
Hecî Nehsan berhema xwe ya nû ya bi navê “Sî û Olan” di navbera dîwarên zindanê de nivîsand û Weşanxaneye Na’yê pirtûk çap kir.
Sî û Olan komhelbest e, ji 66 rûpelan pêk tê û 52 helbestan li xwe digre. Bi giştî 13 berhemên Hecî Nehsan hene ku wî van pirtûkan hemûyan li hepsê nivîsandiye.
Helbestek ji pirtûka “Sî û Olan” :
SÎ Û SÎ
Çi dijwar e
Mirov di navbera xwe û sîya xwe de asê be
Dibê sîyeke din hebûya
Da kû sîya min xwe li ser wê de bikuşta
Divê sîyeke din hebûya
Di navbera min û bûneweriya min de
Dibê sîyeke din hebûya
Sîya min pê geş bibûya
Hecî Nehsan kî ye?
Di sala 1974’an de li gundekî Kobaniyê hatiye dinyayê. Ji biçûkaniya xwe ve bi wêjeyê re mijûl e. Hêçan / cerribîn û helbestên wî di kovarên wekî Çirûsk, Hawara Botan , Golik, Roza, W, Eylûl, Tîroj û Ûmûş Eylûlê de hatine weşandin.
Ev 28 sal in ku ew ji ber doza siyasî li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye, niha li girtîgeha Tekîrdagê girtî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN













