Jinên  kirdeyên aştiyê ne

Nûçeyên Jin

Sêşem 15 Îlon 2026 - 16:20

  •  Jinên ku barê herî giran û wêraniya şer li ser milên xwe hildigirin, di heman demê de kirdeyên bingehîn û jêneveger ên pêvajoyên aştiyê ne.

 

Rêber Apo aştiyê tenê wekî sekinandina çekan an jî îmzekirina protokolên hiqûqî nagire dest; ew destnîşan dike ku aştî tenê bi avakirina Civaka Demokratîk û civakîbûna aştiyê pêkan e. Di vê çarçoveyê de, komîsyonên ku ji aliyê rêxistinên jinan ên mîna Tevgera Jinên Azad (TJA) li Bakurê Kurdistanê û Kongra Star li Rojava ve hatine avakirin û xebatên ku tên meşandin, nîşan didin ku divê jin ne tenê beşdarên pêvajoyê bin, divê wekî kirdeyeke siyasî bin ku biryaran didin û didin guhertin.

Jin ne tenê barê herî giran ê şer hilgirtine, di heman demê de li çar aliyên Kurdistanê bi awayekî çalak tevlî têkoşîna azadiyê bûne. Di vê têkoşînê de hatine girtin, di îşkenceyan re derbas bûne û temenekî xwe di zindanan de derbas kirine. Dîsa, wan di eniyên herî pêş ên mîtîng û çalakiyan de cih girtine û tu carî dev ji anîna ziman a daxwazên aştî, maf û azadiyê bernedane.

Ji ber vê yekê, Rêber Apo tevî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, beşdariya jinan a di vê pêvajoyê de tenê wekî ‘beşdariya di komîsyonên ku di bin banê meclîsê de werin avakirin’ nabîne, ew diyar dike ku aştî li gel pêvajoya yasayî, tenê bi ‘civakîbûna aştiyê’ pêkan e. Ango aliyekî vê pêvajoyê wekî pêvajoya yasayî û hiqûqî, aliyê din jî wekî avakirina civaka demokratîk a ku jin tê de kirde ye, pênase dike.

Çima beşdariya jinan di pêvajoyên aştî û muzakereyê de giring e?

Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di sala 2000’î de biryara hejmar 1325 ku rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de pênase dike, qebûl kir.

Vê biryarê, beşdariya zêdetir a jinan di mekanîzmayên biryargirtinê yên ji bo rêgirtina li şer, çareserkirina pevçûnan û avakirina aştiyê de anî rojevê. Bi vê re, jin êdî ne tenê wekî qurbaniyên şer, wekî aktorên di avakirina aştî û ewlekariyê de hatin destgirtin.

Ofîsa Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) jî destnîşan dike ku beşdariya watedar a jinan rewatiya civakî ya pêvajoyên aştiyê xurt dike, alîkariyê dide ku sedemên bingehîn ên pevçûnan bi perspektîfeke berfirehtir werin girtina dest û di mayîndebûna aştiyê de dibe alîkar.

Vê nêzîkbûnê di salên piştr re de, alîkarî da avabûna çarçoveyeke navdewletî ya ku beşdariya jinan a di pêvajoyên aştiyê de diparêze. Lê belê daneyên cîhanê hîn jî newekheviyeke mezin nîşan didin. Di sala 2024’an de, di qada gerdûnî de, di pêvajoyên aştiyê yên fermî de jinan bi navînî tenê ji sedan 7’ê muzakerevanan, ji sedan 14’ê navbeynkarên aştiyê û ji sedan 20’ê îmzekarên peymanan pêk anîn.

Li gorî van daneyan, her çend jin di wan mekanîzmayên ku biryara şer didin de cih negirtibin jî, encamên herî giran ên şer dijîn. Bi milyonan jinên ku neçar mane koç bikin, xizmên xwe winda kirine, her cure şidetdîtine, şideta zayendî jî di nav de, xizan bûne û ji jiyana civakî hatine dûrxistin, barê nayê dîtin yê şeran li ser milên xwe hildigirin.

Ji ber vê yekê, aştî tenê bi bêdengkirina çekan nayê avakirin. Aştî; edalet, wekhevî, baweriya civakî, misogerkirina mafan û ji nû ve avakirina vîna jiyana hevpar hewce dike. Ji ber vê sedemê, beşdariya jinan a di pêvajoyên aştiyê de tenê ne meseleya temsîliyeta jinan e, lê rasterast bi awayê avakirin û misogerkirina aştiyê re têkildar e.

Li ser maseyê aştiyê bûyîn tê çi wateyê?

Beşdariya jinan a di pêvajoyên aştiyê de tenê nayê wê wateyê ku di şandeya muzakereyê de çend jin hebin.

Meseleya bingehîn ew e ku jin bi awayekî çalak tevlî pêvajoyên muzakereyê, mekanîzmayên biryargirtinê, serastkirinên makezagonî û hiqûqî, edaleta serdema veguhestinê, rêveberiyên herêmî û mekanîzmayên lihevanîna civakî bibin.

Bêguman, beşdariya rastîn a ku li vir tê diyarkirin ewe ku jin ne tenê bibin kesên ku li wan tê guhdarîkirin, ew bibin kirdeyên siyasî ku bandorê li biryaran dikin û wan diguherînin.

Ji ber ku jin ne tenê qurbaniyên şer in; ew aktorên wisa ne ku piştî şer civakê ji nû ve ava dikin, jiyanê berdewam dikin û piranî caran bingeha civakî ya aştiyê diafirînin.

Bêyî jinan aştiyeke mayinde dikare were avakirin?

Bêguman nexêr. Ezmûnên cîhanê yên mîna Îrlandaya Bakur, Afrîkaya Başûr, Sûdan û Nepalê ev yek nîşanî me daye. Dîsa ji ber ku aştî tenê ne serdema bêpevçûnê ye, ya avakirina jiyaneke nû û adil e. Mafê gotinê yê li ser çawaniya avakirina vê jiyanê, yê wan jinan e ku hilweşîna şer di kûrahiya dilê xwe de jiyane û bingeha aştiyê hûnandine.

Ezmûnên cîhanê nîşanî me dane ku dema jin ji derveyî pêvajoya aştiyê werin hiştin, aliyê civakî yê aştiyê kêm dimîne. Lê dema ku jin bi rêxistinên xwe, bi gotinên xwe û bi vîna xwe ya siyasî tevli pêvajoyê dibin, çarçoveya aştiyê berfireh dibe. Bi vê wateyê, beşdariya jinan a di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo civakîbûna aştiyê xwedî giringiyeke jiyanî ye.

ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.