Bi rêya çandê doza serxwebûnê geş dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Tebax 2026 - 16:00

 

Nêzîkî deh sal piştî referandûma serxwebûnê ya 1ê Cotmeha 2017an, ku ji ber zextên dewletê li Katalonyayê bû sebeba alozîyeke mezin, daxwazên tevgera serxwebûna Katalonyayê hîn jî nehatine cîbicîkirin. Lêbelê, nifşek nû ya ciwanan rêyeke nû hilbijartiye: berxwedana çandî û parastina zimanê katalanî.

Tîmeke ENTR a France 24 di hezîrana 2026an de çû Katalonyayê û derbarê serdana xwe de nûçeyekê weşand. Tîma fransî bi çend ciwanên ku niha bi rêya çandê şerê nasnameya xwe dikin re axivî. Hin ji wan, ku berê di yekîtiyên xwendekaran ên serxwebûnparêz de çalak bûn, dibêjin ku tenê tiştê îspanî yê wan karta nasnameya wan e. Ew êdî bawer nakin ku rêya siyasî katalan dikarin zû bigihîjin armancên xwe dîyar dikin ku parastina zimanê katalanî niha şerê herî giring e.

Li bajarê Vic, festivala Cabro Rock her sal dibe qada pîrozkirina muzîk û nasnameya katalanî. Li wir, zimanê katalanî serdest e û alayên sor û zer li her derê li ba dibin. Hunermendên ciwan, bi taybetî DJ û muzîkjenên ku stranên kevneşopî yên katalanî remix dikin, li ser medyaya civakî navdar dibin. Gelek şîroveyên li bin postên wan nîşan didin ku karê wan ji yê piraniya siyasetmedarên katalan zêdetir, ji bo ziman û welatê wan dike.

Piştî referandûma 2017an, hikûmeta îspanî referandûmê wekî îlegal ragihand û ji bo demekê otonomîya Katalonyayê rawestand. Du sal şûn de, 12 lîderên tevgera serxwebûnê hatin dadgehkirin û neh ji wan hatin mehkûmkirin. Ev rewş gelek çalakvanan ji siyasetê dûr xist, ji ber ku wan dît ku sozên ku lîder dan nehatin pêk anîn.

Niha, gelek ciwan – her çiqas hin ji wan bi serxwebûnê re eleqedar nebin jî – bi kelecan li ser zimanê xwe radiwestin. Ew muzîk, fîlm û naveroka TikTokê bi katalanî çêdikin. Hêvîya wan ew e ku mirov fêm bikin ku eger katalanî neyê axaftin di dawiyê de serxwebûn wê pêk neyê.

Zimanê katalanî niha ji alîyê 10 mîlyon kesan ve li Ewrûpayê tê axaftin (zêdetirî 8 mîlyon li Îspanyayê). Lêbelê, ew hîn jî ne zimanê fermî yê Îspanyayê ye û ne jî yê Yekîtiya Ewrûpî ye. Katalanî bi statuya zimanê herêmî tê naskirin. Loma jî şerê venasînê berdewam dike û çand qadeke bingehîn vî şerî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.