
- Pêşangeha Îştar; ked û têkoşîna jinan
Xelata Baştirîn Belgefîlmê, di 6’emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê de ji filmê “Jin Jiyan Azadî” re hat dayîn. Fîlm ji hêla Soran Îbrahîmî ve hatiye çêkirin, karakterên di fîlm de karakterên rastînin ku ne leyîstikvanên fîlmanin.
Çîroka vî fîlmî di nav çend rojan de hatiye tomarkirin jiyana rojane ya gerîlayên jin nîşan dide. Her wiha têkoşîna siyasî û leşkerî ya gerîlayên jin, hevaltî, bi hev re jiyan û jiyana hevpar jî nîşan dide. Beşek girîng yê vê çîrokê, derfetê dide temaşevanan ku gerîlayên jin û şêwazên jiyana wan ji nêz ve nas bikin.
Her wiha fîlm hewldaneke ji bo nîşandana têkoşîn û jiyana jinên Kurd li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê. Têkoşînek ku beşek ji dîroka dirêj ya berxwedana jinane û di rastiyê de dikare wekî berdewamî û temamkerê tevgera “Jin Jiyan Azadî” were dîtin.
Di nav van gerîlayan de jinên ku bi dehan salan di nav têkoşîna siyasî û leşkerî de ne û hinek ji wan bi awayekî çalak beşdarî şorea “Jin Jiyan Azadî” yên li Rojhilatê Kurdistanê bûne.
Nîşandana vê fîlmê di salvegera çaremîn a şehadeta Jîna Emînî û salvegera destpêkirina şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de xwedî wateyek taybete. Ji ber ku fîlm rasterast çîrokên jinên ku têkoşîn û berxwedana wan beşek ji dîroka bi navê “Jin Jiyan Azadî” ye pêşkêş dike. NAVENDA NÛÇEYAN
***
Pêşangeha Îştar; ked û têkoşîna jinan
Li Kargeha Çandê ya Silêmaniyê bi beşdariya hunermendên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, pêşangehek ji ked, wêrekî û têkoşîna jinan hate vekirin. Di pêşangeha bi navê “Îştar” de wêneyên Şehîd Gulistan Tara, Şehîd Hêro Behadîn, Şehîd Jîna Emînî û gelek jinên din yên Kurd hatin nîşandan.
Gelek hunermendên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî pêşangehê bûn û tabloyên wênesaziyê û kurtefîlm hatin nîşandan. Di derbarê pêşangehê de, hunermend Bawan Emdî got: “Navê pêşangeha me Îştar’e ku 13 hunermend, piraniya wan jinên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne beşdar bûne.” Zêdetirî 40 tablo hatin nîşandan û her wiha heşt kurtefîlmên li ser berxwedan û wêrekiya jinan hatin nîşandan.
50 tabloyên bi destê jinanan hatine çêkirin
Wênesaz Varona Zerdeşt jî hunermendeke beşdare û li ser pêşangehê axivî û got; “Armanca pêşangeha me ewe ku hinek ji hewildan û têkoşînên jinan, bandora jinên şoreşger û têkoşer li ser civakê nîşan bide. Di pêşangehê de nêzîkî 50 tabloyên ku piraniya wan ji aliyê jinan ve hatine çêkirin hene. Hunermendên mêr jî beşdarî pêşangehê bûne. Kurtefîlm jî di pêşangehê de hatin nîşandan.”
Di dewamê de Verona Zerdeşt bal kişand ser çaremîn salvegera şehîdkirina Jîna Emîn û şoreşa “Jin Jiyan Azadî û wiha axivî; “Vekirina vê pêşangehê bi salvegera şehadeta Jîna Emînî re hevdeme, ku ronahiya rêya me bû. Şehadeta wê tirsa dijberan vejand û felsefeya jinan jiyan û azadî vejand û ji me jinan re jiyan da. Ji ber vê yekê, tabloyên Jîna Emîn jî di pêşangehê de têne pêşandan.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ







