz Mihemed dewama axaftina xwe de qala yekrêzî û yekdengiya jinên Kurd û Îranê ya li dijî cezayên darvekirinê kir û got:“Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azad’, di têkoşîna jinên Kurd de xalek dîrokî ya werçerxê çêbûye. Her çiqas dengê jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî rast negihîştibe rêxistinên mafên mirovan û cîhanê jî, bandorek baş li ser dengê jinan kiriye. Bi komkirina îmzayan, dixwazin pêşî li darvekirina Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî bigirin. Parlamentoyên welatên din hewl dane ku têkiliyên xwe bi Îranê re kêm bikin. Beşdarbûna çalakvan û azadîxwazan li hindir û derveyî welat bi yekdengî û yekîtiyê, dikare bandorek erênî li ser rakirina cezayê darvekirinê ji bo van sê girtiyên siyasî yên jin û girtiyên din bike. Hêvîdarim kesên ku di navendên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî de dixebitin bibin dengê jinên Kurd û Îranî, da ku dengê wan li çar aliyê cîhanê were bihîstin û pêşî li darvekirina cezayê bigirin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