Ji bo mafên xwe tevlî hilbijartinê bibin

Şemî 8 Mijdar 2025 - 03:42

Kampanyaya hilbijartina gera şeşemîn ya Parlementoya Iraqê tenê çend roj mane û kesayetên ji pîşeyên cuda yên Îdareya Raperînê bang li hilbijêran dikin ku biçin ser sindoqan û beşdarî hilbijartinan bibin, kesên ku dikarin xizmeta gel û pirsgirêkên netewî bikin hilbijêrin. Çavdêrê Siyasî Erselan Mehmûd yê li Ranyayê, girîngiya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ji bo Kurdan û Kurdistanê nirxand û wiha got:“Rêyek çêtir ji ezmûna maf û erkên xwe yên netewî û mirovî bi awayekî demokratîk ji me re tune. Demokrasî yek ji baştirîn vebijarkane. Ji ber vê yekê, beşdarbûna di vê pêvajoyê de ne tenê ji bo pêşxistina demokrasiyê ye, lê di heman demê de ji bo mafên gelê Kurd jî ye. Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji tiştên ku ew ji gelê Kurd re dibêjin û ji sozên xwe yên di cîbicîkirinê de berpirsiyarin. Gelê Kurd niha hişyare û baştir dikare bizanibe ka ev soz gengazin an na. Ez ji mirovan dixwazim ku bi baldarî li şûna dirûşmeyan, pêngav û kiryarên pratîk bişopînin.”

Mistefa Kanî Tûyî ku yek ji fermandarê leşkerî yê li Ranyayê ye, girîngiya hilbijartinan di wê rastiyê de dît ku daxwazên Kurdan li Bexdayê ne, ku partiyên siyasî li Bexdayê bi hev re bixebitin da ku mafên xwe yên darayî çareser bikin. Her wiha hêvî kir ku partiyên siyasî sozên xwe bicîh bînin û got:“Muxalefet û şer dê bandorek neyînî li ser têkiliyên bi Bexdayê re bike. Her ku partiyên siyasî aramtir bin, ew qas çêtire.”

Divê Kurd lîsteyeke hevbeş çêbikin

Çavdêrê Siyasî Hawrê Silêman partiyên siyasî yên ku dikevin hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de wiha kategorîze kir:“Em dikarin partiyên Kurdan di çend celeban de dabeş bikin. Me berê hemû fraksiyonên partiyên siyasî dîtine. Hinek kes hebûn ku bi vî rengî tevgeriyane ku hewl dane ji Iraqê veqetin û biryarên Iraqê bicîh neynin. Ev yek gelê Herêma Kurdistanê bê mûçe hiştiye û bûye sedema pirsgirêkên aborî û siyasî. Hinek fraksiyon hebûn ku piştgirî dan rewş-refaha gel û di parlementoyê de hewldanên pir baş kirin. Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku gelê Herêma Kurdistanê wê piştgiriyê bide lîsteyên wiha ku piştgiriyê bidin gelê xwe.” Hawrê Silêman rexne kir ku berî hilbijartinan li herêmên dikevin ber Madeya 140 lîsteyek hevbeş nehatiye çêkirin da ku dengê Kurdan neyê parçekirin û got:“Divê piştî hilbijartinan hin lihevkirin werin çêkirin da ku Kurd bikaribin xwedî lîsteyek hevbeş û bibin çeperek. Ji sala 2003’yan vir ve me bi hikûmeta Iraqê re dîrokeke têkiliyên xurt heye. Gelê Herêma Kurdistanê di bêhnavedanek baş de bû. Piştgiriya darayî û alîkariya darayî bi rastî jî xurt bû. Bi taybetî ji 2006’an heta 2014’an. Lê piştî 2014’an, ji ber siyaseta ‘aboriya serbixwe û petrola serbixwe’, têkiliyên bi Iraqê re ketine qonaxek cudakariyê û gelê Herêma Kurdistanê di serdemeke aborî ya dijwar û bê îstîqrariyê re derbas dibe. Ez qet ne alîgirê wê yekê me ku têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de bikevin rewşek xirab. Ez difikirim ku têkiliyek dostane li ser bingeha mafên destûrî hebe, ji xirabûna têkiliyan çêtire.”

ROJNEWS/RANYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.