Îro bi hezaran Delîla hene

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 23 Tebax 2026 - 16:00

  • Bi ser şehadeta stranbêj û têkoşera Kurd Delîla Meyaser (Şenay Goçer) re 19 sal derbas bûn. Mamosteyên MA Musicê Evîndar Dulek û Evîn Tîryakî, di salvegera şehadeta Delîlayê de axivîn û diyar kirin ku Delîla bi deng, def û sekna xwe bûye sembola jinên Kurd.

 

Delîla di sala 1981ê de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik dibe û di temenekî ciwan de berê xwe dide muzîkê. Di dawiya salên 1990î de li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Stenbolê cih digire û li vir perwerdeya şan, tembûr û çanda dengbêjiyê werdigire û di nav komên muzîkê yên NÇMê de xebatan dike.

Delîla di sala 1999an de tev li nav refên têkoşîna Tevgera Azadiyê dibe û xebatên xwe yên çandî û hunerî li çiya jî didomîne. Dema ew gerîla bû, stranên wê yên weke; “Zîlan”, “Jinên Azad”, “Şev Tarî”, “Can Welat”, “Dil Dixwaze Here Cengê” û “Roja Dayikan” di di bîr nava dilê gel de cihekî bêhempa girt.

Delîla di 23yê Tebaxa 2007an de li herêma Bestayê ya Şirnexê di şerekî bi artêşa Tirk re jiyana xwe ji dest da. Bi dengê xwe û sekna xwe ya şoreşgerî, Delîla di bîra civakê de wek mîrateyeke zindî ma û piştre jiyana wê bû mijara pirtûka rojnameger Hasan Cemal a bi navê “Delîla: Rojnivîska Çiyayî ya Jineke Ciwan a Gerîla.”

Mamosteyên Navenda Ma Musicê, bandora Delîlayê ya li ser çand, muzîk û têkoşîna jinan nirxandin.

Hem şerê hebûnê da hem jî çanda xwe parast

Yek ji mamosteyên Ma Musicê Evîndar Dulek anî ziman ku Delîlayê di bîra jinên Kurd û muzîka Kurdî de şopeke kûr hiştiye û got: “Wê erkeke pir girîng dabû ser milê xwe û heta kêliya şehadetê jî di nav şer de hebûn, ziman û çanda xwe parast û gihand vê astê. 19 sal in em her sal şehîd Delîlayê bi bîr tînin. Ev yek nîşan dide ku wê jiyana xwe li ser bingeheke kûr a îdeolojîk ava kiriye.”

Xwedî li mîrasê derdikevin

Evîndar Dulek bi bîr xist ku beriya 19 salan dema wan di zarokatiya xwe de li ser televîzyonê li stranên Delîlayê temaşe dikirin, bi heyranî lê guhdarî dikirin û axaftina wiha domand: “Jinek çawa dikare hem bibe şoreşger hem jî xwedî li çand û helwesta xwe derkeve, mirov vê yekê di sekna wê de bi zelalî dibîne. Di nava şert û mercên giran ên şer de jî dest ji def û muzîka xwe berneda, berhem afirand û dengê xwe gihand me. Wê bi jiyana xwe nîşan da ku mirov dikare di heman demê de hem şerê hebûna xwe bide hem jî ziman, çand û hunera xwe biparêze. Em ê her tim xwedî li vê mîrateyê û berxwedanê derkevin.”

Delîla ji bo jinên Kurd bûye sembol

Yek ji mamosteya Ma Musicê Evîn Tîryakî jî destnîşan kir ku nifşek bi stranên Delîlayê mezin bûye û wiha got: “Dema destpêkê me ew dît, me digot jinek çawa dikare li ser wan çiyayan, di nava van zor û zehmetiyan de vê yekê bike. Lê niha ku em lê dinêrin, Delîla bûye sembola jinên Kurd. Delîla kesek bû, lê îro bi hezaran Delîla di wê rêyê de dimeşin.”

‘Armanca me zindîkirina vê çandê ye’

Evîn Tîryakî bal kişand ser bandora mayînde ya stranên Delîlayê û axaftina xwe bi dawî kir: “Wê demê ew hest, ew deng, ew tîna ziman, ew hezkirin û hesret li ser ciwanan, bi taybetî li ser jinên ciwan ên kurd bandoreke pir mezin çêkir. 19 sal berê Delîla van stranan digot, lê îro jî di rojeva me de ev stran mîna ku îro hatibin afirandin tên gotin û tên jiyîn. Delîla, Mizgîn, Hozan Serhad û kesên ku bi çand û hunera xwe têkoşiyan, bûn sembol. Em jî wek xebatkarên çand û hunerê şopdarên wan in. Li dijî asîmîlasyonê, armanca me ew e ku em vê çand û zimanî di bîra xelkê xwe de zindî bihêlin.”

SÎPAN BATMAZ-AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.