Spivak û dengê bindestan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 27 Sibat 2026 - 02:45

  • Gotara "Bindest Dikarin Biaxivin?" di gelek pirtûk û antolojiyên teoriya postkolonyal de hatiye weşandin û bûye yek ji nivîsên herî zêde tê xwendin û guftûgokirin li cîhanê. Ev nivîs ne tenê rexneyeke teorîk e, lê di heman demê de bangewaziyeke etîk e ji bo ronakbîran.

ARDÎN DÎREN

Gayatri Chakravorty Spivak yek ji ronakbîrên herî girîng ên teoriya postkolonyal e. Ew di 24’ê Sibata 1942’an de li Kalkûta ya li Hindistanê ji dayik bûye. Di malbateke Bengali ya Brahmin de mezin bûye. Wê xwendina xwe ya lîsansê li Zanîngeha Kalkûtayê (1959) bi serkeftinê qedand, paşê li Zanîngeha Cornellê li Amerîkayê doktoraya xwe di wêjeya berawirdî de girt. Ji wê demê ve li gelek zanîngehan ders daye, û niha wekî profesorekê li Zanîngeha Columbia li New Yorkê dixebite. Ew di heman demê de endamê damezrîner ê Enstîtuya Wêjeya Berawirdî û Civakê ye li wir.

Spivak xwe wekî "dekonstruksiyonîstek pratîk, femînîst û marksîst" bi nav dike. Karê wê yê pêşîn ê navdar werger û pêşgotina wê ya pirtûka Jacques Derrida ya “De la grammatologie” (bi Îngilîzî: Of Grammatology, 1976) bû, ku ev yek wê di warê teoriya wêjeyî de navdar kir. Lê belê navdariya wê ya herî mezin bi gotara wê ya bibandor "Can the Subaltern Speak?" (Bindest Dikarin Biaxivin?) ve girêdayî ye, ku di sala 1988’an de hate weşandin û yek ji nivîsên bingehîn ên teoriya postkolonyal tê hesibandin.

Dengê bindestan ê ku nayê bihîstin

Di vê gotarê de, pirsa navendî ya Spivakê ev e: Gelo kesên bindest (subaltern) dikarin bi rastî biaxivin? "Subaltern" têgeheke ku ji Antonio Gramsci hatiye wergirtin û tê wateya kesên di civakê de yên herî bindest, yên ku dengê wan di dîrok û dîskurên serdest de nayê bihîstin. Bi taybetî jinên bindest ên li welatên kolonîzekirî, gundî, eşîr û kedkarên herî lawaz. Spivak nîşan dide ku hem dîskurên rojavayî (împeryalîst) û hem jî yên neteweperest ên herêmî, bi awayekî sîstematîk dengê van kesan ditepisînin.

Ew mînaka kevneşopiya satiyê (jina Hindî ku piştî mirina mêrê xwe xwe dişewitîne) tîne zimên. Kolonyalîstên Brîtanî ev kevneşopî qedexe kirin û gotin ku ew "mêrên qehweyî" ji "jinên qehweyî" rizgar dikin ("White men are saving brown women from brown men"). Lê Spivak dibêje ku ev jî celebek temsîlkeriya derewîn e: Dengê jina ku bi rastî dixwest xwe bişewitîne an na, bi ti awayî nayê bihîstin. Dîrok û hiqûq tenê bi awayê serdestan dinivîsin û "subaltern" (bindest) di navbera vê dîskurên dualî de winda dibe.

Çima ‘bindest nikarin biaxivin’?

Encama herî navdar a gotarê ev e: "Bindest nikarin biaxivin" (The subaltern cannot speak). Ev nayê wê wateyê ku ew bi temamî bêdeng in, lê ew nikarin di çarçoveya dîskurên heyî de bi awayekî serbixwe û bi bandor xwe bidin qebûlkirin. Her tim dengê wan tê guherandin, tê şîrovekirin an jî tê îhmal kirin ji aliyê ronakbîr, siyasetmedar û akademîsyenan ve.

