Parêzvana mafên mirovan: Şerîfe Mihemedî

Nûçeyên Jin

Sêşem 9 Îlon 2025 - 15:30

  • Jina têkoşer û parêzvana mafên karker û jinan Şerîfe Mihemedî tirs xistiye nava dilê rejîma Îranê, ji ber vê çendê rejîmê cezayê darvekirinê li Şerîfe Mihemedî biriye û metirsî li ser jiyana wê heye.

Du sal û nîv di ser girtina çalakvana mafên jinan û karkeran Şerîfe Mihemedî re derbas dibe. Şerîfe Mihemedî yek ji wan jinên ku herî zêde piştgiriya mafên karkeran dikir bû. Li şûna were xelatkirin, rûbirûyê îşkence û cezayan hatiye. Bi awayekî ne rewa di 16’ê Tebaxa 2025’an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî bi temamî hate erêkirin.

Şerîfe Mihemedî kiye?

Şerîfe Mihemedî di sala 1979’an de li gundekî ser bi bajaroka Miyane ya girêdayî bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Du xwişk û du birayên ji wê mezintir hene. Di temenê xwe yê zarokatiyê de li gel malbata xwe koçberî bajarê Kerec yê Îranê bûye. Şerîfe Mihemedî li vê derê xwendina xwe ya despekê temam dike û piştre beşa dîzayna pîşesazî li Zanîngeha Tehranê temam dike.

Çalakiyên Şerîfe Mihemedî

Şerîfe Mihemedî 20 salan wek çalakvana mafên karkeran xizmet kiriye. Çalakiyên wê bi awayekî sereke ji bo piştgirî kirina mafên karkeran û hewldana ji bo tayînkirina rêxistinên serbixwe yên karkeran bû. Di sala 2005’an de endama komîteya hemahengî ya ji bo alîkariya avakirina rêxistinên karkeran bû. Şerîfe Mihemedî ji bo avakirina rêxistinên serbixwe yên karkeran, nehiştina karkirina di temenê biçûk de, nehiştina hejarî û bêdadiya li cihê kar de xebat meşandiye. Lê piştre di sala 2015’an de dest ji karkirina di van rêxistinan de berdaye.

Girtina Şerîfe Mihemedî

Di 5’ê Kanûna 2023’yan de Şerîfe Mihemedî li mala xwe ya li bajarê Reşt ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ve bêy fermana dadwer hate binçavkirin. Şerîfe Mihemedî şandin girtîgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê xistin hucreya takekesî û di dema lêpirsînê de îşkenceya fîzîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn li gel malbat û parêzerên xwe hevdîtinê bike, piştre jî ji bo girtîgeha Lakan a bajarê Reşt hat veguhestin.

Doza Şerîfe Mihemedî ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hate lêkolînkirin. Di 4’ê Tîrmeha 2024’an de bi tometa (derketina li dijî desthilatê) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16’ê Tebaxa 2025’an de jî ev ceza ji aliyê şaxa 39 ya Dadgeha Bilind a Îranê ve bi temamî hate erêkirin.

Dadgehê ji bo vê tometê wek belge, endambûna Şerîfe Mihemedî ya berî 10 salan a di rêxistina karkeran de nîşan daye.

Erêkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî li ser asta navxwe û navdewletî nerazîbûnek berfireh bi xwere anî. Rêxistinên mafên mirov, saziyên navdewletî, çalakvanên siyasî û sivîl her wiha girtiyên siyasî nerazîbûn li dijî vê biryarê nîşan dan. ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.