Xaka me wê li me vegere

Şemî 8 Mijdar 2025 - 03:45

Koçberên Efrînê yên li Helebê girêdana xwe bi vegera ewle anî ziman û girîngî bi vekişîna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmê da û got:"Tiştê me dê ji me re vegere. Yên nizanin xak û dar çi ne, em xaka xwe ji wan re bernadin. Em ne bi tenê ne, hêzên me li kêleka me ne." Koçberên Efrînê keda fermandaran ên ku dosyaya vegerê di her danûstandinê de vedikin silav kir û baweriya xwe bi hêzên xwe ji bo vegera ewle û derxistina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmê, anî ziman. Koçber Fîkret Bekir Mustefa got:“Em dixwazin di nêzîktirîn demê de vegerin herêma xwe, em wê ji kesî re bernadin. Efrîn a me bû û wê her a me be. Bav û kalên me bi mîlyonan darên zeytûnan tê de çandin û em ê jî wan biparêzin. Êdî dema dagirker û çeteyan tê de nemaye. Vegera me piştî rizgarkirina Efrînê dagirkerî û çeteyên wê, wê bi rêxistina me, hêzên me û ala zer a li ser serê me be." Fîkret Mustefa baweriya xwe bi hêzên xwe anî ziman û got:"Baweriya me tenê bi hêzên me heye. Hikumeta veguhêz nikare tevliheviyê kontrol bike ji ber ku bi fermanên Tirkiyeyê tev digere. Em li benda biryara fermandariya xwe ne û em amade ne bi wan re vegerin." Koçber Emîne Şêxo jî got ku berxwedana bi salan ê bidome û bigihêje armanca xwe ew jî rizgarkirina herêmê ji dagirkeran e û got:"Tiştê me wê ji bo me vegere. Em xaka xwe ji yên ku nizanin xak û dar çi ne re bernadin. Em ne bi tenê ne, hêzên me li kêleka me ne. Lê hikumeta veguhêz nikaribû gelê xwe biparêze." Koçber Nesîb Berazî destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê xweza û bereketa herêma Efrînê herimand û qirêj kir û got:"Em banga vegereke birûmet û nêzîk dikin. Baweriya me bi hêz û rêxistina me heye ku di her danûstandinê de dosyaya me vedikin. Em ji bo mafê jiyana li ser xaka xwe bi israr in. Me êrişî kesî nekiriye, em parastina hebûna xwe dikin."

Di dawiya axaftina xwe de Berazî got ji bo vegerê û serdana gorên şehîdan ew amade ne bedelên giran jî bidin.

ANHA/NESRÎN ŞÊXO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.