Wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn

Şemî 8 Mijdar 2025 - 03:55

  • HPG NRÇ’ê 10 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got:“Bi îdeolojiya Apoyî xwe kirin milîtanên yeman û erkên xwe bi serkeftî bi cih bînin.”

HPG NRÇ’ê 10 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:“Em hevrêyên xwe Agirî Mukriyan, Şiyar Serdar, Koçer Tîrej, Şiyar Milîtan, Zinar Sertav, Şervan Şoreş, Tolhildan Ejder, Erdal Tekoşer, Afat Colemêrg û Rohat Eruh ên ku ji bajarên cuda ên Kurdistanê tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn, bi ruhê fedayî yê Apoyî şer kirin, hemû hebûnên xwe fedayî azadiya gelê me kirin û di dîrokên cuda de şehîd bûn, bi rêzdarî bi bî tînin. Hevrêyên me yên ku di serdema herî girîng a têkoşîna me de, 2008, 2009 û 2010’an de şehîd bûn, bêyî dudilî têkoşiyan. Di rêya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bidestxistina statuya  gelê me de kedekî mezin dan. Bi îdeolojiya Apoyî xwe kirin milîtanên yeman û hewl dan erkên xwe bi serkeftî bi cih bînin. Hevrêyên me Agirî, Şiyar, Koçer, Şiyar, Zinar, Şervan, Tolhildan, Erdal, Afat û Rohat ên ku di qad û dîrokên cuda de şehîd bûn, tevlî karwanên şehîdan bûn û bûn nirxên mezin ên gelê me. Em şehîdên xwe yên ezîz ku manewiyata me ya herî mezin diafirînin, bi rêzdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û biryardariya xwe ya biserxistina têkoşînê re careke din tînin ser ziman.

Em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji bo tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin. Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:

Agirî Mukriyan (Huseyîn Mamkadirî), li Mihabadê jidayîk bûye, sala 2008’an li Zapê şehîd bû.

Şiyar Serdar (Huseyîn Taşkin), li Rihayê jidayîk bûye, 21’ê Adara 2009’an li Metîna şehîd bû.

Koçer Tîrêj (Turgut Bunul), li Mereşê jidayîk bûye, sala 2010’an li Cûdî şehîd bû.

Şiyar Milîtan (Azîz Gurbuzer), li Elezîzê jidayîk bûye, 17’ê Tebaxa 2010’an li Selmasê şehîd bû.

Zinar Sertav (Serdar Karabal), li Amedê jidayîk bûye, sala 2010’an li Amedê şehîd bû.

Şervan Şoreş (Abdurrahîm Uçar), li Mêrdînê jidayîk bûye, 20’ê Tîrmeha 2010’an li Zapê şehîd bû.

Tolhildan Ejder (Adem Yumlu), li Qersê jidayîk bûye, 24’ê Tîrmeha 2010’an li Seqiz şehîd bû.

Erdal Tekoşer (Yakup Tuncer), li Mûşê jidayîk bûye, sala 2010’an li Xakurkê şehîd bû.

Afat Colemêrg (Eşref Demîr), li Colemêrgê jidayîk bûye, 4’ê Tebaxa 2010’an li Kelareşê şehîd bû.

Rohat Eruh (Ahmet Nas), li Sêrtê jidayîk bûye, 24’ê Mijdara 2010’an li Kelareşê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.