Li pişta hespan pirtûk, berê wan li çiyayan…

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 23 Tebax 2026 - 16:30

Buhrana Mezin a ku di salên 1930’an de DYE’yê hejand, jiyana bi milyonan kesan him ji aliyê aborî û him jî civakî û çandî ve dijwar kir. Yek ji bernameyên pêşketinê yên di vê heyamê de hatin bicîhkirin jî, him ji jinan re derfeta peyda kir û him jî mirovên ku li herêmên dûr ên welat dijîn, gihand pirtûkan.

Jinên ku li herêmên çiyayî yên dûr ên Kentuckyê kar dikirin, mîna "pirtûkxanevanên siwar" derbasî dîrokê bûn. Jinên ku serê sibehê bi rê dikevin, kendalên bi berf û çemên bi herî derbas dikirin û pirtûk û kovaran digîhandin niştecihên herî dûr.

Pirtûkxanevanên ku bi hespên xwe re di hefteyekî de nêzî 160 heta 200 kîlometreyan rê diçûn, serdana malên li 29 herêmên ku ji wan re hatine veqetandin dikirin û pirtûk û kovaran digîhandin malbatan. Carna jî li cihên ku diçûn, rûdiniştin û ji mirovan re pirtûk dixwendin.

Rêjeya xwendin û nivîsandinê zêde bû

Projeyê, di heyamekî ku bêkariyek bilind dihat jiyîn de, ji jinan re derfetên kar peyda dikir û li aliyê din jî ji bo mirovên ku bi taybetî li deverên gundewarî dijîn, gihîştina çavkaniyên perwerdehî û çandî hêsan dikir. Radestkirina pirtûkan a ji bo civakên çiyayî yên dûr, rêjeya xwendin û nivîsandinê ya li herêmê zêde kir.

Ev xebata ku ji aliyê jinan ve dihat meşandin, di demeke kurt de mezin bû. Di sala 1938’an de hejmara pirtûkxanevanên siwar, bû 274. Rêwîtiyên ku di saetên zû yên siharê de dest pê dikir, şert û mercên hewayê çi dibe bila bibe, berdewam kir.

Lê belê, proje demdirêj nebû. Yek ji armancên polîtîkayên "Pergala Nû” ên piştî Qeyrana Mezin hat bicîhanîn, kêmkirina bêkariyê bû. Bi guherina şert û mercên aborî re, bernameya pirtûkxaneyê ya ji bo jinan, di sala 1943’an de bidawî bû.

Jinên ku rêyên çiyayî yên Kentuckyê derbas dikin û pirtûkan hildigirtin, ne tenê pirtûkan, di heman demê de wekî perçeyekî hewildanek girîng ku ji bo civakên herî dûr gihîştina perwerde û çandê mîsoger dikir jî, di dîrokê de cihê xwe girtin.

JÎNHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.