
- Bi rastî jî ev tu yî? Rûyê te wek pelek ku ji salnameya xwe hatibe qetandine ber bi zemanên din ve li ba dibe. Min xwe dîtiye nedîtiye ji axaftinê hez nakim. Bibin çi, çiqas dirêj bibin jî nikarin wateyê vebêjin. Nikarin newaya lêdana dil, jana bibîranînên berfgirtî û striyên di bedena gulên bendemayînê de vebêjin.
Dema ku mirov dikin bilebil û leqeleq, dibêjin qey pir tiştan tînin ziman. Xwe qure dikin, xwe bi tiştekî dihesibînin dema bi saetan, bi şev û rojan diaxivin lê xwe dixapînin. Çend bar gotinan bi ser xwe, bi ser hev û jiyanê de birijînin jî ji lalekê/î laltir in. Ma kîjan gotin dikare jana birîn darekê/î bîne ziman û agirê bêriyê bi çend hezar gotinan dikare were pênasekirin? Navbera min û gotinan qet xweş nebû. Min tu car dil neda wan. Lê du gotinên min jî hebûn. Du gotinên min ên ku wan bi tevî dinyayê û gotinên wê nadim jî ev bûn. Kurdistan û Azadî! Ez evîndara wan herdu gotinan im. Bi wan bawer im. Wan vedixwim, wan bêhn dikim. Bi wan re radibim û bi wan re rûdinêm. Loma jî çendî ku di gerdûna ku jê re “dinya” tê gotin de bûm, antênên min tenê van herdu gotinan kişandin. Yên din, wekî ku min got, tewş bûn, pûç bûn û ew roj… Ew roj civîna me hebû. Pêwîst bû em biaxiviyana. Her kes axivî. Dema dor hat ser min bêdengî çêbû. Helbet heval qeherîn. Mafdar jî bûn. Min ew fêm dikirin. Lê ji bo ku gotin bêwate bûn, min nikaribû ji wan re bibêjim ku çawa wan fam dikim û tevli wan dibim.
Hevalê Ezîz hêrs bû, got: "Hevalê Yilmaz, fermandariya te ji ya min dijwartir û serkeftîtir e. Em te timî mînak nîşan didin. Lê tu çima xwe wiha lal dikî. Wele tu heta neaxivî, em îro civînê bi dawî nakin!" Ez tengav bûm. Lewre min dizanibû ku zemanê me pir hindik e û lazim e em bi lez ji hev belav bibin. Lê devê min jî bi heft girêkên pîresêran hatibû girêdan. Tew jixwe dema ku bi israr ji min re digotin: “Ka biaxive” min dikir çeka xwe bida otomatîkê û tevî gotin û axaftinan bida ber guleyan. Bibîranîneka min a zaroktiyê wiha heye. Ji bo ku dîsa ji bo axaftinê bela xwe li min didan û bavê min jî bi taybetî ketibû êrîşê û digot “kuro tu lal î çî yî?” ez ji malê reviyam, sê roj terkîmal mam. Kuxalê min, ez li kêleka rê nedîtama ez ê ji birçîna bimiriyama. Jixwe dema ez dîtim jî ez ne li ser hemdê xwe bûm. Piştî wê rojê bi pêşengiya diya min agirbest hat îlankirin lê wê rojê jî û bi boneya wî lalîtiya min jî her dem dianîn bîra min. Lewre diya min digot: “Dê Yilmazê me pir dirêj bûya. Rojê nîvbihust dirêj dibû lê piştî wê roja ku ji mal reviya û birçî ma zêde qam neavêt.” Herhal dixwest ku ez çar-pênc metre dirêj bibim an jî li gorî wê ku ez biaxiviyama teqez çarpênç metre dirêj bûbûma. Xwedê xêr bike. Ez ê bûbûma derenceya şeytan? Ka ez vegerim ser wê rojê. Wekî ku min got devê min bi heft girêkên kor hatibû girêdan û hevalê Ezîz jî civîn nediqedand. Bîst hevalên li civînê jî bi çavên xwe bîst mîkrofonên mezin dirêjî min kiribûn. Min xwest birevim lê nedibû. Ne li malê bûm û ne jî zarok bûm, gerîlayek nikare radestî hestên xwe bibe. Bawîşkek hat min, ji bo ku devê min ji hev vebû kêfa hevalan hat. Ku bûbûya dê bi mûçingan çend gotin ji şikefta devê min bikişandana û min jî xwe jî rizgar bikirana! Kêliyek hesas bû. Ku devê min dîsa bihata girtin dê deriyê hêviyê jî bihata girtin. Lê devê min hat girtin. Bawîşk jî qediyabû. Tam hingê hevala Rihan bi aqilmendiya xwe ya zelal ket dewrê û got: “Hevalno, belkî jî hevalê Yilmaz tevli me dibe, ne wisa hevalê Yilmaz?” Min ê bigota: “Ji sedî sed!” Lê hevalê Ezîz dor neda min û got: “Ma çawa çêbûûû… Ev heval jî timî tevli me dibe, ne carek ne du car…” Hevala Rihan domand. Bi rastî jî jin, qîmeta kêliyên stratejîk û hesas dizanin. Em vê carê wek cara dawî bipejirînin, şansa dawî, erê hevalê Yilmaz? Çavên wê yên reş ên ku stêrkên hevaltî û azadiyê di wan de diçirisîn bi hêvî li nava çavên min mêze dikirin. Loma jî hêz û qewet û cesaret û mecal hat min û min got: “Hevalan pir tişt anîn ziman… Em azadîxwaz in, azad in û ji bo Kurdistanê şer dikin… Gerek em vê rastiyê qet ji bîr nekin û cidî bin…”
Teqîna mezin pêk hatibû! Bêhna hevalan derketibû, min jî xwe bi stêrkên li çavên Rihanê ve girtibû… Tam hingê qijikek ku xwe li ser dara çinarê ya li ber me bû danî û bû qişteqişta wî. Di wê kêliyê de jî bi ser lingê hevalê Ezîz ve zîrç kir. Pilqîn bi me tevan ket… Lê ez ecêb bûbûm. Wek ku min destmêja xwe şikandibû yan jî gunehek kiribû. Dema tenê mam min ji xwe re got: “De wisa neke loo! Te tenê çend gotin got, ew jî “Kurdistan” û “Azadî” bû. Dilê min ket cih. Lê tam hingê hevala Rihan di ber min de derbas bû, bi kenînek baharîn got “Qewet be hevalê Yilmaz, tu çi dikî?” Ez veciniqîm, wek ku vegerek di navbera min û wê de ketibû tevgerê. Min bi lez û serê pozê got: “Spas” û biryar da ku xwe ji hevala Rihan biparêzim. Gerçî tu kes û hêzê nikaribû min û gotin li hev bianiya lê Rihan jî balkêş bû.
Nizanim hûn min fam dikin an na? Helbet hûn min fam nakin, ma ev gotinên bêdil dikarin rastiyê vebêjin… Dema min li tiştan mêze dikir navê wan nedihat bîra min. Yanî gotin tune bûn. Min hundirê wan tiştan didît. Dema ku min li stranan guhdarî dikir jî ya ku bala min dikişand ne gotin bûn. Nemabû lerz û reqsa notayan a narîn û nazenîn û wê hestiyariya bêdawî… Dema yek diaxivî jî min ne gotinên wê/î ya di dilê wê/î de hîs dikir. Nizanim û nikarim bibêjim lê pêwendiya min a bi hebûnan re dikir ku gotin bêwate bibin, ji min re pûç û vala werin. Em bûn sê kom û dê her kom saetekê piştî ya din bi rê biketa. Ya destpêkê ez, Rihan û Ozan bûn. Wek ku Rihanê biryara min hîs kiribû. Te dît ez ê jê dûr bisekinyama û xwe ji bo karê koma me ya lezgîn û girîng pêşniyaz kiribû. Welhasil em her sê jî çeleng bûn û wek bayê berêvarê bi rê ketibûn. Ji bo ku ez mîrê bêdengiyê bûm, hevalên ku bi min re diman jî diketin bêdengiyekê ango yên herî bêdeng jî ji bo xatirê min an jî ji bo ku min ew bi bêdengiya xwe rût û tût û tik û tenê dihişt, bêdeng diman. Lewre tevî rêbazên wan jî vala derdiketin. Lê Rihan û Ozan jî zêde bêdeng bûn. Erê li hemberî lalek wek min bilbil bûn lê zêde serê mirov diêşandin…
