
- Hunermendên Kurd ên hevçerx tenê dîrokê tomar nakin. Ew hunerê bikar tînin da ku li ser bîr, nasname û hesta aidiyetê bifikirin. Her wiha li hêz û saziyên ku teşe didin hunera Kurd jî dikolin û dipirsin. Ji bo kesên ku dixwazin li ser vê qada hunerî zêdetir hûr bibin, li vir 12 hunermendên Kurd hene ku divê her kes wan nas bike.
AMELIA DHUGA*
Dîroka Kurdistanê bêguman teşe daye rê û rêçikên jiyana hunermendên Kurd ên li herêmê û di dîasporayê dimînin. Kurdistan, ku beşên wê îro di nav sînorên Tirkiyeyê, Iraqê, Îranê û Sûriyeyê de ne, herêmeke dîrokî û çandî ye ku bi sînorên nûjen hatiye parçekirin. Ev dabeşkirin encamên xwe yên giran li ser civakên wê hiştiye. Li seranserê herêmê, Kurd ji ber zextên siyasî, koçberiya bi zorê û astengiyên li ser ziman bi derbirînên çandî yên cuda re rû bi rû mane.
Lê hunermendên Kurd ên hevçerx tenê vê dîrokê tomar nakin. Ew hunerê bikar tînin da ku li ser bîr, nasname û hesta aidiyetê bifikirin. Her wiha li hêz û saziyên ku teşe didin hunera Kurd jî dikolin û dipirsin.
Ahmet Ogut kirinên rojane vediguhezîne nav destwerdanên hunerî ku hêz û desthilatdariya sazkirî dixe ber pirsê. Cengiz Tekin jî bi henek û ironiyê li ser nakokiyên siyasî û ekolojîk radiweste. Walid Siti ji ezmûna sirgûn û windabûnê têgihiştina xwe ya hunerî ava dike û Heyv Kahraman bi siyaseta laş li ser mijara koçberiyê dixebite. Li deverên din jî hunermend li ser zayend, ekolojî û nasnameya queer dixebitin û bi vî awayî têgihîştina hunerî ji çîrokên naskirî yên şer, pevçûn û koçberiyê wêdetir dibin.
Ji bo kesên ku dixwazin li ser vê qada hunerî zêdetir hûr bibin, li vir 12 hunermendên Kurd hene ku divê her kes wan nas bike.
AHMET OGUT
Li Farqîna Amedê de ji dayik bûye, Ahmet Ogut hunermendekî konseptuel e ku di karên xwe de li ser dadmendiya civakî, xeyala siyasî û çalakiya kolektîf dixebite. Ew di nav enstalasyon û performansê de kar dike û bi awayekî jêhatî di navbera huner û çalakiyên civakî de digere. Ew kirinên rojane yên berxwedanê vediguhezîne destwerdanên hunerî ku hêz û desthilatdariya sazkirî dixe ber pirsê.
Di van demên dawî de, Ogut pêşangehên solo li saziyên wek Art on the Underground & New Contemporaries, Van Abbemuseum û State of Concept Athens pêşkêş kiriye.
CENGÎZ TEKÎN
Cengîz Tekîn di sala 1977an de li Amedê ji dayik bûye. Wî ewil di warê wêneyê de dest bi karê hunerî kiriye. Zimanê wî yê dîtbarî di bin bandora tengezariyên siyasî yên bajarê wî de maye. Di karên xwe de tiştên neasayî dixe nav jiyana rojane. Bi vî awayî sînorê di navbera rastiyê û surrealîzmê de nerm dike.
Paşê wî karê xwe berfireh kiriye û derbasî vîdyo, peyker û wênesaziyê bûye. Bi îllûzyon, henek û îroniyê li ser nakokiyên siyasî, civakî û ekolojîk rawestiyaye. Karên wî gelek caran krîzên veşartî yên di rewşên asayî de derdixin holê. Ew bi vê rêyê avahiyên otorîter û awayên ku ew li ser bîr û pevçûnên civakî bandorê dikin, dixe ber pirsê.
Wî herî dawî li 2. Bienala Tekstîlê ya Tirkiyeyê ya li Antalyayê di sala 2025an de û Waves Don’t Draw Maps ya li Zilberman İstanbulê di sala 2024an de pêşangeh vekirin.
