Li çiyayên Kurdistanê têkoşîn geş kirin
Pêncşem 4 Kanûn 2025 - 09:30

- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’Ê (HPG-NRÇ) “pêşengên fedayî Sîdem Egîd, Bozan Kendal Kerboran, Zagros Hêvî, Şoreş Tebqa, Zagros Med û Yilmaz Dersim” ên ku sala 2022’an şehîd bûne, bi bîr anî û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
HPG-NRÇ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û 6 gerîlayên ku sala 2022’an şehîd bûne, bi “hezkirin, rêzdarî û minetdarî” bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:“Berxwedana gerîlayan di serî de bi çalakiyên fedaî û operasyonên şoreşgerî di sala 2022’yan de mezin bû, nîşanî dost û dijminan da ku Tevgera Azadiya Kurdistanê nayê tasfiyekirin. Em hevrêyên xwe Sîdem Egîd, Bozan Kendal Kerboran, Zagros Hêvî, Şoreş Tebqa, Zagros Med û Yilmaz Dersîm ên ku ruhê fedaî yê Apoyî û milîtaniya têknaçe temsîl dikin û bûn pêşengên têkoşîna sala 2022’yan bi evîn, rêz û minedarî bi bîr tînin. Hevrêyên me yên ku ji bo parastina hebûna gelê me û misogerkirina azadiya wî li dijî êrîşên înkar, îmha û dagirkeriyê yên dewleta Tirk têkoşiyan, roleke dîrokî lîstin. Têkoşîna fedaî ya li çiyayên Kurdistanê geş kirin, bandor li ser gelê me yê welatparêz ê li seranserê cîhanê kir û wan li dora Tevgera Apoyî kom kir. Hevrêyên Sîdem, Bozan, Zagros, Şoreş, Zagros û Yilmaz yên ku bi destana berxwedaniyê navên xwe li dîrokê nivîsandin, ji gelê me re bûn çavkaniya hêvî, hêz û moralê. Hevrêyên me yên ku bi wêrekiya xwe ya bilind îlham da hemû ciwanên Kurdistanê û rê nîşanî wan dan, ji bo pêşeroja azad a gelê me bê hesab ber bi şehadetê ve meşiyan. Dema ku em hevrêyên xwe yên fedaî ku bi xwêdan, xwîn û canê xwe me anîn vê rojê, bi hestên jidil bi bîr tînin, em di hizûra wan girêdana xwe ya ji bo hemû şehîdan dubare dikin û biryardariya xwe ya ji bo serketinê raber dikin. Li ser vê bingehê, em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Her dever veguherandin qada berxwedanê
Hevrê Sîdem a ku bi eslê ji Çewlîkê ye li Stenbolê jidayîk bû. Di sala 2011’an de di sala 2011’an dev ji xwendina Zanîngeha Hacettepeyê berda, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li Amedê tevlî refên gerîla bû. Hevrê Sîdem diyar kir ku fedaîtî pêşî di ruh de destpê dike û destnîşan kir ku ji bo vî ruhî di xwe de bide avakirin demek dirêj e di nava lêhûrbûnê de ye, ji bo vê armancê xwe hino hino helandiye û bi fedaîtîyeke tam dixwaze vê armanca xwe bi cih bîne. Ji ber vê yekê, pêşniyara hevrêya me Sîdem hat qebûlkirin û ew bi coş û kelecaneke mezin tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.Li ser bingeha pêdiviyan çûna wê ya Herêma Berxwedanê ya Girê Bahar a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl guncav hat dîtin. Hevrêya me li wir tevlî berxwedanê bû û ji roja yekem ve fedakarî, sekna milîtanî û daxwaza lêdana dijmin derket pêş. Hevrê Sîdem bi vê taybetmendiya xwe bû gerîlayek YJA Starê ya mînak û milîtana fedaî.
Hevrê Bozan di malbateke welatparêz de li navçeya Kerboran a Mêrdînê jidayîk bû. Di sala 2012’an de ji ber xebata xwe ji aliyê dijmin ve hat girtin. Heşt meh di girtîgehê de ma. Heval Bozan ê ku girêdayî kevneşopiya berxwedana zindanan a PKK’ê bû, berxwedana li hemberî hemû êşkence û zilmê berxwedan esas girt. Hevrê Bozan di sala 2014’an tevlî nav refên gerîla bû navê xalê xwe şehîd Bozan - Halîl Tûnç li xwe kir. Hevrê Bozan bi lêhûrbûna xurt re destpêkek xurt bi dest xist û bi saya kesayetiya xwe ya fedaî, rast, samîmî û fedakar baweriya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Xwişka wî Sara Savûşka Bozan - Kiymet Kaya ya ku salek piştî wî tevlî refên gerîla bû û di sala 2018’an de şehîd bû bandorek kûr li ser hevrê Bozan kir. Tecrûbeyên ku li Fermandariya Biryargeha Navendî ya me bi dest xistibû di kesayeta xwe de veguherand fermadariyê û hemû peywirên ku girtibû ser xwe bi serketî bi cih anî.
Hevrêyê me Zagros Hêvî, çavên xwe li gundê Mîrze yê bi ser bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê li jiyanê vekir. Di salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê de, biryareke dîrokî da û di Roja Cejna Vejîna Neteweyî ya gelê Kurd de tevlî nava refên PKK'ê bû. Beşdarî pêvajoya têkoşînê ya li Zapê bû û zû berpirsyarî girt ser milê xwe. Bi sekna xwe ya fedayî dilê hevrêyên xwe feth kir û hem pêşengî kir hem jî wek mîlîtanekî xwedî li wezîfeyên xwe derket. Hevrêyê me Zagros ku li Zapê li hemberî êrîşên dijmin ên sala 2021’an derket, bi zîrekiya xwe ya taktîkî, jêhatiya xwe ya pratîkî û kedkariya xwe rol lîst. Hevrêyê me Zagros di vê pêvajoya berxwedanê de, dema ku dixwest êrîşa dijmin a ku bi teqemeniyan li hemberî tûnelên şer amade kiribû, pûç bike, di encama teqînekê de birîndar bû. Ji ber vê birîndariyê ji bo tedawiyê ji qada berxwedanê veqetiya. Dema ku li benda pêvajoya rê bû, di encama êrîşa dijmin a di 29'ê Cotmeha 2022'an de şehîd ket.
Hevrêyê me Şoreş wekî ferdekî malbateke bi eslê xwe Efrînî li Tebqa jidayîk bû. Piştî ku bajarê Tebqa di sala 2017’an de ji çeteyên DAÎŞ’ê hate paqijkirin, hevrêyê me derfet dît ku hêzên azadiyê yên Rojava ji nêz ve nas bike û ji nêzîkatiya wan a mirovî bandor bû. Du meh piştî naskirina têkoşîna me, rûyê xwe da ser çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me yê ku dixwest herêma Zapê ku berxwedana wê bihîstibû bibîne, piştî perwerdeyê ji bo derbasî vê herêmê bibe pêşniyar kir. Pêşniyara hevrêyê me ku bi saya sekna xwe ya ku bawerî dida hevrêyên xwe hate qebûlkirin, piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, rûyê xwe da herêma Zapê.
Hevrêyê me yê ku şahidî kir ku li herêma Zapê hemû nirx bi ked û fedakariyê hatine afirandin, ji bo ku nirxên nû lê zêde bike, bê rawest xebitî. Hevrêyê me Şoreş ê ku di her kêliya jiyanê de û di her xebata ku tê de cih digirt de bi rastî û jidiliya xwe di dilê hevrêyên xwe de cih girt, karî vê sekna xwe heta nefesa xwe ya dawîn biparêze û bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.
Hevrêyê me Zagros li navçeya Milazgir a Mûşê ku welatparêziyeke kûr lê tê jiyîn hatiye dinê. Di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku cihê pîroz ê gerîla ye. Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, derbasî herêma Zapê bû û beşdarî xebatên partiyê bû. Li herêma Zapê gelek xebat bi fedakarî û dîsîplîneke mezin pêk anî. Hevrêyê me yê ku weke mîlîtanekî Apoyî bi zanabûna bendewariyên pêvajoyê tevgeriya, gelek xebat bi baldarî pêk anî. Bi saya salên dirêj pratîkkirina li qada Zapê û cih girtina di dilê hemû hevrêyan de, wekî kesekî ku gotinên wî tên guhdarîkirin, xwest tecrûbeyên xwe veguhezîne hevrêyên xwe. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê, ji bo ku erkên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne, li qadên ku şer lê germ dihat jiyîn, di çalakiyên serketî de cih girt.
Hevrêyê me Yılmaz li Helebê ku bi welatparêziya xwe, girêdana xwe ya bêhempa ya bi çand û kevneşopiyên Kurdî, berxwedana xwe ya bi heybet a li dijî êrîşên dijmin û bi sedan zarokên xwe yên ku şandiye nava refên gerîla di dilê tevahiya gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e, ji dayik bû. Lê belê piştî koçberbûna malbata wî ya ji bo Efrînê, li Efrînê mezin bû. Hevrêyê me Yilmaz ê ku di 30'ê Hezîranê, salvegera çalakiya fedayî ya Şehîd Zîlan de hat çiyê, ji ber ku di vê roja bi wate de li çiyê bû, xwe bi şans û bextewar hîs kir. Pêşniyara hevrê Yılmaz a ji bo tevlîbûna xebatên Hêzên Taybet hate qebûlkirin. Hevrêyê me Yılmaz ê ku yek ji wan hevrêyên me yên destpêkê bû ku li herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên ji sala 2021'an ve pêk dianîn, derket, bi fedakarî û wêrekiyeke mezin karî bi ser dijmin de biçe. Şehadeta zû ya hevrêyê me Yılmaz ê ku di 26'ê Hezîrana 2022'an de, her çend di nava hevrêyên wî de xemgîniyeke kûr çêkiribe jî, di mezinkirina berxwedanê de jî bû sedema herî diyarker.’’ Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Sîdem Egîd (Zeynep Kaplankiran), li Stenbolê jidayîk bûye, 12’ê Cotmeha 2022’an li Zapê şehîd bû.
Bozan Kendal Kerboran (Alî Kaya), li Mêrdînê jidayîk bûye, 17’ê Hezîrana 2022’an li Garê şehîd bû.
Zagros Hêvî (Muhammed Saadetxan), li Makoyê jidayîk bûye, 29’ê Cotmeha 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Şoreş Tebqa (Fûat Mustafa), li Tebqayê jidayîk bûye, 5’ê Mijdara 2022’an li Zapê şehîd bû.
Zagros Med (Sînan Can), li Mûşê jidayîk bûye, 5’ê Mijdara 2022’an li Zapê şehîd bû.
Yilmaz Dêrsim (Diyar Nasiro), li Helebê jidayîk bûye, 26’ê Hezîrana 2022’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN













