Destanên kurdan eynika civakê ne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 25 Gulan 2026 - 16:00

  • Gelek destanên Kurdan xwediyê kûrahî û rastiyeke civakî ne. Destana Mîrê Kela Aşîta yek ji destanên hêja yên wêjeya devkî ya kurdî û klasîk e. Gelek destanên wekî Ristemê Zal, Şahmaran, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Zembîlfiroş û her wekî dinê jî di dîrokê de navê xwe bi awayekî giranbiha hiştine.

 

Destanên Kurdan dewlemendiyeke dîrokî ne. Xwediyê wateyeke giranbiha ne. Destana Mîrê Kela Aşîta bi şêweyê klamê hatiye tomarkirin. Heta roja îro bi saya dengbêjan li ser piyan maye. Dengbêj di dîroka Gelê Kurd de xwediyê taybetmendiyekê ye. Destanên bi vî rengî hêz û dewlemendiya zimanê Kurdî jî derdixin holê. Ev destan jî serboriyeke wê heye û ji aliyê dengbêj Xalitê Rizo ve mîna bendek teybê hatiye tomarkirin û parastin. Ev di heman demê de parastina nirxên Gelê Kurd e. Her du aliyên bendê bi çîrok û stranê ve hatine ravekirin. Bûyerên wê li dora Mîrê Kela Aşîta Elî Beg (bavê Simehîl Beg) pêk tên. Ev rastiyeke civakî ye. Serpêhatiyê bûyerê tê vegotin. Jixwe di gelek kilaman de jî mijarên cuda yên rasteqîn hatine vegotin.

Divê destanên kurdan û kilamên wan werin parastin. Ji ber ku gelek stran, destan, çîrokên kurdan bi zimanê dinê hatine wergerandin û wekî ku ev dewlemendiyên miletekî dinê bin tên nîşandan. Loma jî xwedîderketina li nirxên civakî gelekî pêwist e. Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran jî divê em xwedî lê derkevin û naveroka wê jî bizanibin. Destan di serî de li ser çîroka du mîrên Koran, Mihemed Beg û Ahmed Beg, dest pê dike. Jixwe di destanan de zilm, têkoşîn, evîn, hêvî, serîhildan û gelek mijarên dinê hene. Di vê destanê de jî Mîrên Koran bi rêya zilmê û bi hêza desthilatdariyê, bi rêya bac û xercstendinê, li ser eşîrên herêmê dixwazin serdestiya xwe belav bikin. Ev zihniyeta desthilatdariyê bi rastî jî wekî nexweşiyekê û wekî hêzeke kontrolkirinê her tim derketiya ser rûyê dîrokê.

Mîrên Koran (Mihemed Beg û Ahmed Beg) vê yekê ji xwe re dikin derd. Ew jî li gor xwe dixwazin li berxwe bidin. Nameyekê dinivîsin û didin qasid ji bo ku bibin ba Elî Beg. Elî Beg mîna mîrekî bi şeref, jêhatî, mêrxas navdar e. Ev navdarî tenê bi vê yekê namîne. Di heman demê de bi hişê xwe yê pêşketî jî navdar e. Qasid nameyê dibe û dide Elî Beg. Ew nameyê dixwîne û dibêje;" De eger ew gelekî egît in, bila bên ser min!’”

Di destanan de hêzeke civakî jî heye. Destan li dora bibîranîn, hest û rastiya civakê tê honandin. Destan di heman demê de jî civakî ne. Di vir de Mîrên Koran di eslê xwe de dixwazin bibîranîn, hest û rastiya civakê jî desteser bike. Loma ew bi hezaran mêran kom dikin û Kela Aşîta dorpêç dikin. Lê belê Elî Beg bi baqelî û mêvanperweriyê wan pêşwazî dike.

Destanên bi vî rengî wekî peyamekê ne jî. Bandorê li ser derûniya civakê jî dike. Elî Beg her çiqas Mîrên Koran bi xwarin û dengbêjiyê pêşwazî dike jî lê belê gotina xwe jî ji bo wan dibêje. Bi wêrekî û seknake jixwe bawer. Loma gelek kes sekna jixwe bawer a destanan jî ji xwe re dikin mînak. Destanên kurdan eynika civakê ne. Nirxên exlaqî jî di nava xwe de dihewînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.