Newroz divê bibe azadiya Rêber Apo
Çarşem 18 Adar 2026 - 15:00

- Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Newroza 2026'an divê bibe "Newroza azadiya Rêber Apo" û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewlet gavên şênber biavêje.
Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan axivî û pêvajoya li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand. Hevpeyvîna bi Mûrat Karayilan re bi vî rengî ye:
"Berî her tiştî ez silav û rêzên xwe pêşkêşî tevahiya gelê me dikim. Belê, îsal em hem cejna olî hem jî ya neteweyî bi hev re pêşwazî dikin. Di serî de ya Rêber Apo, ez Newroz û cejna Remezanê ya dayikên şehîdên me yên leheng, malbatên wan û hemû hevalên me pîroz dikim. Em hêvî dikin ku ev cejnên ku bi hev re tên pîrozkirin, bandorê li ser rojeva heyî û civakên bawermend bikin. Di vê çarçoveyê de ez cejna her kesê xwedî bawerî careke din pîroz dikim.
Cejna Newrozê bi têkoşîna me re gihiştiye asteke nû. Bi taybetî nirxandinên Rêber Apo yên li ser dîroka gelê me, tevgera Medya û derketina Newrozê, girîngiyeke mezin da Newrozê. Nirxandinên ku li ser vê bingehê hatin pêşxistin, ji bo me bû rojeke nû û derketineke nû. Ji ber vê yekê heval Mazlûm Dogan di şert û mercên zindana Amedê de roja Newrozê bi 3 darikên kibrîtê pîroz kir û çalakiya xwe ya dîrokî pêk anî. Dîsa şoreşgerên wekî Zekiye Alkan û Rahşan Demirel bedenên xwe dan ber agir û agirê Newrozê gur kirin û Newroz pîroz kirin. Ji ber vê yekê di dîroka têkoşîna me de cihê Newrozê girîng û taybet e. Li ser vê bingehê ez hemû şehîdên Newroz û şoreşê di şexsê Kawayê Hemdem heval Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de bi bîr tînim û li ber wan bejna xwe ditewînim.
Di vê dema dawî de hin kesayetên ku keda wan di têkoşîna gelê Kurd de heye, rol lîstine û fedakariyên berçav kirine, ji ber nexweşiyê wefat kirin. Di serî de heval Salih Muslim (Bavê Welat), heval Osman Kiliç (Gundî) û Ehmed Huseynî, ez hemû hevalên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêz û minet bi bîr tînim û li ber xatirên wan bejna xwe ditewînim.
Ev şerê berdewam dike tevahiya herêmê girtiye nav xwe. Ev Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji bo herêmê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bikin tê meşandin. Ew şerekî di navbera hêzên hegemonîk û statukoparêz de ye. Tu eleqeya gelên herêmê bi vî şerî nîne. Ev şer ne şerê gelên herêmê ye. Ji ber vê yekê, em di vî şerî de ne aliyê ti kesî ne. Wekî tevger, xeta me ya sêyemîn a xeta azadî û demokrasiyê ji bo gelan heye. Em li ser vê bingehê tevdigerin. Lê ev şer zirarê dide her kesî. Bi gotineke din, sivîl û kesên ku têkiliya wan bi tu aliyan re tune ne zirarê dibînin. Di aliyê siyasî, aborî, civakî û leşkerî de bandorê li tevahiya herêmê dike. Di encama desteserkirina Tengava Hurmuzê, bandorê li tevahiya aboriya cîhanê jî dike. Jixwe di vê çarçoveyê de rojeveke berfireh heye. Lê bêhtir bandorê li gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê dike. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê gelekî girêdayî nirxên xwe ye, xwedî hestekî kûr a dîrok û welatparêziyê ye. Bi vê wesîleyê ez bi rêzdarî gelê Rojhilatê Kurdistanê silav dikim. Di pêvajoyek ewqas girîng de, divê gelê me bêtir xwe birêxistin bike, bi hişmendî tevbigere û ji her cure êrîş û rewşan amade be. Ger êrîşek li dijî gelê Rojhilatê Kurdistanê pêş bikeve, bê guman em ê li pişt wan bisekinin. Bê guman, divê hemû gelê Kurd bi ruhekî neteweyî piştgiriyê bidin hev.
Yek ji berhemên mezin ên Rêber Apo Stratejiya Neteweya Demokratîk e. Nêzîkatiyên teng ên neteweperest rol û mîsyona gelê Kurd teng dikin, dixe qalibekî û bi tenê hiştinê re ji hêzê dixe. Siyaseta wiha ya paşverû û teng a neteweperestî xizmeta gelê Kurd nake. Gelê Kurd di nav xwe de asê dike. Ev nêzîkatî, ji xizmeta gelê Kurd wêdetir, berevajî vê ye; em dizanin ku ev êrîş ji hêla dijmin ve têne birêve birin. Trolên dijmin vê yekê dixin rojevê. Ji ber ku dijminên gelê Kurd herî zêde ji siyaseta neteweya demokratîk ditirsin. Mînak, ew dibêjin, “Ma Kurd kî ne ku gelê Ereb û Tirk têxin nava tevgerê?” Ew her tim Kurdan wekî kole dibînin. Ji ber vê yekê, ew bêtir li dijî siyaseta neteweya demokratîk tevdigerin. Em ji rapor û tomarên cûrbecûr dizanin ku ew herî zêde ji siyaseta neteweya demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşxistin ditirsin.
