
- "Nasname tenê bi hebûnê nayê pênasekirin, gava ku jiyana nû bi nirxên civakî re tîne gel hev e. Ji ber civakên azad û wekhev, dema kes dikeve zikê dayika xwe mafê wan dikeve bin ewlehiya civakî. Di vê hevsengiyê de, dixwaze zemîna civakî ya bi awayekî azad bijî, ava bike."
Pirsa; jina azad kî ye? Çawa dijî? Di alî jinên Kurd de momenteke ku bandor dike ye. Rûhevhatina bi vê re, dikare jinan di alî fîzîkî, rih û fikir de bikşîne nav kaosê. Bi îfadeyek hîn rastir; bi kaosa ku ji xwe tê de ye re haydar dike.
Rewşa me ya tê tunekirin, înkarkirin û bi zext û êrîşan re rûhevhatin û dîsa rewşa me ya rêxistinkirî xwedî hişmendî ligel hev digere. Ev her du rewşên me jî wek koas û cihê azadiyê xwe bi rêve dibe. Ji ber vê jî Tevgera Jina Kurd ku di nav kaosê de vejiyaye, ji avabûna wê heta niha xwe dispêre nasnameya jina azad. Nasnameya jina azad herikbariya jiyana jinê ya hebûna xwe ji nû ve afirandiye û siyasî kiriye. (Manîfestoya Azadiya Jinê ya Sedsala 21’ê)
Di vê herikbariyê de ji bo avakirina nasnameyê her tim hewce bi zemîn, normên hundir-derve hatiye dîtin. Bi naskirina hişmendiyên wek ‘Xwebûn’ û qebûlkirina wê re statuya nû hat bidestxistin û derfetê xweafirandinê dikare bê zêdekirin. Di zemînên ku dema hebûn bi tena serê xwe têrî pênasekirina nasnameyê neke ji bo ev derfet pêk bê, divê em li rê û rêbazên afirandinê bigerin.
Statuya jinê bi hevsengiya hebûn-tinebûn, qanûnîbûn-dijqanûnîbûnê de bi tena serê xwe çareseriyê nebîne jî ya ku dîroka nasnameya jina azad vedibêje; li aliyekî ev nasname xwe rêxistin dike li aliyê din ji aliyê civak û pergalê ve naskirina wê wek hewcedarî tê dîtinê ye. Yanî nasîn, wek parçeyek têkoşîna azadiya jinê ferz e. Divê em van ji referansên felsefî û dîrokî qut nekin, bi giştî bi hiqûqê re bînin gel hev û ji nûve polîtîkayê biafirînin. Qada polîtîk a nû wek hêza guherîna azadiya jinê, wek xeta sêyemîn dikare bê afirandin.
Serpêhatiya zayendî ya xweseriyê
Nasname tenê bi hebûnê nayê pênasekirin, gava ku jiyana nû bi nirxên civakî re tîne gel hev e. Ji ber civakên azad û wekhev, dema kes dikeve zikê dayika xwe mafê wan dikeve bin ewlehiya civakî. Di vê hevsengiyê de, dixwaze zemîna civakî ya bi awayekî azad bijî, ava bike.
Di pergalên dewletan de kî tê nasîn di bin tekela rêveberan de ye, bi şertên ew ava dikin diyar dibe. Fikr û raman, biryardayîn, di bin tekela çîn, netew an jî zayendek diyarkirî de ye. Qetilkirina kesên nayên naskirin, cezakirin û tunehesibandina wan bi qanûnan dikin bin ewlehiyan. Hewce bi kontrolkirina wan jî nayê dîtin.
Bê guman îtîraz, berxwedana li dijî vê her tim berdewam kiriye, lê mixabin avakirina dixwestin di civakê de bandor nekiriye. Pergala serdest ya mêr ji serî de li ser jinê kontrol û serdestî ava kiriye û bi îdeolojiya zayendperest xwe pêş xistiye. Bi vî awayî jî heqîqet her tim piştperde hiştiye.
Bêstatuhiştina jinan xwe dispêre bi hezaran sal berê. Lê îro jî evqas rojane ye. Serdestiya mêr û dewletê bi hevkarî, mudaxale kiriye. Operasyona tunehesibandina jinê seranserê dîrokê bi zemîn û norman hatiye rewakirin.
Civaka xwezayî
Nasnameya jina meqbûl-azad di dema modern de di carekê de derneket holê. Di her asta dîroka mirovahiyê de vê rojevîbûna xwe parastiye. Zanîna jinê bi demê re veguhertina li tabuyê, polîtîkayên ku zîhniyetê diguherîne ye. Bi analîza Merlîn Stone, ya pîroz qirêj hatiye îlankirin û bê bandor hatiye hiştin, bi biyolojiyê, rêya çewisandina rîtuelên civak afirandiye, hatiye tercihkirin.
Ji sedî 80’ê di dema dîrokê de, pîvanên bi hev re jiyanê, cezakirin û hilberîn bi teşeyê rêveberiya cih û demê ya bi bedena jinê derketiye holê. Statuya jinê ya dema ewil divê ji zanîn û hêza çareseriyê ya jinê serbixwe neyê xwendin.
Ev veguherîn bi xwe re şîroveyên girîng yên der barê jiyana civakî de jî tîne. Mînak tê gotin ku tecawizkarên jinan ji aliyê civakê ve ji civakê tên dûrxistin heye. Li aliyê din jî musebbiyên destgiriyê tên sûcdakririn û tên dûrxistin heye. (Samuel Noah Kramer, dîrok ji Sumeran destpê dike.) Erdnîgariyên ku serdestiya mêr û hiyerarşî bi lez dikevinê û erdnîgariyên ku çanda jinê lê li berxwe didin, ji mîtosan re wisa dibin mijar.
Ev bi felsefeyê, bi destê olan ku jin ji jiyanê tên dûrxistin, bi hevkariya pirtûkên pîroz dest pê dike. Her tişt ji destê jinê tê girtin û ji xweda û elçiyê wê yên mêr re tên hiştin. Zanînên ji jinê fêr bûne manîpule dikin û jinan heps dikin. Jin ji jiyan, xwezayê tên qutkirin.
Perwerde ji civakê, zanîna jiyanê ji perwerdehiyê tê qutkirin. Jina di navenda perwerdehiya civakê de, nikare xwe bigihîne perwerdehiya pergala nû, dijqanûnî tê dîtin. Bi vî awayî ji xizmeta bêdawî ya mêr û pergalê re tê vekirin.
Di dawiya rojê de bi rolên zayendperest koletiya modern tê afirandin. Jin ji nasname, siyasetê tê qutkirin, li girtîgeh, tîmarxane, malan tên hepskirin û hincetê vê jî qanûn û darizandin ava dikin.
* Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosyaya ‘Jin û Aştî’ ya Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.
JINNEWS/RÛŞEN SEYDAOGLU







