Çalakvana Îranî hate binçavkirin

Şemî 8 Mijdar 2025 - 03:38

Li gorî çavkaniyên herêmî, çalakvana civaka sivîl a li Tehranê Minoo Rouzeddar di serdegirtina malê ya hêzên ewlehiyê yên Îranê de hate binçavkirin. Tê gotin ku Rouzeddar di dema binçavkirinê de rastî tundiya fîzîkî hatiye. Minoo Rouzeddar berê di 1’ê Sibata 2025’an de li Tehranê hatibû girtin. Wê demê, ew birin Beşa 1-A ya Ajansa Îstîxbaratê ya Pasdarên Şoreşê û dû re jî veguhestin baskê jinan a Girtîgeha Evînê. Di 5ê Adara 2025’an de bi kefaletê serbest hat berdan. Dadgehê di Nîsana 2025’an de cezayê 14 meh zîndan û 30 milyon tumenî da Minoo Rouzeddar. Ceza ji bo sê salan hate taloqkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.