Heta nefesa dawî xwedî li nirxan derketin

Sêşem 9 Kanûn 2025 - 03:55

  • HPG-NRÇ'ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got:"Bi kesayetiya xwe ya bi biryar heta nefesa xwe ya dawî nirxên gelê me parastin û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin.

HPG-NRÇ'ê şehîdên sala 2024'an bi hurmet bi bîr anî. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:"Em zarokên egîd ên gelê Kurd û Ereb, Çigdem Derwêş, Şîlan Çiya, Kawa Tebqa, Şîraz Nemir û Ciwan Çiyager ên ku di sala 2024’an a têkoşînê de li Zap û Garê gihîştin şehadetê, bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin. Mîlîtanên fedayî yên Apoyî yên li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Cûdî yên Herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê li ber xwe dan, hevrêyên me Çigdem, Şîlan, Kawa, Şîraz û hevrêyê me Ciwan ê ku li Garê gihîşt şehadetê, bûn parêzvanên xeta PKK’ê ya bi biryar. Di sala 2024’an a têkoşînê de, di pêvajoyeke ku êrîşên dijwar li dijî tevgera me hebûn, bi ruhê fedayî yê Apoyî di xebatên binesaziyê, li erdê û di tunelan de weke tîmên profesyonel têkoşîn kirin. Hevrêyên me yên fedayî, bi tevlîbûna xwe ya bi wêrekiya mezin, mîsyona xwe ya dîrokî pêk anîn. Bi kesayetiyên xwe yên bi biryar û israr, heta nefesa xwe ya dawî li nirxên gelê me xwedî derketin û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Çigdem, Şîlan, Kawa, Şîraz û Ciwan, sersaxiyê ji gelê Kurd û Ereb ê welatparêz re dixwazin û dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe, ji cihê ku lê rawestiyan, bi heman biryardariyê bidomînin.

Rihê bihevrejiyanê ya gelan bûn

Hevrêya me Çigdem li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz û xwedî hişmendiya Kurdewar de hate dinê. Di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Çigdem a ku şêwaza jiyana fedayî ji gelek hevrêyên xwe yên ku pê re têkoşîn kiribûn, dîtibû û ev hevrê ji xwe re kiribûn mînak, anî ziman ku ew ê karibe armancên xwe yên ku ji dema tevlîbûna nava refên gerîla ve dixwest pêk bîne, tenê di nava Hêzên Taybet de pêk bîne. Li ser vî esasî bi israr pêşniyar kir ku derbasî xebatên Hêzên Taybet bibe. Hevrêya me Çigdem ku bi saya sekna xwe ya mîlîtantiyê ya di jiyanê de, di asta bi îdîa û biryardariya ku gihîştibûyê, pêşniyara wê hate pejirandin, tevlî perwerdeya dewra bingehîn bû û gava xwe ya destpêkê avêt. Hevrêya me xwest ku demildest derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ya ku şer lê bi awayekî giran diqewimî, bibe û bi tevlîbûna berxwedana destanî ya li wir, erk û berpirsiyariyên xwe yên şoreşgerî pêk bîne. Hevrêya me Çigdem a ku bi wêrekî û bêyî dudilî çû ser dijmin û hêrs û kîna ku di dilê xwe de kom kiribû veguherand çalakiyê, bi pratîka xwe têkneçûna mîlîtaniya Apoyî çespand. Hevrêya me tevlîbûneke li gorî mîsyona pêşengiyê ya YJA Starê pêk anî.

Hevrêya me Şîlan li Efrînê ya ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, di nava malbateke girêdayî nirxên Kurdî de hate cîhanê. Dema êrîşên çeteyan li ser Rojava zêde bûn, hevrêya me ku dît dem hatiye ew jî di nava refên berxwedanê de cih bigire, di sala 2016’an de derbasî xebatên leşkerî bû. Hevrêya me ku dizanî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi dehan salan e hêza yekane ye ku gelê me diparêze, weke şoreşgereke Kurdistanê dît ku divê ew bigihîje çarçoveyeke neteweyî ya berfirehtir û ji bo her parçeyekî welatê me têkoşîn bike. Hevrêya me ku dizanî ev tenê bi gihiştina çiyayên Kurdistanê pêk tê, bi vî awayî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Şîlan a ku êdî gerîlayeke YJA Starê ya jêhatî bû, bi israr pêşniyar kir ku derbasî qadên ku dewleta Tirk bi giranî êrîşî wan dike, bibe. Di pêvajoyeke ku şer herî giran bû de derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû. Hevrêya me ku di gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk de tevkariyên girîng kir; bi wêrekî, fedakarî û tevlîbûna xwe ya bê dudilî barê hevrêyên xwe sivik kir û ji bo wan bû çavkaniya hêz û moralê.

