Erkeke dîrokî girtin ser milên xwe
Şemî 6 Kanûn 2025 - 03:55

- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ), ewladên qehreman ên gelê Kurd Abbas Heftanîn, Axîn Baksî, Demhat Maxmûrî, Sîpan Bêwar û Zinar Bahoz ku di sala 2018’an de ‘li dijî êrîşên dijmin bi ruhekî fedaî şer kirin û gihiştin şehadetê’ bibîr anî.
HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî. HPG-NRÇ’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got:“Em ewladên qehreman ên gelê Kurd Abbas Heftanîn, Axîn Baksî, Demhat Maxmûrî, Sîpan Bêwar û Zinar Bahoz ên ku di têkoşîna sala 2018’an de li dijî êrîşên dijmin bi ruhekî fedaî şer kirin û gihiştin şehadetê, bi hezkirin û hurmetî bibîr tînin. Hevrêyên me Abbas, Axîn, Demhat, Sîpan û Zinar di demeke ku dewleta Tirk hewl dida Tevgera me tasfiye bike û li ser gelê me operasyonên qirkirinê pêk dianî de, peywirek dîrokî girtin ser milên xwe. Hevrêyên me yên ku bi hişmendiya berpirsyariya dîrokî tevgeriyan, li hemberî her peywira ku Tevgera me daye pêşiya wan bi rengekî cidî û xurt nêz nêzbûne û berpirsyariyên xwe bi cih anîne. Ji bo biserketina armanca Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bêdudilî bi rengekî çalak tevlî bûn. Bi fedakarî û tevkariyên mezin ên ku ji bo pêkanîna felsefeya azadiyê nîşan dan, di dîroka me ya têkoşînê de şopên kûr hiştin. Hevrêyên me dizanin ku serketin tenê bi israrkirina di şêwaza têkoşînê ya Apoyî de dikare were bidestxistin û li ser vê bingehê bi pratîkên xwe bûn delîla herî mezin a vê yekê. Têkoşîna fedakar û helwesta bi biryar a hevrêyên me wê her tim rêya me ronî bike. Em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên qehreman Abbas, Axîn, Demhat, Sîpan û Zinar û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku armanca şehîdan bigihînin serketinê.
Nûnerên sekna gelê me yê berxwedêr
Hevrêyê me Abbas li Gundê Elemûn ê girêdayî Qilebana Şirnexê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku li gel cesaret, fedekarî û meşa xwe ya bêyî teredut a bi ser dijmin de dibe milîtanekî Apoyî yê pêşeng, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekîtê hezkirin û jêre rêz tê girtin. Hevrêyê me Abbas ê ku di kesayeta xwe de bi awayekî serkeftî nûnertiya sekna gelê me Botanê ya berxwedêr û ji heqîqetê tawîzê neda kir, di 29’ê Tîrmeha 2018’an de li herêma Cîloyê di encama êrîşeke dijmin de li gel hevrêyên xwe yên li cem wan tevlî karwanê şehîdan bû.
Hevrêya me Axîn, mîna endamek malbata Baksî ku bi welatparêziya xwe tên nasîn li Êlihê dayîk bû. Hevre Axîn ji malbateke welatparêz ku berdêl dane dihat. Piştî 12 salan li dibistanên Tirkiyeyê xwend, dev ji dibistanê bi giştî berda. Bi hişmendiya azadiyê ku ji malbata xwe mîras girtibû, tevlî xebatên ciwanên şoreşger bû û ket nav têkoşîna azadiya gelê me. Di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrê Axîn, ku girîngiyek mezin dida têgihîştina têkoşîna azadiya jinan, hewl da ku hişmendiya jina azad a ku ji hêla şehîdên me yên qehreman ve hatî pêşxistin, bi jiyanî bike. Fedekariya wê ya di jiyanê de bala hevrêyên wê kişand. Ji destpêkê ve bi tevlîbûn û sekna xwe bû gerîlayek YJA Starê ya mînak. Hevrêya me Axîn ku xwedî kesayetiyeke pir durist, jidil, wêrek û fedekar bû, berdêl û keda malbata xwe ya ji bo têkoşîna Kurdistanê bi kesayeta xwe temsîl kir. Em sersaxiyên xwe yên dilsoz ji malbata rêzdar Baksî ku ewladên xwe Cîhan, Lamîa, Mahmut û Axîn Baksî fedayê doza azadiya gelê me kirin re dixwazin.
Hevrêyê me Demhat di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Mamxuran de li Colemêrgê hate dinê. Her çendî ku di xebatên xwe de girîngî bide veşartîbûn û ewlehiyê jî, sala 2008’an dîl kete destê dijmin. Hevrêyê me Demhat 5 salan weke girtiyê azadiyê li zindanên dijmin ma. Dala 2014’an berê xwe da Zagrosan, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Demhat piştî perwerdeya şervanên nû qedand li herêma Xakurkê dest bi xebatan kir, di nava xebatên girîng de cih girt. Hevrêyê me tempoya xwe ya têkoşînê her roja borî hîn bilindtir kir. Tevî hin nexweşiyên xwe yên kronîk ên ji dema zindanê, bi hezkirin û fedakarî tevlî her xebatê bû. Di demên ku êrîşên dijmin pir zêde bûn de, hevrê Demhat bi israr pêşniyar kir ku biçe qadên şer. Ji ber girîngiya xebatên wî, ev pêşniyar nehate qebûlkirin. Lê belê dilê wî her tim bi hevrêyên wî yên li eniyên şer re bû. Hevrêyê me ev yek di xebatên xwe de jî nîşan da, her tim tevlîbûneke bi moral û coş pêk anî û barê hevrêyên xwe sivik kir. Hevrêyê me Demhat 22’yê Adara 2018’an li qada Geliyê Reş di êrîşa dijmin de bi komek hevrêyên xwe re şehîd bû.
Hevrêyê me Sîpan li navçeya Milazgir a Mûşê di nava malbateke welatparêz û girêdayî nirxên Kurdîtiyê de hate dinê. Sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Sîpan sala 2017’an derbasî Bakurê Kurdistanê bû û têkoşîna xwe li vir domand. Ji bo tola bi dehan komkujiyên ku dewleta Tirk li ser gelê me pêk anîne hilîne, kêliya ku li bendê dima hat. Hevrê Sîpan ji bo vê armanca xwe pêk bîne, bi fedakarî ked da û têkoşiya. Hevrêyê me her derfet ji bo darbeyê li dewleta Tirk bixe nirxand û bi sekin, hewldan û tarzê xwe yê çalakger ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Sîpan 10’ê Cotmeha 2018’an li navçeya Gimgim a Mûşê di şerê li dijî dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Heta ku em xeyala hevrê Sîpan a ji bo Kurdistana azad pêk tînin, em soz didin ku têkoşîna xwe bi israr û biryardarî bidomînin.
Hevrêyê me Zinar li navçeya Hênê ya Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Sala 2015’an ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Bi perwerdeyên pratîk ên berê li Amed û Serhedê dîtî, fêrî jiyana çiyê û gerîla bû û tecrubeyên diyar bi dest xist. Li kuderê wezîfeyên herî zehmet hebin, xwe jê re pêşniyar dikir û ji bo serketina van wezîfeyan bû xwedî tevlîbûneke bêteredut. Hevrêyê me ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Ti carî ji coş, kelecan û biryardariya xwe tawîz neda. Ev yek qasî di jiyanê de, di qada şer de jî nîşan da. Hevrêyê me Zinar tevlî pêngavên şoreşgerî yên ku ji salên 2016’an û şûnde li Zagrosan destpê kir bû û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Hevrêyê me Zinar, yek ji wan mêrxasên wêrek bû ku di berxwedana destanî ya çiyayên Zagrosê de hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk têk bir, bi fedakarî û sekna xwe ya dilnizm, cewhera milîtaniya Apoyiyan di şexsê xwe de bi serketî temsîl kir.”
Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Abbas Heftanîn (Cîhan Yîgît), li Şirnexê jidayîk bûye, 29’ê Tebaxa 2018’an li Zapê şehîd bû.
Axîn Baksî (Evîn Baksî), li Êlihê jidayîk bûye, 29’ê Tebaxa 2018’an li Zapê şehîd bû.
Demhat Mamxurî (Ferman Turgut), li Colemêrgê jidayîk bûye, 22’ê Adara 2018’an li Xakurkê şehîd bû.
Sîpan Bêwar (Ozgur Aydemîr), li Mûşê jidayîk bûye, 18’ê Cotmeha 2018’an li Mûşê şehîd bû.
Zinar Bahoz (Omer Turk), li Amedê jidayîk bûye, 24’ê Nîsana 2018’an li Avaşînê şehîd bû.
BEHDÎNAN













