Xelata rêzgirtinê dan Necmedîn Xulamî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Tebax 2026 - 15:15

Li Silêmaniyê Hunermendê naskirî yê Rojhilatê Kurdistanê Necmedîn Xulamî hêjayî Xelata Rêzgirtinê hate dînin.

Li Otela Ramada ya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi tavlîbûna gelek hunermend û rewşenbîran Saziya Kerîmî Eleke bi merasîmekê Xelata Rêzgirtinê pêşkêşî Hunermend Necmedîn Xulamî kir.

Têkildarî mijarê Hunermend Necmedîn Xulamî axivî û spasiya Saziya Kerîmî Eleke kir û got: “Saziya Kerîmî Eleke xizmeteke baş ji bo çanda Kurdî kiriye.”

Necmedîn Xulamî rexne gelek aliyan kir û diyar kir ku gelek xwaringeh stranên biyanî lêdidin û girîngî nadin çanda Kurdî û got: “Divê çanda netewî ya Kurdî bê parastin. Zêdetirî 50 sale xizmeta netewî ya Kurdî dikim. Niha jî zêdetirî 20 berhemên min hene hê nehatine belavkirin. Bijî Kurd û Kurdistan.”

Humermendê Kurd Necmedîn Xulamî sala 1948’an li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Bi reng û dengê xwe yê taybet ê herêma xwe xizmeteke mezin ji bo hunera Kurdî kiriye. Xwediyê dehan stran û berhemên hunerî ne.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.