Jinên Rojava çavkaniya îlhamê ne
Duşem 2 Sibat 2026 - 04:00

- Akademîsyenên jin, femînîst, nivîskar, rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên ji eyaletên cuda yên Hindistanê, daxuyaniyeke piştgiriyê ji bo Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşandin.
Akademîsyenên jin, femînîst, nivîskar, rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên ji eyaletên cuda yên Hindistanê, daxuyaniyeke piştgiriyê ji bo Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşandin. Di daxuyaniya ku bi sernavê “Hêviyek di bin dorpêçkirinê de” de, bang li parastina Şoreşa Jinê ya Rojava û parastina destkeftiyên demokratîk ên ku jin pêşengiyê lê kirine hate kirin.
Ev daxuyanî ji aliyê 221 îmzageran ve hate piştgirîkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku modela wekhevî û demokrasiyê ya li Rojava bi pêşengiya jinan hatiye pêşxistin, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû jinên herêm û cîhanê jî çavkaniyeke dîrokî ya îlhamê ye. Hate gotin ku êrîşên li ser Rojava rasterast destkeftiyên jin û şoreşa jinê hedef digirin û hate daxwazkirin ku ev êrîş bi lez bêne rawestandin.
Di nav îmzageran de gelek navên naskirî yên qadên huner, akademî, medya, mafên mirovan û siyasetê cih digirin. Di nav wan de rexnegiriya hunerê Geeta Kapur, wênekêş Nilima Sheikh, akademîsyenê fêmînîst Mary E. John, nivîskar û çalakvana fêmînîst a navdar a Amerîkayê Eve Ensler, danser û çalakvan Mallika Sarabhai, derhênerê belgefîlm Anand Patwardhan, akademîsyen Uma Chakravarty, rojnamevan Pamela Philipose û John Dayal, parlamenterê berê Jawahar Sircar, nivîskar Ram Puniyani û parêzvanê mafên mirovan Shabnam Hashmi hene. Îmzager ji jinên xebatkarên huner û medyayê, fêmînîstan, saziyên jin, çalakvan, xebatkarên civakî, akademîsyen, hiqûqnas û kesayetiyên siyasî yên niha an berê pêk tên. Komên herî mezin jî çalakvanên serbixwe û kesên ku li qadên mafên mirovan, aştiya civakî û edaleta civakî dixebitin pêk tînin.
Aştî bi parastina desketiyên jinan e
Her çiqas daxuyanî di dema şer de hatiye amadekirin jî, piştî pêşketinên dawî yên di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyê û hêzên Kurd de, rawestandina pevçûnan wek gaveke erênî pîroz dike. Lê îmzager destnîşan dikin ku aştiyeke mayînde û edalet tenê bi mîsogerkirina destkeftiyên siyasî, hiqûqî û civakî yên gelê Kurd û jinan pêkan e. Hate gotin ku piştî banga piştgiriyê ya 30’ê Çileyê li hemberî şerê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşketinên nû momenteke siyasî ya nû ava kirine. Jinên Hindistanî bal kişandin ku divê ev pêvajo ber bi aştiyeke mayînde, edalet û demokratîk ve biçe. Di vê çarçoveyê de, daxwazên şênber ên jin û gelê Kurd li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê jinên Hindistanê ve jî hatine qebûlkirin û gihandine raya giştî. Daxwazên ku jin qebûl kirine ev in:
* Mafên ku ji bo gelê Kurd û hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn di destûra bingehîn de mîsogerkirî bên naskirin,
* Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî bên naskirin,
* Destkeftiyên siyasî, hiqûqî û civakî yên ku jin di pêvajoya şoreşê de bi dest xistine bên parastin û mîsogerkirin,
* Ji bo gelên ji ber şer koçber bûne, bi taybetî li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî, vegerandina ewle, bi dilxwazî û bi rûmet bên misoger kirin.
Daxuyanî bi dirûşmeya gerdûnî ya jinên Kurd bi dawî dibe: Jin Jiyan Azadî. Di nav îmzageran de nêzî 40 akademîsyen, siyasetmedar û çalakvanên mêr jî cih digirin.
NAVENDA NÛÇEYAN










