Rêgezên Ocalan wê li cîhanê aştiyê bîne

Duşem 8 Kanûn 2025 - 03:52

DEM Partî, li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar xist. Gelek kesên bi xebatên xwe, bi hewldanên xwe yên aştiyê di qada navneteweyî de tên naskirin tevlî konferansê bûn. Yek ji van beşdaran jî Wekîlê berê yê Partiya Janata Dal (Yekbûyî) a Hindistanê Aneel Prasad Hegde ye. Hegde, ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêber APO, çalakiyên cur bi cur li dar xist. Di 13’ê Kanûna 2023’an de li Parlamentoya Hindistanê bal kişand ser şert û mercên tecrîdê ya li ser Rêber APO û xwest welatê wî mudaxileyî Tirkiyeyê bike û banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO kir. Hegde, di 15’ê Sibata 2024’an de jî li Parka Jantar Mantar a li nêzî Parlamentoya Hindistanê ku çalakiyên aştiyane lê tên kirin, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bal kişand ser rewşa tecrîdê ya Rêber APO û daxwaza azadiya fîzîkî kir. Hegde, di 9’ê Cotmeha 2025’an de jî nameya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) gihand lîderî olî yê herî payebilind ê Budîzma Tîbetê Dalaî Lama û jê xwest ku ji bo silametiya Rêber APO duayan bike. Hegde, têkildarî konferansê axivî û got:“Abdullah Ocalan, Mandelayê Rojhilata Navîn e û ji kêliya ewil min bihîstî heta niha eleqeyeke min ji bo wî heye. Têkildarî paradîgmaya wî min çendek nivîs xwendin. Ez der heqê Ocalan de çiqas bixwînim, ewqas bêhtir îlhamê digirim. Ji ber ku behsa neteweyekî bêyî dewletê dike û li gorî min ji bo hemû cîhanê ev çareseriya mayinde ye. Ez jî bûm parçeyekî konferansê û ev ji bo min cihê şanaziyê ye.” Hegde, bal kişand ser peyama Rêber APO ya di konferansê de hate xwendin û got:“Rêgezên Ocalan wê bi xwe re ji bo hemû dinyayê aştiyê bîne. Ya herî girîng, behsa rakirina netewe-dewletê dike. Netewe-dewlet, ji patrîarkayan, ji tevahiya kapîtalîzmê, ji hilweşînên hawîrdorî, ji her tiştekî berpirsyar in. Û van tevekan jî di peyama Ocalan de cih digirt.” Hegde, hêvî kir ku di demên pêş de di navbera Ocalan û hikûmetê de bêhtir hevdîtin bên kirin û got:“Mirov diçin serdana wî û hazir jî hatime vê derê, dixwazim biçim her cihê bikarim biçimê, biçim serdana parêzerên wî. Di rojên pêş de ez ê bi van mirovan re, bi we re di nava pêwendiyan de bim. Em ê peyama Ocalan bi cîhanê re parve bikin û ji bo aştiyê bixebitin.” 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.