Mîrateyeke têkoşînê ya mayînde hiştin

Sêşem 16 Kanûn 2025 - 03:55

  • HPG NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got:“Bi tevlîbûna bêdudilî, hevrêtiya kûr, sekna wan a zelal di xeta Apoyî de û israra di taktîka dema nû de, mîrateyek têkoşînê ya mayînde li pey xwe hiştin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG NRÇ) derbarê 5 gerîlayên ku sala 2018’an şehîd bûne, ev tişt diyar kir:“Em hevrêyên xwe Rûken Amed, Çiya Farqîn, Çiyager Amed, Mûrat Qendîl û Cîlo Oremar ên ku di têkoşîna sala 2018’an de di encama êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûn, bi hurmetî û minetdarî bibîr tînin. Hevrêyên me Rûken, Çiya, Çiyager, Mûrat û Cîlo ji deverên Kurdistanê yên cuda tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn û xwedî li peywir û berpirsyariyên xwe derketin. Wan îdeolojiya Apoyî ku yekîtiya gelan esas digire û li dijî sîstema mêtinger têdikoşe fêm kirin û hê bêtir têkoşîna xwe mezintir kirin û tevlî xebatan bûn. Bi zanîna ku siberoja azad tenê bi têkoşîna berdewam û çalak dikare were pêkanîn, tevlî gelek xebatan bûn. Li dijî her êrîşek li ser lêgerîna azadiyê ya gelê me, ji bo parastinê amade bûn. Weke şervanên fedaî yên ku ji welat, gel û azadiyê hezdikirin, bi wêrekiyek mezin peywirên xwe yên dîrokî bi cih anîn. Bi tevlîbûna bêdudilî, hevrêtiya kûr, sekna wan a zelal di xeta Apoyî de û israra di taktîka dema nû de, mîrateyek têkoşînê ya mayînde li pey xwe hiştin. Em weke hevrêyên wan soz didin ku em ê peywira şoreşgerî yên ku hevrê Rûken, Çiya, Çiyager, Mûrat û Cîlo dewrî me kirine, teqez bi serketinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê, em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me, ji hemû gelê me yê welatparêz ên Kurd û Ereb re sersaxiyê dixwazin û di şexsê hevrêyên xwe yên şehîd de em soza xwe ya ji bo tevahiya şehîdan nû dikin.

Bi wêrekî bi ser dijmin de çûn

Hevrêya me Rûken li navçeya Erxenî ya Amed di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di dema zanîngehê de derfet dît ku bêtir têkoşîna me ya azadiyê nas bike. Wekî jineke ciwan, wê biryar da ku divê ew berpirsiyariya gelê xwe bigire ser milên xwe. Bi tevlîbûna xwe ya biryardar, hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir û di heman demê de bala dijmin jî kişand ser xwe. Ji ber vê sedemê, ew demekê hate girtin. Weke her milîtanek Apoyî ew zindanê ne wekî cihekî teslîmbûnê, wekî cihekî fêrbûn û pêşveçûnê girt dest. Piştî ku ji zindanê derket, wê xwendina xwe ya zanîngehê nîvco hişt û di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Rûken, bi kesayetiya xwe ya dirust, dilsoz û kedkar, ew bû milîtaneke jin a bihêz. Helwesta wê ya bêtawîz li hember dijmin û rihê wê yê tolhildanê ji bo hevrêyên wê bû mînak û ev helwest di tevahiya jiyana xwe de parast. Hevrê Rûken mîrateyeke têkoşînê ya bi nirx û dewlemend li pey xwe hişt.

Hevrê Çiya li Amedê di nav malbateke welatparêz û kedkar de ji dayik bû. Serhildanên ku li Amed û deverên din ên Bakurê Kurdistanê pêş ketin, hêz û moral dan wî. Wekî ciwanekî Kurd, wî hîs kir ku divê berpirsiyariyê bigire ser milên xwe û li ser vê bingehê ket nava lêgerînan û beşdarî xebatên ciwanan bû. Pêşengî ji hevrêyên xwe yên têkoşînê re kir. Vê helwestê bala dijmin kişand; ew hate binçavkirin û êşkence lê hat kirin. Lê belê, hevrê Çiya bi îradeya şoreşgerî ya Tevgera Apoyî bersiv da. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me dilsoziya xwe ya bi rastiya Rêber Apo û şehîdan re di xebatên xwe de nîşan da û bi van taybetmendiyên xwe bû milîtanek mînak. Hevrê Çiya ku piştre tevlî gelek çalakiyên li dijî dewleta Tirk bû, bi wêrekî û jêhatîbûna xwe ya leşkerî derket pêş.

