Talûkeya darvekirinê ya li Îranê
Pêncşem 25 Îlon 2025 - 15:30
- Rêxistina Efûya Navneteweyî krîzeke girantir a derbarê cezayê darvekirinê li Îranê de eşkere kir û îdia kir ku bi hezaran kes ji ber tohmet û darizandinên neheq bi cezayê darvekirinê re rûbirû ne.
Desthilatdarên Îranê bi dayîna cezayên îdamê li dijî girtiyan û çalakvanên ku daxwaza azadiyê dikin, bi binpêkirina eşkare ya zagonên navneteweyî û mirovî, mafên bingehîn ên mirovan binpê dikin.
Rêxistina Efûya Navneteweyî do daxuyaniyek weşand û hişyarî da ku Îran di warê sepandina cezayê darvekirinê de bi krîzeke berfireh re rûbirû ye. Rêxistinê diyar kir ku piştî darizandinên ku Rêxistina Efûya Navneteweyî wek "bi tundî neheq" bi nav kir, bi hezaran kes bi tohmetên nezelal û giştî cezayê darvekirinê girtine, an jî hê jî di bin lêpirsîn an darizandinê de ne.
Di daxuyaniyê de bi taybet behsa doza çalakvanê Kurd Warîşe Muradî hat kirin, ku piştî darizandineke sexte ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn. Daxwaz ji rayedarên Îranê hat kirin ku tavilê hemû darvekirinên plankirî rawestînin, cezayên darvekirinê betal bikin. NAVENDA NÛÇEYAN