
Tewrêz Hewramî ku weke Dayê Tewrêz tê naskirin, yek ji jinên qedîm ên helbestvan û kesayetên ruhî yên Hawremanê ye. Di sedsala 10’an a zayînî jiyaye. Nav û berhemên wê di pirtûka Yarsanê de hatine tomarkirin û bûye beşek ji mîrata wêjeyî û ruhî ya jinên Kurd di dîroka Yarsanê de.
Li binê çiyayê bilind ê Hewramanê di rûpelên kevnar ên dîroka Kurdan de, navê jinekê wekî meşaleyeke ruhî û zanistî dibiriqe. Tewrêz Hewramî an jî Dayê Tewrêz ku di sedsala 10’emîn a zayînê de û li serdema Baba Serheng jiyaye; bûye yek ji kesayetên navdar û nasnameya “Xatûn Razbar” e.
Tevî ku dîroka rast û tam a jidayikbûn û mirina Tewrêz Hewramî hîn jî nediyare. Lê belê li gorî lêkolînên dîrokî û nivîsên lêkolîner Faruk Safezada, Tewrêz Hewramî di sedsala 10’emîn de li herêma Hewraman jiyaye û li wir miriye.
Mala Tewrêz Hewramî ya navdar a li Hewramanê ne tenê cihê bicihûnê bû, lê belê bû navendeke rewşenbîrî, perestgeh û dibistanek bû. Cihê ku jin û mêrên jêhatî berê xwe didan wir da ku ji çavkaniya zanist û agahiyên vê jinê bêpar nemînin. Alîgirên ola Yarsaniyan, gotin û helbestên Tewrêz Hewramî bi stranên tembûrê çêkirî, bi vî rengî beşek ji fikir û mîrateya wêjeyî û ruhî ya vê jinê di kevneşopî û çanda Yarsaniyan de hatiye parastin.
Dengê jineke Hewramî di nav ola Yarsaniyan de
Nav û berhemên Dayê Tewrêz di pirtûka pîroz a ‘Serencam’ de hatine tomarkirin. Ji berhemên ku heta niha hatine parastin, 19 beytên helbestê ku ji heft dubeyt û pênc beytên yekbeyt pêk tên ku berhemên vê jinê ne.
Ji bilî du beytên ku bi zimanê Farisî hatine gotin, hemû helbestên Tewrêzê bi şêweyê Hewramî û bi giraniya 10 beyt û reseniya Kurdî hatine nivîsandin. Helbestên Terwêz tije peyamên ruhî, banga xêrê, ronîkirina dil û yekitiya civakî ne. Dayê Tewrêz wekî yekem jina ku di pirtûka olî ya Yarsandê de helbest û kelam tomar kiriye tê nasîn.
Di yek ji helbestên xwe de dibêje:
Cemaetên rastin, cemaetên rastin
Yaran, yawharan, cemaetên rastin
Her kes ker û hêsane
Cem pey roşnî zel xasan
Tewrêz Hewramî bi destanên xwe û helbestên xwe yên wêjeyî îspat dike ku jinên Kurd di sedsalên berê de ne tenê beşdarên tevgerên civakî û olî bûn, di heman demê de wekî rêberên ruhî û mamosteyên zanabûnê civakên xwe bi rê ve birine.
BEFRÎN NUSRET-ROJNEWS







