Rêwîtiyek ber bi Kurdistanê ve…

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 10 Hezîran 2026 - 16:30

 

Bi Bleu du Ciel re, Maison du Kurdistan li Lyonê, ku ji sala 2023’an vir ve mîsyona wê pêşvebirin û belavkirina çanda gelê Kurd bi hemî awayên wê yên îfadeyê ye, we vedixwîne ku hûn bi “VOYAGES AU KURDISTAN” berhemên wênegiriyê yên Ebrahim Alipoor, Dogan Boztas, Fatma Celik, Murat Yazar, Ulas Yunus Tosun, Aylin Kizil, rêzgirtinek ji bo Suayip Adlig, wênesaz û derhênerê filman ê Kurd, ku di salên 80î de li Fransayê sirgûn bû û di sala 2024an de koça dawî kir, Art’Situ û ezmûna wê ya hunerî li Rojava.

Murat Yazar ku yek ji wênegirinên pêşangehê ye dibêje; “Yek ji beşdarên pêşangehê Mîna bi mîlyonan Kurdên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, ez di derbîna çand û nasnameya xwe ya Kurdî de rastî astengiyan hatim. Em li ser axa xwe mîna siyan, bê reng dijin. Bi gerandina çar axa Kurdan, ez hewl didim ku bi rêya wênekêşiyê arşîvek ji çand û axa xwe biafirînim.”

Her wênegirek li vir bi şêwaz, estetîk, mijarên xwe girîngî û xwezaya domdar a nihêrîna li ser gelê Kurd, jiyana wan a rojane û şert û mercên wan, dîroka wan û cihên ku ew lê dijîn, derbas dibin, an jî wî derdikevin nîşan dide.

Mijarên ku ji hêla wênegiran ve têne nîqaş kirin, hevûdu dixin ber pirsan û rastiyên ku ji hêla Kurdan ve têne jiyîn, wekî nasname, koçberî, biranîn, ekolojî di çarçoveya wê ya erdnîgarî de, koçerî wekî şêwazek jiyana dîrokî ya civakên gundewarî û şivanî û lezandina lawaziya wê, komkujî an sirgûnkirina bi zorê ya hindikahiyek olî ya hezar salî, Êzidiyan, vedibêjin. NAVENDA NÛÇEYAN

***

Heyeta Zanîngeha Kobanê li Brukselê bû

Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Kobanê Dr. Eşref Mehmûd li Brukselê bi Profesor Dirk Rochtus ê Zanîngeha Katolîk a Leuven re civiya.

Di çarçoveya hewldanên berfirehkirina têkiliyên xwe yên akademîk ên navneteweyî de, Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Navnetweyî ya Zanîngeha Kobanê Dr. Eşref Mehmûd li baregeha nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Brukselê bi Profesor Dirk Rochtus ê Zanîngeha Katolîk a Leuven re civiya.

Her du aliyan li ser rêbazên pêşxistina hevkariya akademîk û zanistî di navbera Zanîngeha Kobanê û saziyên perwerdehî û lêkolînê yên Belçîkî de nîqaş kirin. Her wiha wan derfetên danûstandina pisporiyê û pêşxistina projeyên lêkolînê yên hevbeş nîqaş kirin.

Her du aliyan li ser rewşa heyî ya perwerdehiya bilind û rola hevkariyên navneteweyî di piştgiriya lêkolînên zanistî û pêşxistina bernameyên perwerdehiyê de nêrînên xwe parve kirin.

Di dawiya civînê de, her du aliyan girîngiya berdewama ragihandina akademîk tekez kirin, ku dê bibe alîkar ku asoyên nû ji bo hevkariya zanistî û çandî ya pêşerojê veke.

ANF/BRUKSEL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.