Komkirina keviran jî evînek e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 10 Hezîran 2026 - 16:00

  • Yusuf Oruç ê ku nêzî 30 sal in ji gelek bajarên Kurdistanê kevir berhev kiriye û bi vî rengî ji bo wî şîroveyê te “Kurdistan aniye cem hev” tê kirin, diyar kir ku xeyala wî ew e ku kevirek ji Îmraliyê jî di nava koleksiyona wî de hebe.

 

Yusuf Oruç ê 90 salî ku di sala 1992’yan de li gundê Sadiyeyê yê navçeya Bismil a Amedê ji ber ferzkirina cerdevaniyê qebûl nekir xaniyê wî hat şewitandin û piştre tevî malbata xwe koçî navenda Bismilê kir, 30 sal in kevirên ku ji gelek bajar, navçe û gundên Kurdistanê berhev kirine, li baxçeyê xwe dide hev. Oruç ê ku heta niha ji nêzî sed cihî ku di nav de Êlih, Mêrdîn, Amed, Agirî, Stewr, Midyad û Wan jî hene, zêdetirî hezar kevir kom kiriye, ji bo wî kevirên ku ji gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, anîne xwedî wateyek bêhempa ye.

Oruç kevirên cuda yên ku şiklên wan fena mirov, heywan û daran tînin bîra mirovan li hev kom kirî. Oruç beşek ji van keviran bi rêya kesên ku koleksiyona wî dibînin û di serdanên xwe de wekî diyarî ji bajarên Tirkiyeyê û cîhanê jê re kevir tînin, kom dike.

Oruç der barê cureyên kevirên ku berhev kiriye, li ku derê tên bikaranîn û çi feydeyên wan hene de agahî dan û çîroka keviran vegot. Oruç diyar kir ku kevirên ji Amarayê aniye wekî ziyaretê qebûl dike û ev tişt got: “Berê hinekî ji xwe re tiştên din çêdikirin, diçûn ser wan ziyaretan. Halbuki ji bo me ziyareta herî mezin cihê van keviran e; Amara ye.”

Kurdistan anî ba hev

Oruç destnîşan kir ku tu kevirên ku wî berhev kiriye naşibin hev û wiha pê de çû: “Kevir mîna evînê ye. Dema tu jê hez bikî di bîra te de jî dimîne. Tiştê ku tu jê hez nekî di bîra te de namîne. Ger min jê hez nekira, min ê bîra xwe neanîbûya ka kîjan kevir ji ku derê hatiye û min ji ku girtiye. Min ji keviran hez dikir, ji ber vê yekê di bîra min de bûn û hîn jî di bîra min de ne. Hinek dema dihatin vir, digotin, ‘ji her derê kevir hene. Te wekî ku Kurdistanê aniye cem hev.’ Min digot ‘ev kevir ji vir e, ev kevir ji wir e’, kêfa wan jê re dihat. Lê her kes nikare vî karî bike. Hinek jî dihatin digotin, ‘ev kevir çi ne, tu çima berhev dikî?’ Fêm nedikirin. Wateya wê nizanin. Dema ku evîna welatê mirov di dilê wî de be, dê hinek tiştan vehewîne. Ev jî evînek e. Axa mirov şêrîn e. Ji temaşekirina li keviran hez dikim.”

Xwezî ji Îmraliyê kevir bihata…

Oruç diyar kir ku ew dixwaze kevirekî ji Girava Îmraliyê ya ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin jî bixe nav koleksiyona xwe û got: “Xwezî ji Îmraliyê kevir bihata... Ez dixwazim parlementerek ji min re ji Îmraliyê kevir bîne. Ji ber ku Serok (Abdullah Öcalan) li wir e. Kevirê ku ji Îmraliyê bê, dê bibe diyariyeke giranbuha û bîranînek.”

Oruç di dawiya axaftina xwe de daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, pêkhatina aştiyê û xwişk-biratiyê anî ziman.

RÛKÎYE ADIGÜZEL-HİLAL BUDAK-MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.