TARA ABDULLAH
Tara Abdullah di sala 1996an de li Silêmaniyê, li Herêma Kurdistanê ya Iraqê, ji dayik bûye. Ew hunermendeke dîtbarî ya Kurd e ku li Oslôyê dijî û di karên xwe yên pirwarî de li ser wêne, enstalasyon û dengê dixebite. Ew ji ezmûnên xwe û ji jiyana jinên Kurd hêzê digire û li ser zayend, nasname û azadiyê di nav avahiyên civakî û çandî de dixebite.
Karên wê gelek caran ji galeriyên hunerî wêdatir diçin. Ew materyalên rojane û sembolên naskirî bi kar tîne da ku di cihên giştî de destwerdanên hunerî pêk bîne. Di enstalasyona wê ya sala 2026an, Let’s Not Sleep, li Hvitsten Salongê, nivînên ku ji aliyê mirovan ve hatibûn bexşîn û gilîzên guleyên vala li dijî tundiya li ser jinan rû bi rû hatin danîn. Di nav vê tundiyê de, bi taybetî kuştinên bi navê “namûsê” hatin berçav. Bi vî awayî, karê wê cihê nêzîk û taybet vediguhezîne cihêkî ku hesteke nerehetî û metirsiyê di nav xwe de digire.
RODA MEDHAT
Roda Medhat li Kurdistanê ji dayik bûye û li Rojava mezin bûye. Ew ji ezmûna xwe ya di navbera van her du cihan de sûd werdigire da ku lêkolîn bike ka çand bi rêya bîr, ezmûn û zanîn çawa tê famkirin û ji nû ve tê avakirin. Ew di warên peykersaziyê, enstalasyonê û wêneyê tevgerê de dixebite.
Di karên xwe yên pirwarî de, Medhat tekstîlên Kurdî bi materyalên arşîvê, referansên kultura pop a Rojavayî û tiştên rojane re dixe nav diyalogê. Karên ku ji vê hevberdanê derdikevin bi awayekî jîr li ser xalên ku çandên cuda li hev dicivin rawestiyane. Di heman demê de, ew şertên hêzê, zextê, piştgiriyê û parastinê jî vedikole; şertên ku diyar dikin çand çawa dikare hebûna xwe bidomîne û li cîhanê cih bigire.
Di pêşangehên wî yên dawî de pêşangeheke solo ya mezin li Art Gallery of Burlingtonê heye. Di demeke nêzîk de jî dê pêşangeheke solo ya wî li Two Rivers Gallery li British Columbia were vekirin.
SAVAŞ BOYRAZ
Savaş Boyraz di sala 1980an de li Stenbolê ji dayik bûye. Hunermend û fîlmçêkerê Kurd e. Ew bi rêya Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê dest bi karên hunerî dike. Paşê li Zanîngeha Hunerên Bedew ên Mimar Sinanê li ser wênegiriyê hûr dibe û dixwîne.
Îro pratîka wî ya hunerî wêne, fîlm û enstalasyonê digire nav xwe. Di karên xwe de ew lêkolîn dike ka hêza dewletê tesîreke çawa li ser erd, laş û bîra kolektîf dihêle. Erdnîgariya Kurdistanê hîn jî di navenda karên wî de ye. Ew dîroka devkî û formên rojane yên herêmî bi kar tîne da ku vegotinên fermî rexne bike.
Projeya wî ya dawî ya zanîngehê, Invisible Landscapes, xelata Victor Fellowshipê ji Hasselblad Foundationê wergirtiye. Niha jî li Stockholm University of the Artsê di warê hunerî de doktorayê dike.
Di pêşangehên wî yên dawî de Tracing Traces with Empty Hands li ZOZAN Markk li Hamburgê û 2+2=KRDSTN li Forum de l’Hôtel de Ville li Lozanê hene. Her du pêşangeh jî di sala 2023an de hatine lidarxistin.
ABDO YALÇINKAYA
Abdo Yalçınkaya di sala 1975an de li Qoserê, Mêrdînê ji dayik bûye. Ew wênesazek e ku di karên xwe de li ser têkiliya nerehet a di navbera mirovan, xwezayê û bajêr de rawestiyaye. Wî ji bandorên Neo-Fîgûratîf, Ekspresyonîst û Popê sûd wergirtiye. Di wêneyên wî yên bi rengên zindî de, dîmen û tiştên naskirî vediguherin formên surreal.
Di karên wî de bandorên wêranker ên teknolojiyê li gel pirsên mîlîtarîzmê, koçberiyê û çanda xerîdariyê tên berhevkirin. Di pêşangehên wî yên dawî de Supernatura li Labirent Art Gallery di sala 2025an de û Neon Scream li Bienala Mêrdînê di sala 2026an de hene.
WALID SÎTÎ
Walid Siti di sala 1954an de li Dihokê, li Kurdistana Iraqê, ji dayik bûye. Wî li Enstîtuya Hunerên Bedew a Bexdayê huner xwendiye. Paşê xwendina xwe li Ljubljana, Slovenya, berdewam kiriye. Di sala 1984an de li Brîtanyaya Yekbûyî daxwaza penaberiyê kiriye. Ew îro jî li wir dijî û dixebite.
Sîtî di destpêkê de di warê çapkirina hunerî de perwerde bûye. Îro ew di enstalasyon, karên sêalî, vîdyo, wêne û karên li ser kaxezê de dixebite. Di karên wî de bîr û windabûn cihê girîng digirin. Ew ji mîrateya xwe ya Kurdî û ezmûna sirgûnê sûd werdigire. Sînorên mîlîtarîzekirî û koçberî di karên wî de dibin metaforên dubarebûyî yên ji cih dûrketin û bêarastîyê.
Karên wî li gelek welatan hatine pêşandan. Di nav wan de 13. Bienala Şarjahê jî heye, ku li wir xelatek wergirtiye.
SEDAT AKDOGAN
Sedat Akdoğan di sala 1987an de li Amedê ji dayik bûye. Ew di herêmeke Kurdî de mezin bûye û heta heft saliya xwe jî bi Tirkî nizanîbû lê piştî van salan bi darê zorê fêrî Tirkî bû. Îro jî axaftina zimanê xwe yê zikmakî ji bo wî pirr dijwar e. Ev ezmûn bûye bingeha pratîka wî ya hunerî. Di karên xwe de ew bîrên zarokatiyê û çîrokên ku ji devê dayika xwe bihîstiye diparêze.
Akdogan di warên xêzkirinê, vîdyo, wênegiriyê û kolaja wêneyan de dixebite. Ew bîrê bi ekolojî û xwezayê re dide ber hev. Di yekem pêşangeha solo ya wî ya navneteweyî, A Surreal Documentary, li Grazê, arşîvên kesane vediguhere dîmenên surreal û qat-qat. Di van dîmenan de derdorên bêdeng û bîranînên kesane bi hev re dikevin nav hev û cîhaneke nû ava dikin.
HEYV QEHREMAN
Heyv Qehreman di sala 1981an de li Bexdayê ji dayik bûye. Hunermenda Kurd-Iraqî ye. Ew ji ezmûna xwe ya wek penaber sûd werdigire. Berî ku li Dewletên Yekbûyî bi cih bibe, ji Iraqê reviya Ewropayê.
Wêneyên wê yên fîgûratîf hişmendiya koçberiyê ji perspektîfa siyaseta laşê vedikolin. Di karên wê de figûrên jinan bi awayekî dubare xuya dibin. Ew bi hêzên ku li ser jinan tên ferz kirin û ezmûna kesên weke “ên din” hatin dîtin re mijûl e.
Rêzeya wê ya dawî, Ghost Fires, bersivek e ji bo agirên daristanan ên Los Angelesê di sala 2025an de, ku mala malbata wê jî zerar dît. Mermerên lîfî, spîralên keten û çavên şewitî wêrankirina ekolojîk bi bîr û nûjiyana jiyanê re dide ber hev. Ev yek têgihiştina wê ya ku Qehreman jê re “reworlding” dibêje nîşan dide.
Pêşangeha wê ya niha, What Cannot Be Said Will Be Wept, li Pilar Corriasê, vê qutbûnê hîn kûrtir dikole. Di vê pêşangehê de dîroka wê ya penaberiya Kurd-Iraqî bi windabûna mala wê di agirên Los Angelesê de dikeve nav diyalogê. Wêneyên nû li ser xemgînî, ekolojî û ji nû ve girêdana bi erd û bav û kalên xwe re rawestiyane.