Hevrêyê me Çiyager li Kerkûkê ku wekî dilê Kurdistanê tê binavkirin, ji dayik bû. Têkoşîna PKK'ê ya çalak a li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Rojava, Şengal û Kerkûkê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê û parastina gelê me ji êrîşên qirkirinê, hişt ku dilsoziya hevrêyê me Çiyager a li hember Tevgera Azadiyê xurt bibe. Bi taybetî, ji paradîgmaya Neteweya Demokratîk a ku Rêber Apo bandor bû. Di nava xebatan de ew rastiya têkoşîna me ji nêz ve nas kir. Hevrê Çiyager ê ku bawer dikir divê rolek çalaktir bilîze, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Çiyager piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî bi dawî kir, israr kir ku biçe deverên şer û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer bike. Li ser vê bingehê, ew derbasî herêmên ku şer lê giran bû û tevlî têkoşîna azadiya gelê me bû. Wêrekiya wî, fedakarî û bêtirsiya wî baweriya hevrêyan xurttir kir. Piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ'ê ew carek din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Çiyager ê ku bi taybetmendiyên xwe yê dilnizm, dirust û gihîştî milîtanekî mînak e, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.

Hevrê Mûrat li gundê Faw ê Şengalê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Deyî ya Ereb de ji dayik bû. Şengal û gundên derdorê bi fedakarî û bedelên mezin, bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin rizgarkirin. Hevrê Mûrat, ku dixwest gerîlayên ku wan ji van dijminên mirovahiyê DAÎŞ’ê rizgar kirine nas bike, di her fersendê de bi gerîla re diaxivî û nîqaş dikir. Hevrê Mûrat bi taybetî bi paradîgmaya Rêber Apo ya ji bo derbaskirina nakokiyên çêkirî yên di navbera gel û baweriyan de, bi rêya têgeha Neteweya Demokratîk, pir bandor bû. Hevrê Mûrat azadiya gelê xwe gelê Ereb, di îdeolojî û felsefeya azadiyê ya Apoyî de dît û biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Li ser vê bingehê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Mûrat, ku ji tecrûbeya jiyana hevalên xwe sûd wergirt. Bi sekna xwe ya dirust, samîmî û bêteredût a di xeta milîtaniya Apoyî de, hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrêyê me Cîlo li Geverê li nava malbateke ji eşîra Oremarê ya qedîm ji dayik bû. Bi taybetî ji tevlîbûna xizmên xwe yên nêz hevrêyên me Cîlo - Yilmaz Bûldan û Brûsk -Davût Bartin a li nava refên gerîla bi bandor bû. Hevrêyê me Cîlo beşdarî karên ciwanên welatparêz û şoreşger bû. Sal û nîvekê li nava karên çapemeniyê xebitî. Dema ku dewleta Tirk di Berxwedana Xwerêveberiyê û piştî wê de li hemberî gelê me û gerîla kosnepteke tasfiyeyê ya nû xist dewrê û li ser vê bingehê êrîşên qirkirinê zêde kir, xwest ne tenê heqîqetê ragihîne, her wiha li dijî neheqiyê têbikoşe. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Cîlo bi tevlîbûna xwe ya li nava jiyanê, şarezabûna xwe ya li perwerdeyê, têkiliyên hevrêtiyê yên xurt, kesayetiya xwe ya sade, dilnizm, durust û samîmî li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê.” Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Rûken Amed (Songul Karaman), li Amedê jidayîk bûye, 28’ê Tebaxa 2018’an li Garê şehîd bû.

Çiya Farqîn (Haci Başaran), li Amedê jidayîk bûye, 25’ê Adara 2018’an li Heftanînê şehîd bû.

Çiyager Amed (Osman Abdurrahman), li Kerkûkê jidayîk bûye, 28’ê Tebaxa 2018’an li Garê şehîd bû.

Mûrat Qendîl (Sifok Muhsîn Rumeyit), li Şengalê jidayîk bûye, 28’ê Tebaxa 2018’an li Garê şehîd bû.

Cîlo Oremar (Belav Ova), li Colemêrgê jidayîk bûye, 15’ê Kanûna 2018’an li Garê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.