Ewladên Leheng ên gelê Kurd û Ereb

Sêşem 2 Kanûn 2025 - 03:55

  • HPG NRÇ’ê nasnameyên gerîlayên şehîd ragihand û got:’’Em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe bi biryardarî bidomînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG NRÇ) têkildarî gerîlayên şehîd bûne ev agahî parve kir:’’Em ewladên leheng ên gelê Kurd-Ereb Sîpan Sîdar, Delîla Hêmin, Cûdî Sine, Baran Şemmerî û Çiyager Amed ku di têkoşîna sala 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihiştin şehadetê bi hezkirin û hurmetî bibîr tînin. Hevrêyê me Sîpan di meşa xwe ya 23 salan a bênavber de, li gelek deveran, ji Qendîlê heta Amedê, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Mexmûr û Rojava, bi hesteke berpirsyarî û hişmendiyek bilind nêzî her erkê bû. Hevrê Sîpan, ku rêya şehîdan şopand, wekî Apoyiyek fedaî û fermandarekî dilsoz mîrateyek mezin a têkoşînê ji me re hişt.

Hevrê Delîla li hember êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me û Tevgera me tevlî nava refên têkoşînê bû û bi israra xwe ya di serketinê de bû mîlîtaneke mînak a YJA Starê. Bi tevlîbûna xwe ya fedekar, kedkar û kelecanî, di berxwedana li herêma Xakurkê de roleke girîng lîst. Hevrê Cûdî, ji bo pêkanîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd, tevlî nava refên têkoşînê bû. Ji bo serketina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, kedek bêhempa raber kir. Hevrêyê me ku xwedî têkoşînek bênavber bû, bi hevrêtiya xwe ya xurt û jidil mîrateyeke têkoşînê ya mezin li pey xwe hişt û bi vê yekê re bû mînaka herî şênber a kesayetiyek serketî. Hevrê Baran, dît ku paradîgmaya Rêbertiyê me ku li ser bingeha yekîtiya gelan e ji bo gelên Rojhilata Navîn dibe çavkaniya îlhamê. Mînaka herî şênber jî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû û ji vê gelek bandor bû. Ji qehremaniya ku bi pêşengiya milîtanên Tevgera Apoyî pêş ket, hêz û moralek mezin girt. Hevrê Çiyager tevî hemû zehmetiyan jî beşdarî nava refên têkoşînê bû û li qadên herî zehmet ên şer, şer kir. Hevrêyê me, ku bi têgihîştineke kûr a rastiya jiyanê ya Apoyî jiya, dê her tim wekî milîtanekî wêrek û bêhesab were bîranîn. Em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Sîpan, Delîla, Cûdî, Baran û Çiyager re, ji gelê me yê welatparêz û hemû gelê Kurd û Ereb re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe bi biryardarî bidomînin.

Ji pîvanên partiyê tawîz nedan

Hevrêyê me Sîpan yek ji bajarên Kurdistanê yê ku lê welatparêziyeke mezin heye, li Qamişloyê jidayîk bû. Di sala 2001’an de tevlî nava PKK’ê bû. Hevrêyê me Sîpan ê ku li hemberî operasyona dewleta Tirk a di 16’ê Nîsana 2024’an de li herêma Matînayê dide destpêkirin, di asta fermandariya herêmê de erk û berpirsiyaran digire ser milên xwe, bi cesaret û tevlîbûna xwe ya bimoral ji hevrêyên xwe re dibe çavkaniya hêz û moralê. Weke fermandarekî fedaî yê Apoyî li hemberî êrîşên dijmin li ber xwe dide. Hevrê Sîpan ê fermandarê me yê hêja yê ku ji Bakurê Kurdistanê heya Rojava, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heya Şengal û Mexmûrê li gelek qadên Kurdistanê gerîlatî kir û ji bo azadiya gelê me bêyî teredut li ber xwe da.

Hevrêya me Delîla, li bajarê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Di sala 2019’an de tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Ji hêza jinên azad ên di nava refên têkoşînê bandor bû û hê bêhtir xwedî li xebatan derket. Hevrêya me armanc kir ku bibe gerîlayek jêhatî ya YJA Starê. Hevrêya me bi xurtkirina biryardarî û azweriya xwe hewl da ku layiqê hevrêyên şehîd bibe. Hevrêya me bi fedekarî û sekna xwe ya di xeta jina azad de mîrateyek mezin a têkoşînê ji bo me hişt.

Hevrêyê me Cûdî li bajarê Sine ê lê welatparêziyeke kûr heye, jidayîk bû. Di sala 2016’an de li ser Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Di xebatên girîng ên ku hesasiyetek mezin û veşartîbûnê dixwazin de cih girt. Hevrê Cûdî di ferqa girîngiya xebatan de bû û her wezîfeya ku Partiya me jê re diyar kirî, bi layiqî bi cih anî. Bi fedakarî, hevrêtiya xwe ya xurt û dilsoziya xwe ya bi nirxan, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Li her qada ku çûyê, bû milîtanekî ku hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir û girêdayî pîvanên Partiyê ma.

Hevrêyê me Baran li Quweytê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me yê ji eşîra Şemmerî bi ruhê berxwedanê yê eşîra Şemmerî mezin bû. Sala 2018’an ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bû. Tevî ku biyaniyê jiyana çiyê bû, nava demek kurt motîve bû. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bi moral û kelecan, hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir. Di berxwedana destanî ya gerîla ya li dijî dewleta Tirk û hêzên hevkar de, berpirsyarî girt ser xwe. Hevrêyê me Baran ji bo azadiya gelê me li dijî her cure zehmetiyê têkoşiya û bi cesaret û hevrêtiya xwe ya jidil weke milîtanekî fedayî yê Apoyî yê Ereb di dîroka me ya têkoşînê de cih girt.

Hevrêyê me Çiyager li Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me bû şahidê berxwedana destanî ya bi pêşengiya fermandarê fedayî şehîd Çiyager Hêvî ya li Sûrê. Wî bawer kir ku encex bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare ji êrîşên dijmin ên li ser Rêbertiya me û gerîlayên azadiyê re bibe bersiv. Li ser vî bingehî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me bi taybetmendiya xwe ya kedkar û fedakar ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Çiyager bi hevrêtiya xwe ya jidil, tevlîbûna xwe ya dirûst û kesayeta xwe ya xwezayî, rêzdarî û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir.” Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd de wiha ne:

Sîpan Sîdar (Sîpan Muhyeddîn Hesen), li Qamişlo jidayîk bûye, 20’ê Gulana 2024’an li Metîna şehîd bû.

Delîla Hêmin (Hestî Esedî), li Seqiz jidayîk bûye, 28’ê Nîsana 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

Cûdî Sine (Hamît Muhammedî), li Sine jidayîk bûye, 1’ê Çileya 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Baran Şemmerî (Ahmet Mustafa Hasan), li Reqa jidayîk bûye, 13’ê Çileya 2024’an li Garê şehîd bû.

Çiyager Amed (Serhat Korkmaz), li Amedê jidayîk bûye, Nîsana 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.