Perwerde stûna pêvajoyê ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 8 Kanûn 2025 - 00:30

ROZA METÎNA / AMED

Gulistan Kanîreş da zanîn perwerdeya bi zimanê dayikê stûna herî girîng a vê pêvajoyê ye û got:"Perwerdeya bi zimanê dayikê stûna herî girîng a vê pêvajoyê ye. Têxistina zimanekî di nav pergala perwerdehiyê de tê wateya hilgirtina hebûna pêşerojê."

Nivîskar Gulistan Kanîreş têkildarî taybetmendiya zimanê Kurdî, girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê, ewlekirina zimanê dayikê bi zagonan û hewldanên ji bo parastina zimanê Kurdî nirxandin kir. Gulistan Kanîreş wiha got:"Zimanê Kurdî ne tenê amûrek ragihandinê yê, ew derbirîna herî kûr ya dîrok, çand, bawerî û awayê jiyana gelekî ye. Bi sedsalan, vî zimanî mîrateyek dewlemend afirandiye."

Ziman û wêje pir e

Gulistan Kanîreş di destpêkê de li ser girîngiya ziman û wêjeya Kurdî wiha got:"Zimanê Kurdî ne tenê amûrek ragihandinê yê, ew derbirîna herî kûr ya dîrok, çand, bawerî û awayê jiyana gelekî ye. Bi sedsalan, vî zimanî mîrateyek dewlemend afirandiye. Ji kevneşopiya devkî bigire heya wêjeya nivîskî dirêj dibe. Her peyv şêwazek jiyanê, dengê herêmekê û ruhê gelekî temsîl dike. Zaraveyên cuda yên Kurdî şaxên ji heman kokê çêdibin, her yek xwedî cîhana xwe ya bêhempa ya deng û wateyê ye. Ev cihêrengî dînamîzm û dewlemendiya zimanê kurdî nîşan dide.

Wêje jî neynika herî bihêz a ziman e. Ji kevneşopiya dengbêjiyê bigire heya nivîskî ya nûjen, ji helbest û lorandinê bigire heya şanoyê vedihewîne. Di seranserê dîrokê de, ew deng û reng bîra kolektîfîzma civakê  diparêze, êş, hêvî û berxwedanê îfade dike. Wêje yek ji pirên herî girîng a nasname, ziman û hebûna gel ya pêşerojê ye."

Perwerde stûna pêvajoyê ye

Gulistan Kanîreş bal bir ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û wiha pê de çû:"Pêşketina zimanê Kurdî rasterast bi xurtkirina nasnameya civakê ve girêdayî ye. Ziman awayê ramana mirovan, têgihîştina wan a cîhanê û şiyana wan a xweîfadekirinê diyar dike. Ji ber vê yekê, pêşveçûna zimanê Kurdî ne tenê pirseke zimannasî ye, di heman demê de pirseke çandî, civakî û heta siyasî ye jî. Mayîndebûna zimanekî bi axaftin, nivîsandin, hînkirin û veguhestina wê jî  pêşerojê ve girêdayî ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê stûna herî girîng a vê pêvajoyê ye. Perwerdehiya bi zimanê dayikê dihêle ku zarokek cîhanê bi zimanê xwe biceribîne û hest û ramanên xwe bi azadî îfade bike. Perwerdehiya bi Kurdî baweriya hebûna nivşên pêşerojê îfade dike, nasnameya wan a çandî xurt dike û piştgiriyê dide hevgirtina civakî. Têxistina zimanekî di nav pergala perwerdehiyê de tê wateya hilgirtina hebûna pêşerojê."

Ji bo ziman ewlehiya zagonî divê

Gulistan Kanîreş her wiha bal bir ser girîngiya ewlehiya zagonî ya ji bo zimanê dayikê û wiha dewam kir:"Bi ya min, daxwaza gelê Kurd a zagonkirina ziman û çandê îfadeyek ji mafên mirovan ê herî bingehîn e. Mafê her gelî heye ku bi zimanê xwe biaxive, perwerdehiyê bibîne û bi azadî çanda xwe pêk bîne. Ji ber vê yekê, ev daxwaz ne tenê meseleya ziman e, di heman demê de  naskirina nasname, hebûn û rûmeta wê civakê nîşan dide. Parastina zagonî ya ziman û çandê garantiyek mezin ya pêşerojê ye. Zimanê ku bi zagonan were parastin, bibe zimanê perwerde û jiyanê wê  roj bi roj pêşve biçe û bi hêztir be. Ev jî dibe sedema aştiya civakî, cihêrengiya çandî û hesta hemwelatîbûna wekhev."

Parastina ziman hebûn e

Gulistan Kanîreş li ser mijara parastina zimanê Kurdî jî wiha got:"Mixabin, zimanê Kurdî bi salan e ku bûye hedefa polîtîkayên cûrbecûr yên asîmîlasyonê. Ev yek ne tenê bûye sedema zirara ziman, di heman demê de bûye sedema hebûn û bîra çandî ya civakê jî. Mirov dikare şopên van polîtîkayan di her kêliyên jiyanê de bibîne. Lê ez di vê baweriyê deme ku, tu hêz nikare li hember îrade û xwedîderketina hebûna gel de bi serbikeve. Tedbîra herî girîng a li hemberî vê jî, divê ziman û çand bêhtir were hembêzkirin û di jiyana rojane de bi awayekî çalak were bikaranîn. Zindîhiştina Kurdî ya di nav malbatê de, li dibistanê, di hunerê de, di medyayê de û di jiyana civakî de celebek berxwedanê ya mezin e. Pêşniyara min ew e ku ziman wekî nirxek mirovahî were pênasekirin. Divê ziman tu carî nebe amûrên siyaset û polîtîkayê. Parastina ziman tê wateya parastina hebûn, dîrok û pêşeroja gelan."

Divê li hemû qadan belav bibe

Gulistan Kanîreş da zanîn divê zimanê Kurdî li her qadên jiyanê bê bikaranîn û wiha got:"Bi ya min, hewlên ku heta niha ji bo zimanê Kurdî hatine dayîn, şahidiya berxwedan û biryardariyeke mezin in. Pêşxistina wêjeya nivîskî û devkî, lêkolînên akademîk, wergerandin û naveroka dîjîtal ne tenê hebûna dewamiya ziman misoger kiriye, di heman demê de, ew vejandiye jî. Ev hewl bi îrade û xwedîderketina gel bi xwe hatine bidestxistin. Lê ev têrê nake. Ji bo ku ziman bijî, divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û tevlîkirina zimanê Kurdî di belgeyên fermî û pergala perwerdehiyê de bibe bingehek sazûmanî. Ku ziman neyê  zagonkirin, wê  tenê bi hewldanên takekesî bimîne û ev jî, domdar nabe û nabe bersîva pêşerojê. Her wiha divê zimanê Kurdî di hamû qadên jiyanê de, bibe zimanê medyayê, bibe zimanê platformên dîjîtal, bibe zimanê rojane, her çalak be û were teşwîqkirin. Ji bo hemû gelê Mezopotamyayê bi hev re bijîn, nêzîkatiyek piralî, wekhev û demokratîk encax bi rêzgirtina hebûna nasname, ziman, ji bo cihêrengiya çandî û hestê jiyana hevbeş be. Ev ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên herêmê jî sûdmend e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.