Hişê çêkirî ne afirîner e!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 17 Tebax 2026 - 17:00

  • Hunermend û Endamê Yekitiya Pîşeyî ya Xwediyên Berhemên Muzîkê ya Tirkiyeyê (MESAM) Hîvron derbarê nîqaşên li ser polîtîkaya hişê çêkirî û paşeroja muzîka Kurdî de axivî û got: “Hişê çêkirî tişteke nû naafirîne. Ji her kesekê digire, tevlihev dike û pêşkeş dike. Ne mafê têlîfê, ne heqdestê tu kesê jî nade.”

 

Hişê Çêkirî herçiqas di encama hemû zanebûn, parvekirin, komkirin û bidestxistina agahiyan a mirovehiyê ava bûbe jî wek têgeh yekem carê di sala 1950an de ji hêla zanistê kompûterê Alan Turîng ve hat bikaranîn. Turîng îdia kir ku dê makîneyek karibe wekî mirov bifikire, çend pirsên ser matematîkê û zanîstê karibe bibersivîne. Ji wê rojê ber bi îro ve hişê çêkirî xwe bi hemû zanebûn, agahî, raman, pirtûk, çavdêrî, lêkolîn, çand, muzîk û hemû beşên li ser zenebûn û berhemên mirovehiyê perwerde kir û bîra mirovahiyê da ber hev, li xwe kom kir. Îro hemû berhemên madî û manewî li gorî polîtîkayên sermayedarên xwediyê hişê çêkirî û bikarhênerekê hişê çêkirî dikare bibin çavkanî, agahî, lêkolîn, wêne, muzîk, nûçe û êdî çi were xwestin. Algorîtma tişteke nû, agahiyek cuda, çavdêriyeke xweser, hilberîneke serbixwe nake. Ji daneheva dîrokî agahiyan li gorî polîtîkaya xwe ji hin çavkaniyan kom dike, tevlihev dike û sentezeke ji van agahiyan raber dike. Kesê ku bi kar tîne ji vê danehevê sûd digire lê belê li gorî algorîtmayên hişê çêkirî ev yek pêk tê. Ne hest, ne kûrahî, ne hîlberîn di van bersivên hişê çêkirî de nîn e.

Hişê çêkirî ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo her miroveke ku karibe telefon, tablet, kompîturê û bi rêya înternetê dikare pir bi hêsanî hişê çêkirî daxîne, sûdê jê bigire. Ne tenê karên pîşeyî di heman demê de hemû beşên huner û zanistê, hemû pîşe û xebat bi hişê çêkirî, di nava çend kêliyan de dikare bibe berhemek. Herwiha zanebûn, têgihiştinekê û hûrbûnekê jî ferz nake. Tenê bi çend fermanan vê yekê ji bo bikarhêner tomar dike û amade dike. Hişê çêkirî ji ber xwe ji hemû çavkaniyan xwe perwerde dike, bi kar tîne gelek xwediyên berhem, huner, çavkanî bêyî destûr ji bikaranîna danehevên xwe aciz dibin. Ji ber bersiva hişê çêkirî ji hemûyan sûdê digire lê tiştekê nade yek kesî û ne şarezabûnê dide li ber çavan, ne huner û hunermendiyê, ne heqdestê xwediyê berhemê ne jî çanda civakan a hezaran salan bi ked û berdêlên mezin xwe gihandiye roja me ya îro.

Di her beşeke hunerî de bernemeyeke hişê çêkirî heye. Para muzîkê jî ket li ber “Suno Al” (Suno). Suno bi çend fermanan dikare textekê amade bike, muzîkekê jê re bide ba hev, dengê enstrumanên hatine hilbijartin, bi dengeke paqij û kalîteyek pêşketî li muzîkekê bar bike, tomar dike û pêşkeş bike. Ne mafê telîfê dixwaze, ne hilberîneke resen dike. Herwiha dikare li şûna bikarhêner stranê bi dengekî nêzî dengê mirov bixwîne, klîbekê jê re amade bike û bistrê. Lê bêyî hest û kûrahî, bêyî dayîna heqdest û rengê herêmî. Şîrketên mezin yên cîhanê GEMA, Sony, Universal li hemberî vê pêla hişê çêkirî ya li ser muzîkên wan bêyî destûr guhdar dike, xwe perwerde dike û bi daneheva van muzîkan, muzîkeke komkirî amade dike, doz vekirin.

