Hindistan dixwaze hîndû li welêt ferz bike

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 18 Tîrmeh 2025 - 00:57

Polîtîkayên hikumeta federal aştîya ziman a li Hindistanê gav bi gav xera dike. Hikumeta netewperest a Narendra Modî dixwaze zimanê hîndu li her alîyê welêt ferz bike.

Niha jî hikumetê berê xwe daye Ingilizî ku zimanekî berbelav û hevparê welat e. Amît Şahê ku Wezîrê Karên Hundir ê Hindistanê ye di daxuyanîyeke xwe de got “kesên li Hindistanê bi îngilîzî diaxivin wê di nêzîk de ji xwe şerm bikin.”

Wezîr endamê  BJPê (Partîya Bharatîya Janata) ye ku li welêt demeke dirêj e li ser kar e. Wezîr dîtinên xwe yên nîqaşbar wiha didomîne: “Ez bawer dikim zimanên welatên me gewherên çanda me ne. Bêyî zimanên me em dikarin bibin hindistanî.”

Lêbelê tevê jî, BJPê bi kiryarên xwe dixwaze zimanê hîndû li her alîyê welêt ferz bike. Hîndu zimanê herî mezin a HÎndistanê ye ku 528 milyon kes pê diaxivin. Ev jî dike ji 43 ji % nifûsa ku li derdora 1.4 trilyonî ye. Tevî hîndû, 21 zimanên din li Hindistanê xwedî statuyeke fermî ne.

Mîrateya kolonyal û Ingilîzî

Herçi asta federal e, hîndu û Ingilîzî zimanên fermî hatine qebûlkirin. Ingilîzî ji ber mîrateya kolonyal veguherîye zimanê sereke ya perwerde, aborî û dadgehan. Gelek welatîyên Hindistanê di dewsa dibistanên hîndû de yên bi îngilîzî perwerdeyê dikin tercîh dikin. Loma jî zimanzan di wê bawerîyê de ne, polîîtkaya ziman a hikumetê wê bikaribe îngilîzî ji textê wê daxe.

Berxwedana zimanî ya başûr

Li alîyekî din, polîtîka ya serdestkirina hîndû herî zêde li li eyaletên li başûrê welêt rastî berxwedanê tê. Piranîya van eyaletan xwedî zimanê xwe yên otokton in û ev ziman di asta herêmî de fermî ne. Hikumeta BJPê niha bi Plana Perwerdeyê ya Neteweyî (NEP) dixwaze bi taybetî li başûr hîndû jî bide fêrkirin.

Ev plan ji fêrkirina zimanê herêmî, îngilîzî û hîndû ya li eyaletên başûr pêk tê. Herçî eyaletên li bakur in, ew jî di çarçoveya NEPê divê hîndû, îngilîzî û zimanekî din ê herêmî fêr bikin. Eyaletên başûr di wê bawerîyê de ne, bi vê planê hikumeta federal armanc dike li başûr hîndû belav bike.

Federalîya zimanî

Herî zêde eyaleta Maharastra ya li rojava û Tamîl Nadû ya li başûrli hemberî plana perwerdeyê reaksîyon nîşan didin. Hêjayî gotinê ye, federalî li Hîndistanê li ser bingeha ziman hatîye avakirin. Sînorên eyaletan ji ber sînorên belavbûna ziman hatine çêkirin. Loma jî her midaxaleya di meseleya ziman de eyaletan dixe nava alarmê.

ÎNFOWELAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.