Ev gotar bandoreke mezin li ser nîqaşên femînîzma postkolonyal, teoriya bindest û rexneya temsîlê kiriye. Gelek rexnegir dibêjin ku Spivak pirsgirêka "çawa em dikarin dengê bindestan bigihînin" an jî "ma ronakbîrên rojavayî nikarin ji bo wan biaxivin?" radixe ber çavan. Ev yek îro jî di nîqaşên li ser jinên ji welatên başûr, koçber û komên marjînal de pir girîng e.

Ji rexneyekê wêdatir bangawaziyek e

Gotara "Bindest Dikarin Biaxivin?" (bi Îngilîzî "Can the Subaltern Speak?") di gelek pirtûk û antolojiyên teoriya postkolonyal de hatiye weşandin û bûye yek ji nivîsên herî zêde tê xwendin û guftûgokirin li cîhanê. Ev nivîs ne tenê rexneyeke teorîk e, lê di heman demê de bangewaziyeke etîkî ye ji bo ronakbîran ku xwe rexne bikin û hay ji rola xwe ya di pergala serdest de hebin.

‘Ez hêj jî ji xeletiyên xwe fêr dibim’

Pall Weşanê beriya du hefteyan vê gotara navdar bi navê “Bindest Dikarin Biaxivin” wergerand Kurdiya Kurmancî û weşand. Pirtûk niha bi Kurmancî jî li ber dest e. Spivak ji bo pirtûka bi Kurmancî hatiye çapkirin wiha gotiye; “Ez şanaz û serbilind im ku Bindest Dikarin Biaxivin? bi kurdî diweşe. Ez tînime bîra xwînerên xwe ku ev gotara çil sal berê hatiye nivîsîn, destpêkek bû. Ev gotar, ne gotareke post-kolonyal e, lêbelê rexneyeke Hindistana pre-kolonyal e. Bindesta ku ‘axivî’ lê nehat bihîstin, Bhuneswari Bhaduri, xaltiya dêya min bû. Ev çil sal in ku ez weke dilxwazeke sektora taybet, dibistanên seretayî ji bo zarokên bindest-qurbaniyên hezar salan ên pergala kastê bi rê ve dibim ku di gotara min de ji aliyê zayendî ve mijara rexneya min e. Xwendekarên min ên bindest niha zarokên wiha ne ku ji wan re ‘destnedayî’ tê gotin û xwecihên eslî ne.

Bi gotineke din, piştî ku min ev gotar nivîsî, ez ji malbatê dûr ketim û ketim nav komên bindest ên rastîn. Ez li ser wan vedikolim da ku fêr bibim bê çawa ez zarokên wan perwerde bikim. Ez hêj ji xeletiyên xwe fêr dibim.”

 

 

Xebat û pirtûkên Gayatri Chakravorty Spivak

Teorîsyeneke wêjeya berawirdî û rexnegireke femînîst e. Li Zanîngeha Columbiayê profesor e û endameke damezrîner a Enstîtuya Civakî û Wêjeya Berawirdî ye. Spivaka ku yek ji rewşenbîrên postkolonyal ên herî bibandor tê qebûlkirin, herî zêde bi gotara xwe ya bi navê Bindest Dikarin Biaxivin? û wergera xwe ya pirtûka Jacques Derrida ya bi navê De la grammatologie û pêşgotina xwe ya ji bo wê tê nasîn. Di sala 2012an Xelata Kyoto ya Huner û Felsefeyê û di sala 2013an de Xelata Padma Bhushan wergirt. Di sala 2025an de, ji ber “xebata wê ya pêşeng di warên teoriya wêjeyî û felsefeyê de”, Xelata Holberg wergirt. Herçend bi postkolonyalîzmê re têkildar be jî, Spivakê di pirtûka xwe ya bi navê A Critique of Postcolonial Reason [Rexneyek li ser Aqilê Postkolonyal] (1999) de veqetîna xwe ji vê dîsîplînê piştrast kir. Hin ji berhemên wê evin: In Other Worlds: Essays in Cultural Politics [Di Cîhanên Din de: Gotarên Siyaseta Çandî], 1987; Outside in the Teaching Machine [Li Derveyî Makîneya Fêrkirinê], 1993; Death of a Discipline [Mirina Dîsîplînekê], 2003; Nationalism and the Imagination [Neteweperestî û Xeyal], 2010.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.