
Ji bo xurtkirina têkoşîn û nirxên neteweyî yên gelê Kurd, projeya peykerê siyasetmedarê naskirî ê Kurdistanê Salih Muslim li Silêmaniyê bi dawî bû. Peyker ji aliyê peykersazê Kurd Çêner Nezar ve, bi înîsiyatîf û piştgiriya Dr. Taha Resûl hate çêkirin. Cihê ku peyker dê li Silêmaniyê bê danîn, di rojên pêş de dê diyar bibe.
Peykersaz Çêner Nezar, diyar kir ku Salih Muslim kesayetekî wisa ye ku di asta neteweyî de hêjayî hurmetê ye, loma wî ev proje bêyî dudilî qebûl kiriye. Nezar, destnîşan kir ku Salih Muslim siyasetmedarekî ji Rojava ye û wiha got, “Em yek gel in. Ger gelê Kurd di nav yekitiyê de bin, tu hêz nikare me parçe bike. Kurdan di dirêjahiya dîrokê de ji bo azadî û serxwebûnê têkoşîn dane. Pêwîst e her kes di qada xwe de tevkariyê li doza Kurd û naskirina nasnameya me ya neteweyî di cîhanê de bike.”
Çêner Nezar, bal kişand ku derbarê cihê peyker de guftûgoyên wî yên bi Dr. Taha Resûl û aliyên têkildar re berdewam dikin; tê plankirin ku berhem li cîhekî girîng û bilind ê Silêmaniyê bê bicihkirin.
Dr. Taha Resûl jî Salih Muslim wekî sembola berxwedanê û Kobanê bi nav kir. Resûl, diyar kir ku Salih Muslim di demên dijwar de ji bo gelê xwe bûye hêvî û di dîroka têkoşînê de şopeke girîng hiştiye û anî ziman ku ev peyker dê bibe yek ji hêmayên mayînde yên dîroka Kurdan.
Dr. Taha Resûl, her wiha bal kişand ku Kurd gelê Zagros, Toros û Mezopotamyayê ne û tevî hemû zilm û komkujiyan jî Kurdan hebûn û berxwedana xwe domandine.
NAVENDA NÛÇEYAN
***
30 hezar pirtûk hatin firotin
Di roja 10’an a Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya li Silêmanî de, rêveberê pêşangehê ragihand ku heta niha di pêşangehê de 10 semîner hatiye dayîn û zêdetirî 30 hezar pirtûk jî hatine firotin.
Li Family Mall a Silêmaniyê di roja 10’an a Pêşangeha Pirtûkên Kurd de Berpirsê Pêşangehê Rewez Heme Salih li ser pêşangehê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rewez Heme Salih diyar kir ku pêşangeha wan di roja 10’an de dewam dike û got: “Zêdetirî 45 navend û çapxaneyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê cihê xwe têde girtine.”
Rewez Heme Salih diyar kir ku di pêşangehê de gelek çalakiyên cuda jî hatiye kirin û heta niha zêdetirî 30 hezar pirtûk hatiye firotin û 10 panel û semîner jî hatine dayîn.
Herî dawî Rewez Heme Salih anî ziman ku li ser daxwaza xelkê wê pêşangeh heta 25’ê Tebaxê dewam bike.
ROJNEWS