Tê texmînkirin ku di nava salekê de Deezer 13,4 milyon stran, spam û berhemên ne resen tespît kiriye, teng kiriye, Spotify 75 milyon deng, stran, spam tespît kiriye, Apple Music û YouTube derbarê hejmara stranên li ser platforma xwe teng kirine, rakirine tu hejmar eşkere nekirine.

Di beşa vê veşa dosyeyê de hunermend û Endamê Yekitiya Pîşeyî ya Xwediyên Berhemên Muzîkê ya Tirkiyeyê (MESAM) derbarê nîqaşên li ser polîtîkaya hişê çêkirî axivî.

‘Ji bo hişê çêkirî heta niha çareserî nehatiye dîtin’

Hîvron destnîşan kir ku çend meh berê Konfederasyona Komeleyên Bestekar û Nîvîskaran a Navneteweyî (CISAC) derheqê hişê çêkirî de komxebatek li dar xist û derbarê mijarê de wiha got: “Wezareta Çandê, Yekitiya Pîşeyî ya Xwediyên Berhemên Muzîkê ya Tirkiyeyê (MESAM), Yekitiya Koma Pîşeyî ya Xwediyên Berhemên Muzîkê (MSG) û gelek sazî û dezgehên vî welatî beşdarî komxebatê bûn. Armanca vê xebatê hişê çikirî li ser muzîkê bandoreke çawa dike, rewşa muzîkê bi ku ve diçe, bû. Di esasê xwe de di komxebatê de tu encam negirtin. Di dinyayê de jî heta niha tu encam nehatiye girtin. Hem di aliyê zagonî de hem di aliyê hişmendî de hem jî ji aliyê muzîkî û çandî ve hê jî pirsgirêk tên jiyîn. Çareseriya ji aliyê zagonî ve herî baş hatiye dîtin Swêd û Fînlandiya ye. Rewş hatiye merhekeyek wisa ku li gora min bê kontrol e. Bêguman kontrolek wê heye lê heta niha li cîhanê ji aliyê zagonî de kontrolek nehatiye dîtin. Yê ku afirandiye zedetir ji vê rewşê feydeyê digirin. Niha Civata Mafên Strandina Muzîkî û Zêdekirina Mekanîkî (GEMA) a doz li hişê çêkirî vekiriye, wê heta demekê ev doz bidome. Dê encamê bistîne nestîne ne diyar e.”

‘Hişê çêkirî digire, tevlihev dike û dide’

Hîvron bal kişand li ser metirsiyê ji ber hişê çêkirî derketine holê û ji bo pêşeroja hişê çêkirî ev tişt gotin: “Milê wê yên gelek xerab hene. Çawa? Di hunerê tevlîheviyeke zêde zêde mezin heye. Ên ku tu eleqeya wan bi hunerê ve tune ne, niha tiştekî bi hişê çêkirî diafirînin û tên li derekê. Vê carê kesên ku bingeha xwe ya hunerê hene li paş dimînin. Pirskirêkek wiha heye. Lê mile xwe yê baş jî hene. Yanê her kes dikare bixebitîne. Ez vê yekê wek pêvajoyekê dibînim. Di nava çar pênç salan de wê rûnê. Hinek mirov hene emrê xwe didin hunerê da ku werin li qonaxekê. Niha hişê çekirî tişteke wisa ye ku ji her kesê digre û dide civakê. Û tiştên digire jî tevlîhev digre. Yanê hişê çêkirî tiştekî naafirîne. Ez û tu, filankes bêvankes, en di ilmî, tibî, sporî, zagonî û hwd de biafirîne, hişê çekirî jî wê, ji wir digire. Yanî afirandin li cem tune.

‘Kesê ne hunermend jî bi hunerê re mijûl dibe’

Ev dibe çi? Dê di hunerê de, di aliyê kûrbuyînê de pirgirêkan bijî. Mesela di aliyê muzîkê de hin tişt tên afirandin. Ev tişt di hişê çêkirî de tune. Mile wê yê li gora min ya herî baş ew e ku her kes zûtir dibîne. Yanê her kes her tiştî zû dibîne. Lê di kûrbûniyê de pirsgirêk e. Tiştekî afirandî wê ti caran pê re çênebe, tişta heyî wê bide civakê. Mesela kesê tu eleqeya xwe bi hunerê re tune, te hew lê nihêrî li ser hunerê gelek tişt kar kirin. Tiştê ku berjewendiyê wê zêde ne. Tenê di milê aborî de lê were nêrîn dê ne rast be.”

‘Her kesek her tiştî diafirîne lê asta wê ya hunerî kêm e’

Hîvron da zanîn ku her ku diçe kûrbûna li ser hunerê kêm dibe û wiha pê de çû: “Yê/a ku ilim pê re heye, dinya xudê ked dide, tomar dike, li xwe bar dike, tîne astekê û dida civakê. Niha ew kûrbûnî tune. Di nava van bîst salan de her diçe huner kêm dibe. Anku di hunerê de zû afirandin û zû tunebûn heye niha. Milê wê yê qanûnî pirsgirêk e. Afirandina tiştan gelek hêsan bûye û zû belav dibe. Erê zû belav dibe û tê astekê. Lê belê ew ast jî li wir namîne, berjerkî diçe. Hatiye wê merhelêyê ku her kes dikare her tiştî biafirîne, lê asta wê hunerî kêm e. Tu lê dinêrî her kes dixebitîne, mirovê ku ti eleqeya xwe bi muzîkê re tuneye teksta muzîkê çêdike. Mesela hişê çêkirî yê muzîkê ‘Suno Al’ heye. Anku yekî ku tu eleqeya xwe bi muzîkê re tune ye, stranê çêdike, belav dike. Ev belavkirin, ji yên ku zêdetir kedê dane pirtir tê guhdarkirin. Tê merheleyek zehf ecêp.

‘Ruh û hestên wê nîn e, mirov jê bandor nabe’

Tişta ecêp tê de rûh tune, hest tune. Dema tu li stranê dinêrî him gotin, him jî muzîka wê ne wek zindî ye, hestê wê bandorê li mirovan nakin. Mirov dê bêjin ’em dixwazin tiştên zindî guhdar bikin’. Ev pêvajoyek e. Lê dê di merheleyekê de bisekine, wê hunera esîl were pêş, were ciyê xwe. Cîhan wiha didome, ku her tişt di wextê xwe de tê dîtin. Giraniya wê hebe emrê wê dirêj dibe, giraniya wê tune be emrê wê kurt dibe. Ev mijar di hunerê de, di ilim de, di polîtîkayê de di cîhanê de, di her tiştî de wisa ye.”

‘Nikare bi ruhê Şakiro, Karapetê Xaço, Kawîs Axa bigire’

Di berdewamiya axaftina xwe de Hîvron got ku dê di vê pêvajoya heyî de enerjiya gelek mirovên daxîne, ji aliyê afirandinê de lewazbûnekê çêbike û wiha pê de çû: “Her roj stranek tiştek tê parvekirin. Bi her awayî, di wêneyê, hiqûqê, şanoyê, zanistî de ev pirsgirêk heye. Ez dibêjim êdî mirov dê di lêgerînên xwe de kûrahiyê bigerin, ev jî dê derbas bibe. Dibe ku were guhertin an jî tiştên hêj ecêptir jî derkevin. Lê di muzîkê de tu tişt nikare bikeve li pêşiya rûh. Tişta baş ew e ku divê stran bi rêk û pêk bên tomarkirin, a din jî însanên dikevine nava muzîkê, em stranan wek orkestrasyon bi wan re zindî bidin gotin. Ne bi hişê çêkirî ji ber demeke wê heye. Lewma çar pênç sal, wê gelek cûreyên hişê çêkirî derkevin û wê gelek pirskirêkan jî bijî. Lê tişta herî balkêş ew e ku hişê çêkirî tu car nikare ruhê berê yê Şakiro, Kerapetê Xaço, Kawîs Axa bigre. Kî dikare bigre? Hişê çêkirî nikare bigre. Dibe ku seranser digire lê ji sedî sed nabe.”

Divê bi kûrbûnî û ruhê berê were bikaranîn

Li gora min milê wê yên xerab zehf in. Zêde sivik dike, bi ser sarkî diçe. Bi ilmî naçê. Tişta tu bi zanistî neçiyê, wê kûrbûna xwe tune be û emrê wê kurt be. Divê mirov jê sûd werbigire. Em jê sûd wernegirin, em nikarin bînin asteke din. Anku huner ketiye asteke wisa ku tu hişê çêkirî nexebitînî ne pêkan e. Ev pêvajoyeke û ne tene pirskirêka me ye, pirskirêka cîhanê ye. Ev pirskirêk wê zehftir bêserûber bibe. Em dikarin di hunerê hişê çêkirî bi kar bînin lê em kûrbûnî û ruhê berê nexebitînin, pirsgirêkên zêdetir bibin. Em di hunerê de qewmeke zehf bi hêz diafirînin in, di afirandinê de di asteke jor de ne. Ji ber wê gere em bixebitînin lê di aliyê kûrahî û afirandinê de jî baldar bin.”

Civakê dişîbîne hevûdu

Hîvron bilêv kir ku hişê çêkirî piştÎ 4-5 salan zêde neyê bikaranîn û derbarê pêşeroja hişê çêkirî ev tişt gotin: “Mirov dê kêm guhê xwe bidinê. Yanî dikarî li ser dîkê li paş bixebitînî, di edîtê de dikarî bixebitînî, tu dikarî hinek wêneyên cuda bavêjî nav tiştên zindî, lê ji sedî sed bikaranîn pirsgirêk e. Tiştên ku bingaha xwe zenebûnê digirin dê mayînde be. Gerek em bi ilmî û hest lê binêrin. Ev tune bin di hunerê de kûrbûnî dernakeve. Niha li ser tevna civakî tê çêkirin, parvekirin û gelek mirov vê dixebitînin. Gerek di hunerê de afirandin tu car kêm nebe. Afirandin kêm bibe wê pirsgirêk bijî. Ev bandorek zehf xerab li ser civakê dike. Di aliyê dîtbarî û dîjîtalî de mirovan ji ilmê dûr dixe. Civakê hemû dişibîne hevûdu. Îro yekî ji Êlihê li çi dinêre yekî li New Yorkê, Amsterdamê, Şanghayê li heman tiştî dinêrin. Yên van tiştan çêdikin, dixwazin hişmediyeke li gor dilê wan bê afirandin. Ji ber wê tiştên cuda dernakevin. Zêde hêsan e, her kes dikare bi kar bîne. Tişta pir hêsan, zirarê dide hişmendiyê jî. Kes pirtûkan naxwîne, kes muzîkek nû çênake, tenê ew çêdike. Loma kûrbûnî kêm dibe. Di muzîk û beşên din de kûrbûnî kêm dibe. Ew çi bide em wê hîn dibin. Tişta xetere ev bi xwe ye.”

‘Hişê çêkirî her tişt xistiye bin kontrola xwe’

Şîrketên gelek mezin ve sektorê dixin bin kontrola xwe. Berê ne di bin kontrola kesî de bû. Erê berê jî kontrolek hebû lê her kesê li gor xwe zagonek datanî. Niha di deste kêm şîrketen de ne. Yanê ev dibe pirsgirêk. Mesela tu muzîkê çêdikî û davêjî lê tenê çar penç şîrket hene. Berê gelek bûn. Herkesî CD û tiştên din diafirandin û her welatek kontrolek xwe hebû. Niha kêm bûne, kontrol di destê çend kesan de ye. Huner bi vê pirsgirêkê re rûbirû ye. Hişê çêkirî her tişt xistiye bin kontrola xwe.

‘Ji mîrasa her kesî dixwe lê tiştekî nade tu kesî’

Herî dawî Hîvron got ku ji hêla hişê çêkirî de pirsgirêka zagonî didome û wiha derbirî: “Di komxebata li Stenbolê de çareserî nehate dîtin. Her kes bi çavê xwe li mijarê dinêre. Pirsgirêke zehf mezin e. Niha dinya bûye odeyek, yanî muzîk hemû kirine di nava odekê de. Tu dest bavêjî amûrekî û tiştekî biafirînî cuda ye, tu bêjî straneke wiha ji min re çêke cuda ye. Şîrketek Almanan doz li hişê çêker vekiriye. Niha geleke din jî doz vedikin. Aliyê xwe yê aborî hemû ji van diçe. Hişê çêkirî ji van sûd digre û mezin dibe. Pirsgirêka herî mezin ev e. Ji min digre, ji wir digre, ji dera din digre û dike stran, dide civakê, lê heqê kesî jî nade. Di aliyê mafê telîfê de tiştekî nade tu kesî. Heta niha kê çi kiribe mîrateya wan dixwe û tiştekî jî belav nake, nade sazî û dezgehên civakê.”  RACÎ ABÎ-ABDULLAH ESEN-AW/ÊLIH

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.