
- Di serdemekê de ku bêdengiyê baskên xwe bi ser qada giştî ya civakê de kişandibû û xwendina jinan wek tiştek xirab dihat dîtin de, li bajarê Silêmaniyê pêşengek derket û karî guhertinan di asoya rewşenbîriya jinan de çêke. Guzîde Xanim yekem rêvebira dibistana keçan û yekem jina nivîskar a di rojnamegeriya Kurdî ya li ser asta Iraqê ye. Wê navê xwe wek pêşengek di dîrokê de nivîsand.
Dema ku rojnameya Jiyan bi hejmara xwe ya 13’an a di 22’yê Nîsana 1926’an de hat çapkirin, rûpelê yekem û duyem yê rojnameyê bi mijarek dîrokî û werçerxêner hatibû nivîsandin ku beriya wê mînakên wê nebû. Mijarek bi sernavê ‘Jin û bandora wan a jiyana sivîl de’ hatibû belavkirin. Di binî de jî hatibû nivîsandin, nivîs bi pênûsa rêvebira dibistana keçan Guzîde Xanim hatiye nivîsîn.
Li gor lêkolîneke zanistî û akademî ya lêkolîner Çîmen Mihemed Reşîd ku bi ser navê ‘Jin û rojnamegeriya Kurdî li Iraqê di navbera salên 1914-1938'an’’ hatiye nivîsîn, nivîsa Gûzîde Xanim a di rojnameya Jiyan de wek yekem gotara dîrokî ya ku bi pênûsa jinekê di rojnamegeriya Kurdî de hatiye tomarkirin, tê qebûlkirin. Ev pêngav ne tenê nivîsandina gotarekê bû, belkû şikandina astengiyeke civakî ya mezin a li hemberî bêdengkirina jinan bû.
Wê ne tenê deriyê fêrbûnê ji bo jinên bajêr vekir, di heman demê de bi pêşengtiya xwe ya wêjeyî û arşîvî, di dîroka rojnamevaniyê de werçerxaneke bêhempa tomar kir da ku ispat bike ku dîroka hişyariya jina Kurd xwedî şopeke kûr û resen e.
Guzîde Xanim li Silêmaniyê hatiye dinê û di sala 1925’an de bûye yekem rêvebira Dibistana Keçan a Zehra. Di demekê de ku civak û kevneşopiya wê serdemê xwendina jinan wek tiştek şerm didîtin, Guzîde Xanim bi îradeyek polayî û bi cesaret li beramberî gotegot û astengiyên civakê rabû.
Wê hertim moral û hêz dida hevrê û mamostayên din û ji wan re digot, ‘Guh nedin deng û gotinên derdorê. Em karê xwe bikin.’ Ji bilî rêveberina dibistana keçan a Silêmaniyê, rolek bi bandor di damezrandin û beşdarîkirina komele û rêxistinên jinan yên li Bexda û Stenbolê de dît da ku dengê civakî yê jinan bigihîne astên bilindtir.
Nivîsîna dîrokî ya Guzîde Xanim a di rojnameya Jiyan de ne tenê gotarek asayî bû, di heman demê manîfestoyek civakî û fikrek ji bo hişyarkirina civak û rewşenbîrkirina Kurdan bû. Wê di nivîsa xwe de bi kûrahî behsa gelek têgihên hevçerx kiriye. Di nava wan de tekeziyê li ser wê yekê kiribû ku 'Dayik bingeha yekem a perwerdeya ruhî û fikrî ya zarok e. Dibistan bêy perwerdeya di nava hembêza dayikek hişyar de nagihe armanca xwe.'
Her wiha wê bi nîşandana mînakên felsefî yên di çandên gelên pêşketî de nîşan daye ku ti netewek bêy bilindkirina asta jinan nagihe şaristanyetê.
Vedîtina vê rastiya zanistî ji aliyê lêkolîner, dîroknas û xemxwirên çanda Kurdî yên wek; Refîq Salih, Sedîq Salih, Dr. Kurdistan Mukriyanî, Newşîrwan Mistefa Emîn, Dr. Kemal Mezher û Farûq Elî Omer ve hatiye kirin. Vê lêkolînê îspat kiriye ku dîroka rojnamevaniya jinên Kurd li Iraqê xwedî cihekî resen û kûr e û Guzîde Xanim wek yekem çirûsk û meşaleya nivîsandinê di dîrokê de dimîne.
ROJNEWS/BEFRÎN NUSRET