Mînak dema QSD’ê li Rojava heta Dêrazor û Reqayê çû bi gotina, “Çi karê Kurdan li wê derê heye, çima ciwanên Kurd dişînin mirinê” rexne dikirin. Dema ku QSD’ê ji wê derê vedikêşe dîsa rexne dikin. Ji ber ku karê wan rexnekirin û reşkirina rastiyan e. Di rastiyê de ev ne rexnekirin e. Her kes ji bo rexneyê rast vekirî ye. Em tevgera rexne û rexnedayînê ne. Mafê welatparêzan heye ku bi gotina, ‘Çima wisa bû’ rexne bikin. Lê li vir ne rexne reşkirin û berovajîkirina rastiyan heye.
Belê, di destpêka meha Çileyê de bi tarzek komploger êrîşî gelê me yê Rojava hate kirin. Bi vê yekê re gelê Kurd li her çar parçeyan kete nava liv û tevgerê; sekneke neteweyî û ruhekî bilind raber kir û banga yekîtiyê kir. Gelê me di pratîkê de yekîtiya xwe ava kir. Têkildarî vê yekê mirov dikare bêje siyaset li paş maye. Gel çû pêşiya siyaseta Kurd. Ev rastiyek e.
Îro herêma me dikele, şer heye û armanca vî şerî jinûve dîzaynkirina herêmê ye. Her kes ji bo welatê xwe dixebite. Em Kurd jî divê wisa bikin. Lê belê niha tu lê dinêrî, li cem Kurdan her kes ji bo welatê xwe na, her kes ji bo partiya xwe dixebite. Lê belê divê berjewendiyên welat û gel li ser hertişî re bên girtin. Ev pirsgirêkek cidî û neteweyî ye. Divê ev were derbaskirin.
Cejna Remezanê û Newrozê li pêşiya me ye. Di nava çend rojan de, em ê Cejna Newrozê û Remezanê bi hev re pîroz bikin. Newroza 2026'an divê bibe "Newroza azadiya Rêber Apo" û ji bo serketina pêvajoyê divê dewlet gavên şênber biavêje. Gelê me dîsa li qadan banga yekîtiyê dike. Newroza îsal, bi şîara Azadiya Rêbertî û Yekîtiya Demokratîk a Kurdan tê pênasekirin. Weke tevger em yekîtiya demokratîk a Kurdan weke xisûsek stratejîk dinirxînin. Em van bi armanca propagandayê nabêjin. Yan jî em nabêjin, ‘çêbe jî wê çêbe, nebe jî wê çêbe’. Em dibêjin, ‘eger nebe, nabe’. Divê yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe.
Rêber Apo di salvegera yekemîn a vê hemleyê de daxuyaniyeke girîng da. Got, “Êdî di pêvajoyê de qonaxa duyemîn destpê kir.” Gelek derdor ne li bendê bûn ku tevgera me bi vî rengî bi Rêber Apo re pêvajoyê pêş bixe. Gelek derdoran şîrove dikir, digotin, ‘îkna nabin’. Gelek kesan hêvî dikir ku di nava tevgera me de parçebûn çêbibe. Lê dema borî pir baş nîşan da ku weke rêveberî, çêker, şervan û gel, yanî em hemû bi Rêber Apo re yek in. Ev di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê de sekneke pir girîng e. Bi vî rengî di her qonaxê de pêşxistina ruhê yekîtiyê, mijareke ji rêzê nîne. Li ser vê bingehê ji aliyê me ve pêvajo bi rengekî serketî hatiye pêşxistin û me wezîfeyên xwe bi cih aniye. Mijarên herî girîng, fesixkirina PKK’ê û rawestandina stratejiya şerê çekdarî bû. Guhertina di van xisûsan de helbet ne tiştekî ji rêzê ye.
Niha wê Meclîsa Tirkiyeyê di vê mijarê de biryareke mayînde bistîne yan na? Yanî wê pirsgirêka ku bi sedsalan e berdewam dike, çareser bike yan na? Ji bo vê yekê pêvajoya heyî gelekî girîng e? Di vê mijarê de wê TBMM li ser navê dewleta Tirk biryarê bide. Em jî ji rayedarên dewleta Tirk hêvî dikin ku di vê mijarê de biryareke têkildarî çareseriya rastîn pêş bixin. Bi rastî jî divê ev pirsgirêka ku bi sedsalan e berdewam dike, bi awayekî mayînde were çareserkirin. Divê ev yek were zanîn ku bi tenê derxistina hin yasayên têkildarî bêçekkirina gerîlayan wê têrê neke. Ger li ser navê çareseriyê bes li ser vê yekê bixebite, helbet ev yek nabe.
Beriya her tiştî mîmarê vê serdemê Rêber Apo ye. Heya ku pirsgirêka azadiya Rêber Apo neyê çareserkirin ev pirsgirêk jî çareser nabe. Azadiya Rêber Apo, hem siyasî, hem civakî, hem dîrokî û hem jî exlaqî hewcehiyek e.
Em qala serdemeke ku du ihtîmalên wê hene, dikin. Divê em ji her du aliyan ve jî amadehiyan bikin. Rewş û alternatîf her çi dibib bila bibin divê em ji hemû aliyan ve amade bin, girêdayî vê yekê xwe zêdetir birêxistin bikin û tev bigerin. Divê gelê me bi vî awayî nêzîk bibe. Ger wisa be, em ê bi her awayî encamê bi dest bixin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN















