Bi kedên bêhempa bûne nemir!
Pêncşem 11 Kanûn 2025 - 03:55

- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) gerîlayên bi navê Xerzan Zerdeşt, Navdar Serkeftin, Adir Bistin, Cesur Botan û Bager Ararat ên ku sala 2019’an li qadên cuda yên Kurdistanê şehîd bûne, bi bîr anî.
HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî. HPG-NRÇ’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got:“Em ewladên leheng ên gelê Kurd hevrêyên xwe Xerzan Zerdeşt, Navdar Serkeftin, Adir Bistin, Cesur Botan û Bager Ararat ên ku sala 2019’an li qadên cuda yên Kurdistanê şehîd bûne, bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin. Hevrêyên me mîna her ciwanên Kurd ên bi rûmet xeteriya qirkirinê ya li hemberî gelê me dîtin û hîs kirin, di tevahiya jiyana xwe de ji bo azadiya gelê me têkoşîneke bêhempa meşandin. Hevrêyên me bi îdeolojiya Apoyî xwe jinûve ava kirin, di kesayeta xwe de guhertinên bêhempa ava kirin. Weke milîtanên samîmî, dirûst û kedkar di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtin. Bi kedên bêhempa, tevlîbûnên bi coş û tecrûbeyên îdeolojîk ên di têkoşîna me de cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girtin û bûn nemir. Em diyar dikin ku em ê teqez meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad a ku xeyal û armanca herî mezin a hemû şehîdên me ye, bigihînin serketinê û li gorî vê heqîqetê bibin xwedî sekin. Li ser vî bingehî di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Xerzan, Avdar, Adir, Cesur û Bager, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Bûn şopdarê rêya şehîdan
Hevrê Xerzan sala 1981’an li gundê Tasuh ê navçeya Xîzan a Bedlîsê hate dinê. Sala 1994’an gundê wan ji aliyê dewleta Tirk ve hate şewitandin û bi vê yekê re hevrê Xerzan jî neçar ma bi malbata xwe re koçî Stenbolê bike. Xwişka wî ya mezin heval Bermal Tasuh û keçmeta wî Sozdar di navîna 1990’an de tevlî nava refên gerîla bûn û piştre şehîd bûn, her wiha birayê wî yê mezin heval Ferhat Garzan sala 2000’an tevlî nava refên gerîla bû û sala 2013’an li Rojava şehîd bû. Têkoşîna van hevrêyan, pir bandor li hevrê Xerzan kir. Hevrêyê me Xerzan bi zanebûn û hesteke wisa bi kok û xurt sala 2007’an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrê Xerzan roja ku tevlî bû hemû ciwanên di malbata xwe de kom kir, ji wan re şeveke moralê lidar xist û mîna ku biçe dawetekê kelecan û coşa xwe bi wan re parve kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji bo li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêbertî jiyan û welateke azad were avakirin, her tim xwe ji bo ya herî zehmet pêşniyar kir. Hevrêyê me Xerzan 25’ê Îlona 2019’an dema ku wezîfeyeke hesas û girîng bi cih dianî, bi kadroyê pêşeng ê Tevgera Apoyî, pêşengê têkoşîna me, yek ji fermandarên ewilî yê rêxistina me ya leşkerî û yek ji damezrînerên Partiya me PKK’ê Riza Altûn re di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrê Xerzan bi kesayet, sekin û keda xwe di dil û hişê hemû hevrêyên xwe de cih girt.
Hevrê Navdar li navçeya Stewrê ya Mêrdînê hate dinê û li Mêrdînê mezin bû. Sala 2004’an bi malbat ve koçî Stenbolê kirin. Bi kurxalê xwe hevrê Şevger re sala 2010’an tevlî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDGH) bû û di têkoşînê de cih girt. Dema xebatên ciwanan dimeşand, di çarçoveya operasyonên KCK’ê de ji aliyê dijmin ve hate girtin. 2 sal û nîvan li zindanê ma. Di vê pêvajoyê de kurxalê wî Şevger Çalak – Mustafa Kilinç ê ku sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bibû, 22’yê Mijdara 2015’an şehîd bû. Têkoşîna şehîd Şevger di têkoşîna hevrêyê me Navdar de şopeke kûr hişt. Hevrê Navdar dema ji zindanê derket sala 2015’an li Amedê tevlî têkoşînê bû. Di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser a li Sûrê de sala 2016’an de gule li destê wî ket û birîndar bû. Ji bo tedawiyê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Navdar piştî ku bû pispor û perwerdeya xwe qedand, bi eşq û xwestekek mezin car din ji bo tevlî têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bibe berê xwe da Bakur. Hevrêyê me Navdar ê ku gerîlayekî Apoyî û fedayî ye, 23’yê Tebaxa 2019’an li qada Stewrê ya Mêrdînê di encama xiyaneteke nemerd û operasyona dijmin de bi hevrêyên xwe re li dijî operasyonê şer kir û şehîd bû.
Hevrêyê me Adir li navçeya Çermûg a Amedê di nava malbateke ji eşîra Heciyan de hate dinê. Li gund ji bandorên sîstema kapîtalîst dûr û weke zarokê malbateke cotkar û kedkar mezin bû. Zanîngeh terikand û gav ber bi ciwanên welatparêz û şoreşger ve avêt, têkoşîna azadiyê nas kir. Hevrê Adir bi rengekî pir bi wate tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla 4’ê Nîsana 2015’an pêk anî. Di roja ku Rêbertiya me ji dayik bûye de tevlî PKK’ê bû. Ji bo fêrbûna sîstem û paradîgmaya Rêber Apo, pir bi kelecan bû. Dît ku Apoyîtî ne tenê li pey utopyayekê bezîn e, di heman demê de kêlî bi kêlî navê têkoşîna ku ew afirandî ye. Hevrê Adir ku şoreşgerekî bi biryar û bêteredut e, got, ‘ev şoreş dê pêk were, dê pêk were, teqez dê pêk were’. Bi vî rengî bû milîtanekî fedayî yê Apoyî yê ku ji çeperê dibeze çeperê, bêhesab ked dide û tevkariyeke mezin li têkoşîna azadiyê ya gelê me dike. Hevrêyê me Adir parastina hebûna gelê me û têkoşîna ji bo azadiya gel, bi fedakariyeke mezin meşand û 6’ê Hezîrana 2019’an li qada Çilûçar a herêma Xakurkê di êrîşeke dijmin de şehîd bû.
Hevrêyê me Cesur ji malbateke welatparêz a Colemêrgî li ber çiyayên Zagrosê hate dinê. Kesên li derdora wî û bi taybetî birayê wî yê mezin, mamê wî, xalê wî û pismamên wî tevlî nava refên gerîla bûn, ev yek bû sedem ku hevrê Cesur ber bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ve bi rê bikeve. Hevrê Cesur sala 2013’an biryar da ku tevlî nava refên PKK’ê bibe û li Çiyayên Zagrosê weke gerîla dest bi têkoşînê kir. Kesayeta serhildêr a Zagrosî ya hevrê Cesur, kedkarî, samîmiyet, kesayeta wî ya bi moral û hevrêtiya wî ya jidil ew kir milîtanekî ku li her derê lê tê lêgerîn. Weke milîtanekî Apoyî bi rengekî bêteredut û bi ruhekî fedayî xwedî li wezîfeyên xwe derket. Piştî pratîka li Zapê sala 2019’an tevlî xebatên li Fermandariya Sewq Îdare ya Parastina Medyayê bû. Bi sekna xwe ya ku bawerî dide, pratîkek şoreşgerî ya ku ji kêliyê re bibe bersiv raber kir. Ewladê wêrek ê gelê me yê Colemêrgê hevrêyê me Cesur 14’ê Mijdara 2019’an dema li ser wezîfeya xwe li qada Çemço di êrîşa hewayî de şehîd bû.
Hevrêyê me Bager li navçeya Bazîd a Agiriyê di nava malbateke welatparêz û girêdayî nirxên Kurdîtiyê de hate dinê. Bi taybetî dema xwişka wî ya mezin hevrê Ararat – Melek Seferoglu sala 2010’an tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me bi xebatên ciwanên şoreşger derfet dît ku rastiya me ya têkoşînê hîn baştir nas bike.Di meha Nîsanê ya sala 2014’an de ji qada Serhedê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Bager piştî demek kurt li herêma Serhedê ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Di vê pêvajoyê de xwişka wî hevrêya me Ararat derbasî Rojava bibû, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û şehîd bû. Hevrê Bager ev şehadet kir sedemê mezinkirina têkoşîna xwe. Bi cesareta xwe ya bilind û û ruhê fedayî bi ser dijmin de meşiya. Hevrêyê me Bager li herêma Avaşînê bi rengekî aktîf tevlî gelek çalakiyan bû. Hevrêyê me asta pisporiyê ya di taktîkên şerê gerîla de û hêza xurt a milîtaniya Apoyî, di kesayeta xwe de şênber kir. Hevrêyê me Bager sala 2019’an xwest di meha kanûnê de li dijî dijmin çalakiyeke suprîz pêk bîne, li vir di şerê li dijî dijmin de şehîd bû û têkoşîna xwe ya azadiyê di lûtkeyê de temam kir.”
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Xerzan Zerdeşt (Yahya Karabaş), li Bedlîsê jidayîk bûye, 25’ê Îlona 2019’an li Qendîlê şehîd bû.
Navdar Serkeftin (Mehmet Îhsan Kilinç), li Mêrdînê jidayîk bûye, 23’ê Tebaxa 2019’an li Mêrdînê şehîd bû.
Adir Bîstîn (Halîm Buyukbayram), li Amedê jidayîk bûye, 6’ê Hezîrana 2019’an li Xakurkê şehîd bû.
Cesûr Botan (Serkan Karaduman), li Colemêrgê jidayîk bûye, 14’ê Mijdara 2019’an li Avaşînê şehîd bû.
Bager Ararat (Omer Seferoglu), li Agirî jidayîk bûye, Kanûna 2019’an li Avaşînê şehîd bû.
BEHDÎNAN














