
- Sînemagerên Rojavayê Kurdistanê bi armanca nîqaşkirina dahatûya sînemayê û avakirina pergalekî nû wê 24 û 25’ê Tîrmehê li bajarê li salona Birc a li bajarê Qamişloyê di komxebatekî de wê bicivin.
Komîteya Amadekar a Sînemagerên Rojava, piştî rêzeçavpêketin û nîqaşên berfireh ên bi sînemageran re (çi bi awayekî kesane û çi jî bi komî), biryar da ku vê civîna girîng li dar bixe. Li gorî agahiyan, ji bilî sînemagerên Rojava, sê sînemageren ji Sûriyeyê jî di nav lîsteya mêvanên vexwandî de cih digirin.
Siberoja sînemaya kurdî nîqaş dikin
Endamê Komîteya Amadekar û sînemager Şêro Hindê der barê armanc û girîngiya vê civînê de axivî û got: “Em li Rojavayê Kurdistanê komxebateke sînamegeran amade dikin. Ev komxebat bi însiyatîfa sînamegerên Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin."
Têkildarî mijarên ku dê di komxebatê de werin nîqaşkirin Hindê ev agahî dan: "Ji bo em li ser pirsgirêkên heyî bisekinin. Tiştên erênî û neyînî nîqaş bikin. Hemû sînamegerên Rojavayê Kurdistanê wê di 24-25’ê mehê de li Qamişloyê amade bibin. Li wê derê em ê pêşeroja sînemaya Rojavayê Kurdistanê nîqaş bikin. Tiştên erênî zêde bikin. Manewiyat û motîveyek jê bigirin. Kêmasiyêk ku heye nîqaş bikin, jêdera wan çi ye? Her sînemager wane bîne ziman û encamekî em jê derbixin. Em ê têkiliyê xwe bi hemû sînemagerên Kurdistanê re pêş bixin ku em sînemayek nû ya Kurd û Kurdistanî ava bikin.”
Tê payîn ku di encama civîna du rojan de, dê biryarên bo siberoja sînemaya Rojava werin dayîn û plansaziyeke nû ya xebatê were eşkerekirin." ANHA
***
TEV-ÇAND Hozan Serhad bibîranî
Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) di 27’emîn salvegera şehadeta Hozan Serhad (Suleyman Alpdogan) de ew bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku berhemên Hozan Serhad di bîra çandî ya gel de xwedî cihekî girîng in û ev yek hate gotin: ‘’Em hunermendê Kurd û aktîvîst Hozan Serhad ê ku dengê xwe kiriye peyama azadiyê û hunera xwe ji bo nasname û çanda gelê xwe kiriye çek, bi bîr tînin.’’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Hozan Serhad di wê baweriyê de bûye ku huner wê bes li gel azadî û rûmetê hevdû temam bike û hate diyarkirin ku dengê wî hê jî di dilê gel de zindî ye.
Di dewama daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Weke Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê em vî kesayetê hunermend bi bîr tînin û dubare tînin ziman ku şehîdên ji bo zindîhiştina hunera Kurdî canê xwe feda kirine tu caran nayên jibîrkirin. Awaz û gotinên wî wê weke çirûskekê bimînin, îlhamê bide nifşên nû û rêwîtiya afirîneriya azadiyê wê were domandin.
Bibîranîna Hozan Serhad bes ne bilêvkirina navê wî ye di heman demê de parastina çanda Kurdî, pêşxistina hunera azad, parastina ziman û mîrateyê û domandina peyama wî ye ku heya şehadeta xwe hilgirtiye.’’ NAVENDA NÛÇEYAN
***
Lîstika peyvan; ‘Peyv Link’
Lîstika peyvan a dîjîtal “Peyv Link” ku wekî versiyona kurdî ya lîstika navdar Scrabble hatî amadekirin, di platforma Google Playê de li ber dest e.
Lîstika ku di ferhenga wê de zêdetirî 200 hezar peyvên kurdî û wateyên wan cih digirin. Bikarhêner dikarin di lîstikê de hem li dijî hişê çêkirî (AI) hem jî bi awayekî online bibin hevrikên lîstikvanan.
Ji bo hişê kurdewar pratîkek baş
Peyv Link tenê wekî lîstikeke peyvan namîne; di heman demê de ji bo xurtkirina hişî û pêşxistina hişmendiya zimanê zikmakî wekî pratîkek zihnî ye. Girêdanên ku di navbera peyvên kurdî de tên çêkirin, ferhenga lîstikvanan bi awayekî sîstematîk fireh dike û hişê wan çalak dihêle.
Bikarhênerên ku dixwazin lîstikê li ser amûrên xwe yên mobîl bar bikin, dikarin di Google Playê de peyva “Peyv” an jî “Peyv Link” binivîsin û lîstikê daxin. NAVENDA NÛÇEYAN







