
- Navenda Belgekirin û Lêkolînê ya Jînê zêdetirî 20 sale kar û xizmeta rewşenbîrî û kevneşopiya Kurdî dike. Rêveberê Navenda Jînê Refîq Salih destnîşan kir ku Navenda Jîn navendeke Kurdî ya ji bo arşîvkirina belgename û dokumenterî Kurdîye; heman demê kar ji bo parastina nasname û çanda Kurdî dike.
Navenad Jîn sala 2004’an li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin, bûye yek ji navendên stratejîk ya kar ji bo komkirina arşîvên belgename û destnivîsên girîng dike. Navenda Jînê kariye bi sedan çavkaniyên dîrokî û rojname ji xeteriya tinebûn û jinavçûnê rizgar bike. Bi vê rola xwe bûye çavkaniyeke serekî ya ji bo zindîkirina çanda netewî û parastina nasnameya rojnamegeriya Kurdî.
Rêveberê Navenda Jînê Refîq Salih têkildarî xebat û karê navenda xwe axivî.
Arşîveke giranbuha ya dewlemend
Refîq Salih bal kişand ser karê navenda xwe û got: “Karê me li ser sê bingehan dimeşe. Ya yekem çapkirin ev jî pirtûk, rojname, govar û nivîs li xwe digire. Ya duyemîn jî destnivîs û dosya, herî dawî ya sêyemîn jî belgename bi hemû cûrek. Bi hevkariya xemxur û dilsozan û hevkariya kêm a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî 20 salên borî me karî paşmaweyeke rewşenbîrî ya baş berhev bikin. Em niha xwedî pirtûkxaneyeke mezin in. Di pirtûkxaneyê de bi zimanê Kurdî, Erebî, Îngilîzî û zimanên Ewropî pirtûk hene. Heta sala 2025’an zêdetirî hezar û 600 navnîşan di warê rojnamevanî de hebûn. Dîsa arşîva zêdetirî 500 rojname ya di warên cuda de li gel me heye.”
Refîq Salih têkildarî pirtûkxaneya li navendê jî ev anî ziman: “Beşa pirtûkxaneya me heye ku ji pirtûkên navendî bigire heta pirtûkxaneya kesayetiyên mezin ên Kurd, pirtûkxaneya çavpanxe yên girîng heye ji bo ew kovar û rojnameyên bi qedir û dest nakevin. Dema ku pirtûkan bisazûman dikin, dijîtalîze û arşîv dikin; pêşkêşî xwîner û lêkolîneran dikîn. Hinek ji wan nivîsan tenê li Navenda Jîn hatine parastin û arşîvkirin.”
Tenê bi Silêmaniyê sînordar nîne
Refîq Salih diyar kir ku ji ber nebûna navendeke ya komkirina belgenameyan ku têkilî bi demboriya welatê wan ve heye, nekarîne bi qasî pêwîst wan belgeyan kom bikin ku têkilî bi avaniyên hikûmetê yan jî rêxistinên siyasî re hebe. Rêveberê Navenda Jîn Refîq Salih da xuyakirin ku karê vê navendê tenê bi Silêmaniyê ve sînordar nîne, belkû kar li ser hemû başên Kurdistanê û welatên cîran dike û got: “Eger berî sala 2004’an Navenda Jîn hatibûna avakirin, wê bikarîbûna hejmareke zêde ya belgename û nivîs biparastiba û zêdetir berhem kom dikir û ji tinebûnê rizgar dikir.”
Herî dawî Refîq Salih anî ziman ku Kurdistan bi karê destnivîsî pir dewlemende û li piranî bajar û navçeyan hucre û dibistanên olî hebûn û got: “Beşek zêde ya van destnivîsan şandina derveyî welat. Me karî rêjeyek baş biparêzin. Destnivîsîn ji ber temenê wan, di rewşeke zêde baş de namînin. Em hewl didin bikin dijîtal. Li vir ezmûneke baş ya me heye ji bo parastin û çapkirina kovar, pirtûk û rojnameyên ber bi tinebûnê ve diçin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ







