
- Memdûh Selîm Beg ku di sedsala 20’an de ji şexsiyetên pêşeng ên çapemenî û tevgerênsiyasî yên Kurd bû, bi têkoşîna xwe ya ku ji rojnamegeriyê heta mamostetiyê, jipeywendiyên dîplomatîk heta jiyana sirgûnê, şop hişt.
Memdûh Selîm Beg ê ku di nîvê yekem ê sedsala 20’an de di nava çapemeniya Kurd û tevgerên siyasî de rolekî xurt li xwe girt, jiyaneke piralî ku ji rojnamegeriyê hetapeywendiyên dîplomatîk, ji weşangeriyê heta jiyana sirgûnê jiya. Selîm Beg ê ku bi pênûsaxwe navê xwe di nava şahidên wê serdemê nivîsand, li dûrî welatê xwe jiyana xwe ji dest da. Selîm Beg wekî yek ji şexsiyetên dîroka çapemeniya Kurd û atmosfera siyasî ya aloz a sedsala 20’an di bîra Kurdan de cih girt.
Bi pênûsa xwe fikrên xwe parast, beşa herî mezin a jiyana xwe jî li sirgûnê derbas kir. Memdûh Selîm Beg di sala 1880’î de li Wanê ji dayik bû. Selîm Beg piştî ku xwendina xweya seretayî û navîn li Wanê temam kir, çû Stenbolê. Li Stenbolê ji Mekteba Mulkiye yê derçûû perwerdehiya siyaset, rêveberiya giştî û felsefeyê dît. Hêj xwendekar bû di Cemiyeta Hêvîku nû hatibû ava kirin de sekreterî kir. Di sala 1918’an de di kovarên wekî Rojî Kurd û Jîn kusaziyên weşanê yên Kurd ên wê serdemê bûn de, li ser mijarên civakî, çandî û siyasî gotarnivîsand. Di çapkirina rojnameya Rojî Kurd de rol girt û di desteya weşanê ya rojnameyê de cih girt. Memdûh Selîm heya demekê edîtoriya kovara Jînê jî kir.
Cemîyeta Hêvî û kovara Rojî Kurd
Rojî Kurd, bi Kurdî-Tirkî mehê carekê hat çapkirin û bi giştî çar hejmar hatin weşandin. Piştîku çar hejmarên kovarê hatin weşandin, ji aliyê Îttîhat û Terakkî ve weşana wê hat rawestandin. Piştî ku weşana kovara Rojî Kurd hat rawestandin, Cemiyeta Hêvî dest biweşandina kovareke nû ya bi navê Hetawî Kurd kir ku xwediyê wê yê îmtîyazê û gerînendeyêberpirsiyar Babanzade Ebdulazîz bû. Di vê pêvajoyê de sekreterê giştî ê Cemiyeta Hêvî SelîmBeg e û di heman demê de endamê desteya weşanê ya kovarê ye jî. Hetawî Kurd ku bidestpêkirina Şerê Cîhanê ê Yekem re weşana wê hat rawestandin, bi giştî deh hejmar hat weşandin.
Weşan û xebatên din ên çandî yên Cemiyeta Hêvî, di bin zext û gefên desthilata siyasî ya wêserdemê de hatin domandin. Selîm Beg der barê zextên desthilata siyasî yên li ser cemiyetê de wiha dibêjê: "Hemû ciwanên di ‘Hêvî’yê de ji ber sedemekî vala ya girêdayî pîşeya cemiyetêji aliyê rayedaran ve li dadgehan hatin darizandin û hewl dan ku îradeya ji pola ya Hêvî’yê dinav xwe de bihelînin. Pîşe, armanc, hedef û rêya Rojî Kurd û Hetawî Kurd nikare ji Hêvî’yêcuda û li dijî wê be. Nivîsên Rojî Kurd li ber çavan in, tu tîpek ku armanc bike Kurdan bikexulamê tiştên ji bilî prensîbên bilind ku hemû netewe ji bo serkeftina wan têdikoşin dihewînetune ye, ger bihewandana wê her tişt nehata qedexekirin û gerînendeyê wê bi mehan digirtîgehan û Dîwana Herbê de perîşan nedibû."
‘Zîrek e lê maceraperest e!’
Îstîxbarata Tirk di rapora ku der barê Selîm Beg de amade kiriye û weşandiye de vênirxandinê dike: "Memdûh Selîm pir zîrek e, lêbelê maceraperest e. Dema dest bi tiştekî dike, wisa dihesibîne ku ew tişt çêbûye û qediya ye. Tiştek din jî qet rêzê nade fikir û redkirinakesên din. Sedema xerabûna navbera wî û serokên eşîran jî ev e."
Mamosteyê Cemîl Merîç e
Selîm Beg li gel xebatên siyasî, mamostetî jî kir. Dema ku Hatay hêj di bin kontrola Fransiyande bû li Entakyayê jiya û li Lîseya Entakyayê mamostetiya wêjeyê kir. Di vê serdemê de mamostetiya wêjeyê ya nivîskar Cemîl Merîç jî kir û di cîhana wî ya rewşenbîrî de şopên kûrhişt.
Tevlî rêxistina Xoybûnê bû
Selîm Beg ku xwedî ziman û nivîskarekî xurtê bû, piştî damezrandina Komarê ji ber zext û gefên ku li dijî wî zêde bûn neçar ma derbasî Sûriyeyê bibe. Selîm Beg di dema serhildanaDêrsimê de, bi erka ku Seyîd Riza dabûyê, bi Nûrî Dêrsimî ê ku berê derbasî Sûriyeyê bûbûre bi konsolosxaneyên biyanî re peywendî danî. Tiştên ku li Dêrsimê qewimîn ragihandrojnameyên biyanî. Di sala 1927’an de tevli rêxistina Xoybûnê bû. Nûneriya navneteweyî ya Xoybûnê birêve bir. Di nav kadroya ku Serhildana Agiriyê birêve dibir de cih girt.
Û Siya Evînê…
Selîm Beg ku rewşenbîrekî pirzimanî bû, li gel Kurdî û Tirkî bi Fransî, Ermenî û Erebî jîdizanibû. Selîm Beg, qehremanê sereke yê romana navdar 'Siya Evînê' ya nivîskarê navdar ê Kurd Mehmed Uzun e û trajediyeke rewşenbîrekî ku di navbera evîn û dozekê de mayevedibêje. Di romanê û vegotinên dîrokî de tê gotin ku dema li Entakyayê di sirgûnê de bûevîndarê keçikekê Çerkes dibe û bi wê re dergîstî dibe, lêbelê bi biryara rêxistina Xoybûnêneçar dimîne ku ji bo tevlî Serhildana Agiriyê bibe biçe eniya şer.
Selîm Beg ê ku beşeke mezin a jiyana xwe di sirgûnê de, bi têkoşîn û pirtûkên xwe borand, di25’ê Tîrmeha 1976’an de li Şam a paytexta Sûriyeyê koç kir û li vir di goristana Şêx XalidêNaqşibendî de li cihekî nêzî gora Celadet Alî Bedirxan hat veşartin. ZEYNEP DURGUT/MA/WAN















