Ji bo Werîşe, Pexşan û Şerîfe çalakî
Duşem 28 Nîsan 2025 - 03:00
Li bajarê Munchê ji bo dewleta Îran dawî li cezayên darvekirinê bîne û cezayê der barê sê aktivîstên jin de hatî dayîn bê betalkirin, çalakî hat lidarxistin.
Pêla zextê, binçavkirin û girtinê yên dewleta Îranê li hemberî welatiyên Kurd û aktivîstan bênavber didome. Di vê pêvajoya ku her diçe zext zêde dibin de, li bajarê Munchê Meclîsa Civakên Kurd li dijî vê çalakî lidar xist.
Di çalakiyê de ji bo betalkirina cezayê darvekirinê ya li aktivîstên jin ên girtî Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî hatî birîn, bang hat kirin.
Çalakî, bi armanca piştgirîdayîna kampanya "Sêşema ji darvekirinê re na" ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve tê meşandin, hate lidarxistin.
Çalakiya bi navê ‘Şemiyan ji darvekirinê re na’ vê hefteyê cara 4’emîn e pêk hat.
ANF / NAVENDA NÛÇEYAN