Jinên bedew û dilpak ên Kurdistanê

Şemî 13 Kanûn 2025 - 04:00

  • HPG NRÇ’ê Endama Meclîsa PAJK’ê, Konseyên Fermandariya HPG û YJA Starê, Fermandariya Akademiyên Apollo û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaq û militana xeta fedayî ya Apoyî Sema Roza bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr anî.

HPG NRÇ’ê fermandara pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza bi bîr anî. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG (HPG-NRÇ) de ev tişt hatin diyarkirin:“Em hevrêya xwe ya Endama Meclîsa PAJK’ê, Konseya Fermandariya HPG’ê û YJA Star’ê, Fermandariya Akademiya Apollo ûFermandariya Biryargeha Navenda YJA Star’ê Berfîn Nûrhaq û mîlîtana xeta fedayî ya Apoyî Sema Roza ku di 13'ê Kanûna 2021'an de li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de di dema erka xwe de şehîd bûne, di salvegera şehadeta wan de bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku alaya têkoşînê ya hevrêya me ya mîlîtana Apoyî ya fedayî ya mînak, fermandara gerîla, jina zana ya çiyan, pêşenga fedakar a Tevgera Azadiya Jinê Berfîn Nûrhaq ku bi kevneşopiya berxwedanê ya ji esaleta Kurdistanê wergirtiye û xwe feda kiriye, tevî hevrêya wê Sema Roza ya ku bi wê re şehîd bûye, bigirin û têkoşînê ji cihê ku wan lê hiştiye, bilindtir bikin û bigihînin armanca wan. Em di dema bîranîna pêşengên jin ên esîl û egîd ên çiyayên Kurdistanê ku di her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî de berê wan li rastiyê, dilê wan li bedewiyê, hişmendiya wan li ronahiyê û kesayetiya wan li dilpakiyê bû, careke din biryardariya xwe ya pêkanîna şoreşa jina azad, sosyalîzma civaka demokratîk, Kurdistana Azad ku armanca wan a herî mezin bû û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya ku hemû van bedewiyan pêkan dike, destnîşan dikin. Li ser vê bingehê, em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, ji hemû jinên ku dilê wan bi evîna azadiyê lêdide û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Fermandara têkoşîna azadiyê

Hevrê Berfîn Nûrhaq di sala 1974'an de li Osmaniyê çavên xwe li jiyanê vedike. Weke endama malbateke Elewî ya ku bi eslê xwe ji navçeya Elbîstan a Mereşê ye, di jiyana sirgûnê de tê dinê. Hevrê Berfîn ji eşîreke mezin û kevnar, eşîra Alxasê ye. Di encama êrîşên dijmin û polîtîkayên sirgûnê de malbata wê ji Kurdistanê diqete û diçe bajarên Tirkiyeyê. Malbata wê ya ku pêwîstî bi parastina nirxên çandî û nêzîkbûna hev heye, li Îzmîrê bicîh dibe. Hevrê Berfîn dema ku çûna xwe ya Zanîngeha Çanakkaleyê û hawîrdora ku ji malbata xwe dûr bû, anî ziman, di heman demê de li ser lêgerîna xwe jî diyar kir.

Bi zelalbûna hişmendiya welatparêziyê re, bi xebatên Yekîtiya Ciwanên Kurdistan (YCK) re hate nasîn û hêdî hêdî di vî warî de kete nava xebateke çalak. Di salên zanîngehê de serdana girtîgehan kir, dest bi xwendina yekemîn analîzên Rêber Apo kir û hêdî hêdî dest bi jiyankirina rastiya nêzîkbûna bi rastiya rêbertî û Tevgera Azadiyê re kir. Di dema serdanên wê yên girtîgeha Çanakkaleyê de, bi hevrê Sema Yuce ya ku bi sekna xwe ya jina azad navê xwe li dîrokê nivîsandiye û bûye sembol, nas kir. Di sala 1996’an de çalakiya fedayî ya hevrê Zîlan (Zeynep Kınacı) deriyê rêya ber bi jiyana azad ve ji hevrê Berfîn re vekir û bû wesîle ku tevî komeke hevrêyên, di nav de hevrê Şehîd Azê Malazgirt (Aslı Ozkaya), biryara tevlîbûnê bidin. Rêwîtiya hevrê Berfîn a têkoşîna azadiyê û nêzîkbûna bi Rêber Apo re dest pê kir û di sala 1997'an de li ser Qada Balkanan weke şervaneke lêgerîna rastiyê tevlî Tevgera Apoyî bû. Li vê qadê perwerdeyeke kurt dît û derbasî Qada Rêbertî bû. Hevrê Berfîn Nûrhaq di salên 1997 – 1998'an de li Qada Rêbertî ma û ev pêvajo weke lêgerîna bûyîna şoreşger û hewldana fêmkirina Rêbertî pênase kir. Bi perspektîfa ku ji Rêber Apo girt, awazên ji dilê xwe gihand hemû hevrêyên xwe û ew bi rastiya Apoyî re kir yek. Rêwîtiya wê ya ber bi çiyayan ve dest pê kir û êdî ew bû mîlîtaneke jin a ku weke kadroyeke serkeftinê ji bo azadiya Kurdistanê şer dike. Hevrêya me Berfîn Nûrhaq ji gelek qadên Başûrê Kurdistanê heta Zagrosan, ji Rojhilatê Kurdistanê heta Şengalê bû yek ji fermandarên pêşeng ên artêşa YJA Starê. Her wiha li Qendîl û Xinerê ma û di şerê li dijî êrîşên hêzên Îranê de weke fermandareke pêşeng cih girt. Ji ber tevlîbûna xwe ya li ser armanc û bi prensîb, di asta Endamtiya Meclîsa PAJKê de berpirsiyarî girt. Di dema Kongreya 9’an a PAJK’ê de, êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gel li Şengalê pêk hatin. Tevgera Azadiya Jinê di vê kongreyê de li hemberî êrîşên li ser gelê Êzidî û jinan, biryarên xurt girt, kongreya xwe li ser bingeha serkeftinê qedand û hevrê Berfîn weke fermandareke YJA Starê ber bi Şengalê ve kete rê. Hevrê Berfîn li vir di nava şerê dîrokî yê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cih girt, ji bo ku jin xweparastina xwe pêk bînin û bigihîjin hişmendiya xwe ya resen, koordîne kir. Hevrê Berfîn piştî ku li Şengalê erka xwe li cihên ku Rêbertiya me dixwest lê be, bi cih anî, dîsa vegeriya çiyayên azad. Weke endama Fermandariya Biryargeha Navenda YJA Starê erka xwe girt û berpirsiyariya yek ji xebatên herî stratejîk ên Biryargeha Navenda YJA Starê, Fermandariya Akademiya Apollo girt ser milên xwe. Di 13'ê Kanûna 2021'an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li qada Garê de şehîdbûna hevrêya me Berfîn Nûrhaq, ji bo gelê me û me êşeke mezin çêkir. Lê em dubare dikin ku em ê li ser bingeha rêberiya hevrê Berfîn, kesayetiya jina azad a ku gihîştiyê, weke ku layiqê mîrateya têkoşînê ya ku afirandiye, têkoşîna xwe ya azadiyê bigihînin serketinê.

Sembola hevrêtiya APO’yî

Hevrêya me Sema Roza li navçeya Qereyazî ya Erziromê di nava çanda malbateke welatparêz de mezin bû. Di sala 2011’an de li Erziromê dest bi xebatên partiyê kir. Ji tevlîbûna xwişka wê ya di sala 2013’an de û qetilkirina hovane ya hevrê Ekin Wan ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 2015’an de bandor bû û di meha Îlona 2015’an de biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Piştî ku perwerdeya şervanên nû qedand, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li vir zêdetir di nava xebatên akademîk-îdeolojîk de cih girt û xebatên stratejîk meşand. Hevrê Sema ku di her hawîrdora ku lê bû de xwedî tevlîbûneke xurt bû, herî dawî di xebatên girîng ên girêdayî Biryargeha Navenda de ma, li vir gelek tecrûbe ji sekna pêşeng û jina azad a hevrê Berfîn Nûrhaq girt, li ser vê bingehê her kêlî xwe perwerde kir ji bo ku bigihîje pratîkeke xurtir û serketîtir. Weke mîlîtaneke fedayî û hevrêyeke ku di her dem û her şert û mercî de xwe bi tevahî feda kiriye, di bîra me de cih girtiye.

Hevrê Sema Roza, piştî ku hevrê Berfîn rastî êrîşê hat, ji bo ku alîkariya hevrêya xwe bike, bi nêzîkatiyeke fedayî ya mezin tevgeriya. Li ser vê bingehê tevî êrîşên giran ên dijmin jî ket nava tevgerê, prensîba hevrêtiya Apoyî ya ku jiyana hevrêyên xwe ji jiyana xwe bi qîmettir dibîne, di kesayetiya xwe de di lûtkeyê de pratîk kir. Li ser vê bingehê, bi fedakarî, fedayî, wêrekî, li dijî dijmin serî hilda, bi van nêzîkatiyan kevneşopî û prensîba PKK'ê rast temsîl kir, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û sinca hevrêtiyê bi awayekî herî xurt temsîl kir. Li ser vê bingehê, bi fermandara me hevrê Berfîn Nûrhaq re di heman demê de şehîd bû û di karwanê şehîdan de cih girt.” Agahiyên nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wisa ne:

Berfîn Nurhaq (Hanim Xanê Demîr), li Mereşê jidayîk bûye, 13’ê Kanûna 2021’an li Garê şehîd bû.

Sema Roza (Încî Sumbul), li Erziromê jidayîk bûye, 13’ê Kanûna 2021’an li Garê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.