ATEŞ ALPAR
Ateş Alpar di sala 1988an de li Nisêbînê, Mêrdînê ji dayik bûye. Ew hunermendekî pirwarî ye ku di warên performansê, vîdyo, wênegirî û nivîsê de dixebite. Di pratîka wî ya hunerî de civakên queer cihê sereke digirin. Lê di heman demê de, ew vegotinên dîrokî yên serdest ên din jî dixe ber pirsê. Di nav van mijaran de sînor, nasname û awayên ku bîra kolektîf tê avakirin hene.
Di pêşangeha solo ya wî ya herî dawî, Possibility and Probability, ku di sala 2025an de li Tütün Deposuyê hatiye lidarxistin, Alpar dîroka ku hatiye paşguhkirin an jî jêbirin ji nû ve dinirxîne. Ew kolonîzekirinê ne wekî tiştekî ku buhirî û qediya lê wekî pêvajoyeke ku hîn jî berdewam dike, dinirxîne. Di vê pêvajoyê de, ew li derveyî çarçoveyên saziyên fermî li pey perspektîfeke dekolonyal digere.
HAWAR AMÎNÎ
Hawar Amini di sala 1981an de li Merîwanê, li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê ji dayik bûye. Pratîka wî ya hunerî li ser dîroka hevçerx a Kurdistanê û rewşa nazik û bêewle ya hebûna mirovan difikire. Di destpêkê de wekî wênesaz hat perwerdekirin. Paşê di warên wênegiriyê û vîdeoyê de jî dest bi kar kiriye. Ew wêneyên arşîvê, rojname û wêneyên li ser înternetê bi kar tîne da ku li ser bîra dîrokî û tundiya siyasî raweste.
Rêzeya wî ya herî navdar, Shakh, Pêşmerge û şervanên Kurd ne wekî kesayetên leheng, lê wekî hilgirên bîrê nîşan dide. Di van karan de nasname, peyzaj û berxwedan ji windabûnê nayên veqetandin. Rêzeyên wî yên nûtir hîn zêdetir ber bi hundir ve diçin. Ew li ser tenêtiyê, pîrbûnê û neewlehiya siyasî difikirin.
JALA WAHID
Hunermenda Kurd a Brîtanî Jala Wahid arşîvê dest bi lêgerîna hunerî dike. Ew li pey dîrokên Kurd ên ku hatine paşguhkirin digere û di heman demê de lêkolîn dike ka ramana kolonyal û biryarên siyasî çawa diyar kirine ka kîjan tişt divê bimîne û kîjan tişt ji bîr were.
Paşê ew encamên vê lêkolînê vediguhezîne peyker, fîlm û enstalasyonan. Bi van karan ew hebûna tiştên ku winda bûne ji nû ve nîşan dide. Lê di heman demê de, cih jî ji bo valahî û bêdengiyên ku dîrok nikare wan dagire dihêle. Di karên wê de zimanekî dîtbarî yê bi zanebûn zêde zindî û rengîn xuya dike. Ev ziman li dijî sînor û bêdengiya vegotinên kolonyal radiweste. Di heman demê de, ew hêza hestyarî ya derbirîna çandî ya Kurdî di muzîk, wêje, dans û şanoyê de dide ber çavan.
Pêşangeha wê ya solo Ungovernable, li Sophie Tappeinerê, serhildanê wekî awayekî berxwedanê vedikole. Di navenda vê pêşangehê de nerazîbûn û dijberiya siyasî cih digirin.
*Ev nivîs ji malpera kovara bi navê “Architectural Digest Middle East” hatiye girtin. Kovara ku di Adara 2015an de dest pê kiriye, du mehan carekê tê weşandin. Kovar bêhtir li ser hunera hunermendên Rojhilata Navîn hûr dibe û wan dide nasîn. Architectural Digest yekem car di sala 1920an de li Dewletên Yekbûyî hatiye weşandin. Îro kovar neh weşanên navneteweyî heye û bi hev re digihîje bi mîlyonan xwînerên ku bi naveroka wê re mijûl in.
https://www.admiddleeast.com/story/kurdish-artists-everyone-should-know