Hevrêyê me Kawa li Tebqayê di nava malbateke welatparêz de hate cîhanê. Her ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir û di Berxwedana Serdemê de êşên ku gelê me dît, kir ku ew bikeve nava lêgerînên kûr. Hevrêyê me ku di sala 2017’an de tevlî refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrêyê me ku ji bo ku berpirsiyariyên xwe yên dîrokî li hemberî operasyonên ku dewleta Tirk di 17’ê Nîsana 2022’an de li dijî qadên Zap, Avaşîn û Metîna dabû destpêkirin pêk bîne, israr kir û berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me Kawa yê ku bi kesayeta xwe ya dilnizm û gihîştî, li her derê barê hevrêyên xwe hildida û mîlîtanekî bi biryar ê jiyana partiyê bû, karî bibe yek ji hevrêyên ku ruhê serdemê di xwe de şênber kiriye. Hevrêyê me ku parêzvanekî bêrawestan ê prensîbên partiyê bû û di xeta fedayî de gavekê jî dudilî nebû, hemû erkên ku li Eyaleta Şehîd Delîl Zagros girtin ser xwe, bi serkeftî bi cih anî.

Hevrêyê me Şîraz, di eslê xwe de ji Serêkaniyê ye, weke endamê malbateke welatparêz a eşîreta kevnar a Ereb Cês li Şamê hate dinê. Di sala 2019’an de dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku xwedî dike, êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin, hevrêyê me Şîraz di çeperên berxwedanê de cihê xwe girt û bi wêrekiya xwe rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest xist.  Li ser zêdekirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û veguherîna wan a êrîşên dagirkeriyê, bi israr xwest derbasî qadên ku şer lê giran e, bibe. Hevrêyê me Şîraz ku bi tevlîbûna xwe ya serkeftî û çalak a di perwerdeyê de, kesayeta xwe ya durist, jidil û fedakar karî hevrêyên xwe îqna bike, bi îdîa û biryardariyeke mezin berê xwe da herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê. Hevrêyê me Şîraz ku bi kesayetî û tevlîbûna xwe ya fedayî ya li têkoşînê, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi cih anî, bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me Ciwan di eslê xwe de ji malbateke Efrînî weke endamekî malbatê li Helebê hate cîhanê. Hevrêyê me ku ji şehadeta Apê xwe Ciwan a di sala 2017’an de li qada Girê Spî gelekî bandor bû, hewl û biryardariya xwe ya têkoşînê hîn zêde kir û soz da ku wê têkoşîna şehîdan dewr bigire. Hevrêyê me ku di destpêkê de di xebatên leşkerî yên herêmî de cih girt, bi girtina navê Apê xwe yê şehîd Ciwan kêfxweşiya pêkanîna xeyala xwe jiyan kir. Piştî ku li Rojava demekê li qadên cuda têkoşîn kir, li ser êrîşa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû. Bi xwendina nirxandinên kesayetiyê û parastinên rêbertiya me, pîvanên mîlîtaniya Apoyî di xwe de pêş xist. Hevrêyê me Ciwan ê ku bi enerjiya xwe ya mezin a ku ji ciwanî û zelaliya xwe ya bîrdozî dihat, ji bo hemû xebatan pir bi xwestek bû û bi vî awayî barê hevrêyên xwe sivik dikir, bi vê nêzîkatî û sekna xwe karî rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest bixe."Agahiyên nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Çîgdem Derwêş (Emîne Şêxmus), li Dirbêsiyê jidayîk bûye, 29’ê Cotmeha 2024’an li Zapê şehîd bû.

Şîlan Çiya (Emîne Halîla), li Efrînê jidayîk bûye, 15’ê Mijdara 2024’an li Zapê şehîd bû.

Kawa Tebqa (Omer Elş Hadal), li Tebqa jidayîk bûye, 31’ê Cotmeha 2024’an li Zapê şehîd bû.

Şîraz Nemir (Munzur Esaf), li Şamê jidayîk bûye, 4’ê Îlona 2024’an li Zapê şehîd bû.

Ciwan Çiyager (Semîr Zengî), li Helebê jidayîk bûye, 10’ê Cotmeha 2024’an li Garê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.