
- Şikefta Qurî Qela ya li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê temenê wê zêdetirî 65 milyon sal e û wek şikefta avî ya herî mezin li cîhanê tê zanîn. Salane bi sed hezaran geştiyar serdana ve şikeftê dikin.
Parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê wekî yek ji navendên xwezayî û şûnwarên dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê tê zanîn. Yek ji van şûnwarên ecêb jî Şikefta Qurî Qela ye ku di nava dilê çiyayên Zagrosan de cih digre. Bi milyonan sal in ev şikeft di nava dilê Zagrosan de heybeta xwe diparêze.
Şikefta dîrokî ya Qurî Qela
Şikefta Qurî Qela bi dûriya 90 kîlometre dikeve bakurê rojavayê Kirmaşanê û nêzî bajarê Pawe ye. Ev şikeft wek şikefta herî mezin a avî li cîhanê tê binavkirin. Li gor belgeyên dîrokî yên tîmek şûnwarnas ên Brîtanî û Fransî temenê şikeftê zêdetirî 65 milyon sal e. Ji bermahiyên kevirê kilsê ên serdemên Krîtasî û Triyasîk pêk tê.
Şikefta balkêş a Kurdistanê
Navê ‘Qurî Qela’ ji qelayek nêzî şikeftê hatiye girtin ku dîroka wê digihe serdema Sasaniyan. Xelkê Kurd ê deverê navê vê qelayê kirin Qelaya Gewre (mezin) û piştre wek Qurî Qela hat guhertin.
Li gor tê texmînkirin dirêjiya şikeftê nêzî 12 kîlometre ye, lê tenê nêzî 1,5 kîlometre xelk di nava şikeftê de dimeşe. Tê gotin meşîna nava şikeftê pêwîstî bi rehbertî û şarezayiya taybet heye.
Pileya germahiya nava şikeftê bi dirêjahiya salê di navbera 7-22 pile de ye. Hewaya wê pir şîdare (nemli), li hinek cihan kûrahiya avê digihîje 14 metreyan û kaniyên wê hene, ev yek jî bedewiyeke taybet daye şikeftê.
Şûnwarên binirx hatine dîtin
Şikefta Qurî Qela ji bilî bedewiya xwe ya xwezayî, ji aliyê şûnewaran ve jî pir dewlemend e. Lêkolînên li ser vê şikeftê bûne sedema dîtina kelûpelên giranbiha; di nav wan de dirav, tepsî û perçeyên cerikan ku dîroka wan vedigere serdema Sasaniyan. Her wiha li nêzîkî şikeftê, kiloxên serê mirovan û firaxên heriyîn hatine dîtin, ku ev yek nîşana giringiya dîrokî ya vê herêmê ye.
Odeyên mezin ên şikeftê, bi nexşandina kevirên lîmonî yên xwezayî û berên dilop dilop hatine xemilandin ku her yek ji wan berhemeke hunerî û xwezayî ye.
Bi hezaran geştiyar serdana şikeftê dikin
Li gor amaran, Şikefta Qurî Qela li Rojhilatê Kurdistan û Îranê yek ji cihên navdar ên geştiyariyê ye. Bûye yek ji cihên sereke yên geştiyarên navxweyî û biyanî. Salane zêdetirî 500 hezar geştiyar serdana şikeftê dikin.
Şikefta Qurî Qela wek yek ji şûnwarên xwezayî yên binirx li Rojhilatê Kurdistan û Îranê cihê xwe di lîsteya şûnwarên netewî yên Îranê de girtiye. Şikefta Qurî Qela li gel Şikefta Peraw wek du şûnwarên xwezayî û giring ên parêzgeha Kirmaşanê ne.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN







