Çanda xwarinê ya li bajarê Wanê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 28 Gulan 2026 - 15:30

  • Di dîroka Gelê Kurd de çanda xwarinê cihekî taybet digire. Ev çand xwe dispêre dîrokek kevnar. Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî ev çanda giranbiha li gor xwe xwediyê taybetmendiyekê ye. Xwarinên mîna masiyên di tenûrê de tê sorkirin, hirçik, şorava keşka, qurdik, keledoş, girara dêw, kiftê sîr, kiftê goşt hinek mînakên taybet ên vê herêmê ne.

 

Elbet li her herêmên Kurdistanê li gor xwe cudahî û taybetmendiyeke xwarinên bi salan e tên çêkirin hene. Her çiqas gelek xwarinên kurdan wekî xwarinên gelên dinê bên nişandan jî lê belê di eslê xwe de xwarinên kurdan e. Ev jî ji polîtîkayên qirkirina çandî pêk tê. Loma dîsa li vir girîngiya xwedîderketina li çanda xwe derdikeve holê.

Bajarê Wanê ji xeynî xwarinên xwe bi behra xwe, bi penîrê xwe yê sîrikê, bi masiyê xwe yê navdar masîpank (masiyê Wanê) jî derdikeve pêş. Her wiha qatixê qixme jî navdar e. Ji xeynî mastê rojane, ji bo zivistanê, şîr di galolan de tê haveynkirin û di cihekî hênik de tê çakirin. Ji vê ya re jî qatixê qixmê tê gotin. Ev jî ji şîrê bizin, çêlek û pez tê çêkirin. Di eslê xwe de ev dewlemendiya çandî bandora xwe ji erdnîgariya dewlemend jî digire. Wan wekî erdnîgarî hem cihekî stratejîk hem jî cihekî gelekî dewlemend e.

Li herêma Dêrikê ya Mêrdînê nanê şikeva (nanê sêlê) çawa di jiyana rojane de hatibe belavkirin û derketibe pêş li Qelqeliya Wanê jî nanê loş jî heye. Tenik û dirêj e. Di agirê tenûrê yê gur de çêdibe. Jixwe di jiyana kurdan de jî tenûrê cihekî taybet girtiye. Her çiqas niha ev çand li ber tunebûnê be jî…

Wekî me got, bi rastî jî gelek dewlemendiyên kurdan wekî yên miletên dinê bin hatine nişandan. Ji bo şênbertir bibe em mînakekê li ser nanê loş dikarin bidin. Sala 2014’an UNESCO’yê nanê loş wekî kevneşopiyeke Ermenistanê di Lîsteya Mîrateya Çandî ya NeMadî de ci bih kir. Lê piştre Azerbaycan, Tirkiye, Kazakistan, Îran û Qirxizistanê ji bo nanê loş dosya amade kirin û pêşkêşî UNESCO’yê kirin. Piştre nane loş ji nava xwarinên kevneşopî yên Ermenistanê hate derxistin. Loma divê em kurd her tim di her warî de li çanda xwe ya dewlemend xwedî derkevin û ji bo wê li berxwe bidin.

Xwaringehên Wanê, ku çavkaniya sereke ya debara wan a bi ajalan e, bi giranî ji goşt û berhemên şîr pêk tên. Li vê herêma ku goşt û berhemên şîr bi mîqdarên mezin tên xwarin, xwarinên wekî penêr, keşkek (cureyek şorbe) û qelî pir caran bi veşartina wan a di kûpên axê de di erdê de têne parastin. Xwediyê tameke xweş û taybet e. Em taştiya Wanê jî ji bîr nekin. Ew jî ji her tamî tê pêşkêşkirin û navdar e.

Hinek rêbazên taybet ên parastina fêkiyan jî li Wanê hene. Fêkiyên wekî sêv û hirmî bi veşartina wan a di nav genim de têne parastin, di heman demê de sebzeyên wekî tivir, kelem û gêzer bi rêbaza 'çalkirinê' têne parastin. Li ser vê axê elbet mêşvanî û girtina masiyan jî xwediyê cihekî taybet e. Her wiha şêraniya metbexa Wanê jî bi gelemperî bi şîr e û sivik in. "Şîre" û "helîse" yek ji yên herî navdar in. Bajarek jixwe bi xêra taybetmendiyên xwe derdikeve pêş û li gor wê jî navdar e.

Ji dîrokê heta niha li Kurdistanê her tim amadekariyên zivistanan hatine kirin. Li Wanê jî taybetmendiyeke wiha heye. Li Wanê, amadekariyên ji bo mehên zivistanê bi gelemperî stokkirina xwarinên zivistanê ne. Goştên hişkkirî, penîr û tirşî xwarinên sereke ne ku ji bo vê heyamê têne amadekirin. Wekî din, xwarinên ku enerjiyê zêde dikin û dikarin ji bo demek dirêj werin hilanîn, ji bo zivistanê tên amadekirin. Li Wanê, çanda xwarinê gelek kevneşopiyên civakî dihewîne. Bi taybetî ziyafetên ku di dawetan, betlaneyan û kombûnên taybet de têne lidarxistin, dewlemendiya kevneşopiyên xwarinçêkirinê yên Wanê nîşan didin. Di van kevneşopiyan de, xwarinên herêmî bi gelemperî di beroşên mezin de têne pijandin û ji hêla civakê ve têne parvekirin. Ew hestê parvekirinê jî li vir derdikeve holê. Wekî taybetmendiyeke girîng a herêmên Kurdistanê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.