Bîra dîrokî zindî dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 27 Gulan 2026 - 16:30

  • Jina ciwan Cûman El-Samarraî, yek ji jinên ku di qada rastorasyona berhemên arkeolojîk û hilberîna naverokên çandî ya Mazopotamya derdikeve pêş. Cûman El-Samarraî xebatên akademîk bi naverokên nûjen ê dijîtal re kiriye yek, şaristaniya Mazopotamya, ji bo nasandina cilên dîrokî û berhemên dîrokî yên Îranê xebatan dimeşîne.

 

Cûman El-Samarraî derbarê çawa berê xwe daye qada rastorasyona berhemên arkeolojîk û da zanîn ku biryara dev ji perwerdeya xwe ya bijîşka diranan berde û biçe fakulteya arkeolojiyê ji heskirin û azweriya wê çavkanî girtiye û wiha dest pêkir: “Li gorî min rastorasyon ne tenê pîşeyeke, di heman demê de ‘tedawiya şaristaniyê’ ye. Rastoratûrek dema berhemên ku ziyan dide ji nûve zindî dike, ne tenê dîroka şêlo bûye, bîra gelekî jî zindî dike. Beriya xebatên min ên rastorasyona li qadê, pêvajoyek hesas ku min di qada laboratuarê de madeyên kîmyewî, komando û teknîkên zanistî yên metirsadar hebû.”

Cûman El-Samarraî  da zanîn ku pispor xebatên wek paqijkirina tozê, başkirina tiştên xirabbûne, bihêzkirina berhemên dîrokî û pêşî li ber tiştên ku wê bên hilweşandin digrin. Ji bo vê qadê perwerdeya bi hûrgilî ya zanistî, kêrhatiya dest, sebir, hestiyar û hesasyeta estetîkê pêwîst dike.

Di navbera xweserî û nûjeniyê de

Cûman El-Samerraî derbarê cilên dîrokî yên aîdî Mazopotamyayê de îfade kir ku ji metnên bi nivîsa bizmar, peyker, berhemên arkeolojîk, cilên şaristaniya Sumer, Babîl û Asûr sûd girtiye. Cûman bi van gotinan bedewam kir: “Ez hewl didim cilên her demekê, reng û nasnameya motîfin, van bi hesasyet û zanistî ji hev cûda bikim. Ez hez dikim ku terzê berê yê Mezopotamyayê bi estetîka nûjen re bikim yek. Ez cilên ku sembol û dîtbariyên ji şaristaniya qedîm a Iraqê îlham digrin dîzayn dikim. Bi vî awayî ez van dikim parçeyek ji nasnameya nûjen a jiyana rojane. Li gorî min xweserî û bedewiya nûjen bi hev re dibin, ya girîng ew e ku mirov di ferqa çavkaniyên dîrokî de bin û vê bi nêzîkatiya estetîka nûjen bi awayek rast pêşkêş bike.”

Hişmendiya civakî û parastina berhemên dîrokî

Cûman El-Samerraî anî ziman ku parastina berhemên dîrokî, tenê ne avakirina dîwaran e, di avakirina hişmendiyê de destpê dike û got: “Divê hişmendiya civakî ji qonaxa destpêkê ya perwerdeyê ve were bi hêzkirin. Divê destek bê dayîna medyaya çandî ya rast û ciwanan bixin nava projeyên mîrasên çandî. Bi vî awayê welatî, vê mîrasê ne wek qadên dûr ê dîrokê, wek parçeyek a nasnemya şexsî bibînin.”

Cûman El-Samerraî  diyar kir ku di nava saziyên akademîk û medyayê de qutbûnek heye û wiha domand: “Hink hilberînerên naverokan ji ber bi lez tên weşandin, dîrok û agahiyên xelet ên arkeolojîk pêşkêş dikin, dardorên akademîk jî vê di aliyê hişmendiya dîrokî de bi xeter dibînin.”

Parastina mîrasê berpirsiyariyeke neteweyî ye

Cûman El-Samarraî di dawiya axaftina xwe de bang li kesên ku biryar didin û civakê kir. Cûman bal kişand ser girîngiya şaristaniya Mezopotamyayê û got: “Divê cîhan bi awayê ku li Iraqê dinêre li şaristaniya Mazopotamiyayê jî meyze bike. Iraq xwediyê xezîneyên mirovî û çandî yên bê hempa ye. Dema ku em fêm bikin ku nirxa berhemên me bi qasî petrol û zêr biqîmet e, em ê fêm bikin ku parastina mîrasa çandî ne luks e; berpirsiyariyek neteweyî û mirovî ye.”

RECAA HEMÎD REŞÎD-JÎNHA/IRAQ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.