Ji bo ku em gihîştibûn deştê em hinekî vehesiyan û me bi dûrbînê li riya ku em ê tê de biçûna mêze kir. Ji bo ku ez berê jî gelek caran di vir re çûbûm û hatibûm, hema bibêje dikaribûm çavgirtî jî biçûma. Li dawiya riya ku diçû di nav dar û beran de veşartî bû bîrek hebû. Bîrek mezin û kûr. Bîrek kûr, wekî ya zaroktiyê gazî mirov dikir, digot “Were were were!” Her cara ku di ber re diçûm min xwe nedigirt û min lê dinihêrî. Digot “Were were!” Ez jî diçûm û diçûm. Yanî bi çavên xwe diçûm kûrahiya binê bîrê. Ji bo ku pir bêdeng jî bû min dikişand ba xwe bêdeng û tenha… Bîran her dem gazî min dikirin. Min di dilê xwe de jê re got: “Ez ê beriya şevê te bibînim.” Û dûrbîn dirêjî Ozan kir. Me di wê navberê de nan û penîrê xwe jî xwar û bi ser de jî bêdengiya xwe. Bêdengî çi xweş bû lo! Em hinekî din jî meşiyan ji bîrê re sed metre ji şevê re bîst deqe mabû, gule barîn. Min çima leşker û kemîna wan nedîtibû, qey min dûrbîn tenê dabû ser bîrê? Na lo. Îja ev şik ji min kêm bû ku wisa bûya dê hevala Rihan û Ozan bidîtana. Xwîn ji milê min dipijiqî lê min jî têra xwe li wan direşand. Dengê çekên hevala Rihan û Ozan jî baş dihat. Tevî ku cîhê dijmin ji yê me serdestir bû jî em bi gulebarana wan a yekemîn neşikestin, şaşwaz nebûn û zindî man. Ji ber me vedikişiyan, min jî ber bi aliyê bîrê ve da pey wan. Milê min birîndar bû, kîja peyv dikare behsa kaniya xwînê ya ku ji bedena gerîlayekê/î der dibe bike? Xwiyabû ku Ozan û Rihan jî cihê xwe bi keys dikirin. Gurme gurma çekên me di bîrê de olan dida. Ma zimanê wê vebûbû? Berî şevê û mirinê ez nêzî bîrê bûbûm. Min soza xwe anîbû cih. Lê ew çi bû? Dijmin bi tankê ji berjêr ve dihat.
Heywax! Haya Ozan û Rihanê jê nîn bû! Hevalnooo… Ji berjêr ve…Tank…
Rihanê got: “Temam he…” Nikaribû bibêje “Heval”,ma kîjan peyv dikare behsa vê rewşê bike? Ma ez ê çawa bi ferhengan bawer bikim?
Tank bi aliyê Ozan ve diçû… Yên peyatî jî ber bi min ve dihatin… Şev hê jî nehatibû lê her der tarî bû. Ji kişkişandina wan a bedenên me diyar bû ku pir bi hêrs bûn. Em hersê li hember pênc hezaran bûn. Kîjan hevok dikare wateya vê vebêje? Min, Yilmazê bêdeng avêtin binê bîra ku nizanim çend caran pê re axivîbû, di kesayeta wê de gihîştibûm bîrên zaroktiya xwe. Bûbû zimezima wê. Gelo Ozan û Rihan, ew li ku ne? Ew jî di zaroktiya xwe de rastî bîrên bêbinî hatine? Sergêjiya li binê bîrê û bîra di dilê mirov de dîtine? Hevalê Ozan, hevala Rihan, bîra ku me bi dûrbînê lê dinêrî ew bû ha! Ma we pirtûka Bîra Qederê xwendiye? Wek ku zimanê min vebûbû, pirsan didan dû hev… Hevalno ku ez biaxivim hûn ê ji bo civînê li dora min bicivin? Bavo, kurê te ne lal e…
Min ê çende pirs û hevokên din jî rêz bikira lê gurmînek hat. Rihanê avêtibûn ser min. Çavên wê yên reş hê jî tije stêrkên çirîsok bûn. Porê wê yê reş ket nava birîna li bin qirika min û gurmînek din hat, Ozanê me jî hat. Serê wî nîn bû lê me hersêyan serê xwe sparte singê hev. Êdî bîr kûrahiyek tije Kurdistan bû. Azadî ava wê bû.
MIZGÎN RONAK / JI PIRTÛKA ANTOLOJIYA HELBEST Û ÇÎROKÊN NIVÎSKARÊN LI ZINDANAN







